Tirkiye êrîşî başûrê Kurdistanê dike COSMO Kurdî 19.07.2024 28:17 Min. Verfügbar bis 19.07.2029 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Tirkiye dîsa êrîşî Başûr dike

Stand: 20.07.2024, 16:39 Uhr

Tirkiye li seranserî Başûrê Kurdistan’ê operasyoneke berfireh dimeşîne. Bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê hatin vala kirin. Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin.

Von Kamil Basergan

Türkische Armee während einem Militäreinsatz | Bildquelle: dpa

Artêşa Tirkiye’yê vê dawiyê bi hêzeke mezin ket Başûrê Kurdistan’ê. Helbet ev ne yekem car e û weha xuya ye ewê cara dawî jî nebe. Lê vê carê diyar e, Tirkiye plansaziya operasyoneke berfireh a li seranserî Başûrê Kurdistan’ê dike. Ji ber vê yekê heta niha xelkê bi dehan gundên li Behdînan û Qendîl’ê ji ber tirsa canê xwe gundên xwe vala kirin. Hêjayî gotinê ye Tirkiye guh dide ne xelkê sivîl ne jî jîngehê. Hinceta fermî ya Tirkiye’yê hebûna PKK’ê ya li herêmê ye. Lê belê pisporên Iraqî dibêjin, Tirkiye bi tank û topan berê xwe daye deşta Mûsil’ê, ku li wê derê bingehên PKKê nîne.

Türkischer Staatspräsident Recep Tayyip Erdogan besucht türkische Militärtruppen | Bildquelle: dpa

Berdevkê Wezareta Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê Matthew Miller got DYE’yê ji Tirkiye’yê xwestiye, ku di operasyonên xwe yên leşkerî yên Başûrê Kurdistan’ê de rizamendiya rayedarên Iraqî û yên Herêma Kurdistan’ê bistîne. Wî herweha got ew gefa berdewam a PKK’ê ya ser Tirkiye’yê fam dikin û wan ji Tirkiye’yê daxwaz kiriye, ku zirarê negihîne xelkê sivîl. Anku ev yek tê wê wateyê lu DYE’yê ji bo operasyonên leşkerî yên Tirkiye’yê yên li herêmê lempa kesk vêxistiye.

Em jî di vê xelekê de bi Rojnameger Dilshad Anwar re li ser êrîşên Tirkiye’yê yên ser Başûrê Kurdistan’ê dipeyivin.