Live hören
Jetzt läuft: Baltimore von Inna de Yard

Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê COSMO Kurdî 08.11.2024 28:20 Min. Verfügbar bis 08.11.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Trump dîsa bû serokê Amerîka'yê

Stand: 08.11.2024, 12:39 Uhr

Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne.

Von Kamil Basergan

US-Präsident Donald Trump bei einer Wahlparty am Wahltag

Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin.

Li gor encamên ne fermî Trump di hilbijartinan de rêjeya ji sedî 50.8’ê degan wergirt, hevrika wî Kamala Harris jî ji sedî 47.5. Trump, piştî ku li eyaletên Georgia, North Carolina û Pennsylvania’yê herweha li Wisconsin’ê jî bi ser ket û hejmara şandeyên wî gihiştin 301. Hêjayî gotinê ye, ji bo serokatiyê pirraniya hewce 270’ê bû.

Herweha li gor encaman Komarparêzan bi 52 kursiyan piraniya li Senato’yê jî bi dest xist. Jimartina dengên ji bo Meclîsa Nûneran hîna jî didome lê li wir jî Komarparêz li pêş in.

Rojnameger Robîn Reşvan li Washington'ê

Piştî ku bi biryara Trump hêzên Amerîkî ji Serê Kaniyê û Girê Spî vekişiyabûn, artêşa Tirk û çeteyên cîhadî ev herdu bajar dagirkiribûn. Niha Kurd fikaran dikin, ka Trump ewê siyaseteke çawa bimeşîne ji bo Sûrî û li hember Kurdên Rojava. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne.