Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin.
Piştî daxuya serokê MHP'ê Bahçeli û seredana Ömer Öcalan a ji bo girava Îmralî'yê li Tirkiyeyê niqaşên pêvajoyeke nû ya aştiyê dest pê kirin.
Di encama hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistan’ê de, KDP bû yekem, YNK jî duyem. Lê tu partî ji bo avakirina hikûmetê pirraniya pêwîst bi dest nexist.
Almanya di 5'emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de ambargoya çekan a ser Tirkiye'yê radike. Scholz jî diçe seredana Erdoğan.
Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin di nebûna parlamentoyeke çalak de pêk tên.
Almanya û Tirkiye’yê li ser vegerandina hevwelatiyên Tirkiye’yê li hev kir. 15 hezar kes bê îqameta qanûnî ne û dikarin werin dersînorkirin.
Piştî du salan Erdoğan cardin hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da.
Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin.
Namzetê reformxwaz Pezişkiyan bû serokkomarê nû yê Îran’ê. Wî soz û wadên gelek tiştan da lê belê bê rizamendiya Xamaney nikare wan reforman bi cih bîne.
Şampiyonaya Ewropî 2024 ewê heta 14’ê Tîrmehê bi rê ve diçe. Nûçegihanê Kurdsat TV ya ji Silêmanî Karwan Sheikh Zirak, ji bo şopandina şampiyonayê li Almanya’yê ye.
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû.
Serokkomarê Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezayeke helîkopterê de mirin. Ji Rêxistina Hengaw Shler Bapiri karvedanên wê yên ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike.
Serokkomarê Tirk Erdoğan û şandeya pê re vê heftê piştî Bexdad’ê seredana peytextê Herêma Kurdistan’ê jî kir. Ev bû yekem seredana Iraq’ê ya Erdoğan piştî 13 salan.
Li Belçîka'yê komeke nihadperestên Tirk piştî şahiya Newrozê xwest malbatake Kurd lînç bike. Hevdem dadgehea Belçîkî ji ber plansaziya suîqastekê ceza da 2 sîxurên MIT'ê .
Ev hilbjiartin herçend herêmî bûn jî di warê encamên xwe de hilbijartineke dîrokî bû. AKP piştî 22 salan cara pêşîn nebû partiya yekem û CHP serkeftinek bi dest xist.
Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye û ev 30 sal in di dibistanên Almanya'yê de dersên Kurdî hene. Herweha YEKMAL ev 10 sal in pêşdibistanên du zimanî bi rê ve dibe.
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek nîqaş jî bi xwe re anîn: Gelo paş biryarê Tirkî heye yan na? Ji Swêd’ê Rojnameger Beşir Kavak bersivê dide.
Komara Îslamî vê heftê çar girtiyên din ên siyasî sêdare kirin. Herweha di 6’ê mehê de salvegera erdheja mezin a Tirkiye, Bakurê Kurdistan’ê û Bakur û Rojavayê Sûrî ye.
Piştî ku civîna nepenî ya rastgiran derket holê, ku tê de sirgûnkirina biyaniyan hatibû nîqaş kirin, li seranserî Almanya'yê li dij partiya AfD'ê xwepêşandan bi rê ve çûn.
Hefteya buhurî Pasdarên Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Di êrîşên Hewlêr'ê de çendîn sivîl bûn qurbanî.
Gefên nijadperestên Tirk ên li dij siyasetmedarên Kurd ên li Almanya'yê zêde dibe. Vê dawiyê siyasetmedara Kurd Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt.
Wezîra derve hewlê dide siyaseteke femînîst a derve bimeşîne. Lê belê şerê Ukrayna û Rûsya, şerê Hamas û Îsraîl'ê û qeyrana enerjiyê astengiyên mezin in li pêşiya vê siyasetê.