„Çalakiyên derveyî welêt ên dezgeha me ya îstîxbaratê ewê bi biryardarî berdewam bikin. Dibe ku li Amerîka be, dibe ku li welat an herêmên din be, Tirkiye ewê hertim li dû wan be. Di vî warî de serokkomarê me fermaneke gelek zelal da.” Berdevkê wê demê yê serokkomariya Tirkiye’yê Ibrahim Kalin, ku beriya 7 mehan bû serokê dezgeha îstîxbarata Tirk MİT‘ê, weha behsa wê dikir, ku ka MÎT çawa li derveyî welêt li pey muxalîfên Erdoğan dikeve.
Helbet ev ne tenê çewsandinek lê herweha li xwe mukir hatinek jî bû. Jixwe pisporê îstîxbaratê Erich Schmidt-Eenboom di derbarê kuştina sê jinên Kurd ên li Parîs’ê ya sala 2013’an dibêje: “Li ber destê me çavkaniyeke pêbawer heye. Anku îddîanameya dozgeriya Fransî, ku xwe dispêre ser lêkolîn û lêpirsinê dezgeha îstîxbarata navxweyî û polîsa frensî. Li gor vê yekê kuştina çalakvanên jinan suîqasteke siyasî bû, ku serokkomarê Tirk Erdoğan fermana wê dabû.”
Herweha hêjayî gotinê ye, ku parsal dîsa sê çalakvanên Kurd di êrîşekê de hatibûn kuştin, ku aliyê Kurd van kuştinan wekî berdewamiya çalakiyên MÎT’ê bi nav kiribû.
Tora sîxuriyê ya MİT’a li Almanya’yê
Hevdem pisporê îstîxbaratê herweha dibêje, MÎT a Tirk li Almanya’yê, ku dora 3 milyon kesên ji Tirkiye’yê lê dijîn, toreke berfreh a sîxuriyê ava kiriye. Pisporê Alman dibêje, meleyên mizgeftên DİTİB’ê wekî wezîfedarên îstîxbaratê tev digerin. Ew herweha dibêje, herçend dora 10-20 heb endamên MÎT’ê li Almanya’yê fermî qeykirî bin jî Îstîxbarata Alman gûman dike, ku dora 8 hezar xebatkarên MÎT’ê hene, ku ji bankayan heta mizgeftan li gelek deveran hatine bi cih kirin.
Erich Schmidt Eenboom herweha bi bîr tîne, ku di salên 2017 û 2018’an de li Bremen’ê li dij siyasetmedarên Kurd planên suîqastê yên MÎT a Tirk hatibûn aşkere kirin. Ew di wê baweriyê de ye, ku Almanya’yê peyameke zelal daye dezgehên Tirk, ku xeta wan a sor derbas neke. Jixwe darizandina ji ber wan hewldanên suîqastê hatibûn rawestandin û çend hevwelatiyên Tirk ji Almanya’yê hatibûn dersînor kirin. Bi vî awayî dosyaya tora sîxuriyê ya MÎT’ê jî hatibû girtin.
Gef û êrîşên li dij siyasetmedarên Kurd
Belê me got li Almanya’yê hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Siyasetmedara ciwan a Kurd Sarya Atac jî yek ji wan kesan e, ku ji hesabekî înstagramê yê bi navê “Jitemci” gefa kuştinê wergirt.
Heman kesî berê jî siyasetmedarên esil Kurd ên Civan Akbulut ê ji Essen’ê, Cansu Özdemir a ji Hamburg’ê û herweha çalakvanê siyasî Kerem Schamberger ê ji München’ê jî gefa kuştinê xwaribû û wêneyên şîddetê şandibûn wan. Hetta du sal berê Civan Akbulut ji trafîkê de ji aliyê neteweperestekî Tirk ve hatibû asê kirin û gef û heqaret li wî hatibûn kirin.
Siyasetmedara partiya Keskan a esil Kurd Bêrîvan Aymaz jî ji ber naskirina Fermana Ermeniyan û rexnekirina êrîşên Tirkiye’yê yên ser Rojava çendîn caran hat tehdît kirin. Aymaz parsal li dij heqareteke ji kesekî Tirk, ku li Almanya’yê dijî, doz vekiribû û dadgehê 800 Euro ceza li wî kesî Tirk birîrîbû.
Hevdem siyasetmedarê esil Tirk Eren Güvercin jî yek ji wan kesan e, ku ji aliyê “jitemci” ve hatibû tehdît kirin. Wekî din rojanmegerên esil Tirk yan Kurd, ku li cem dezgehên Almanî kar dikin û bi awayekî rexnegîr behsa hikûmeta Tirk dikin, ew jî ji wan gefan bê par namînin. Rojnamegerê Tirk Erk Acarer jî ji ber nûçeyên xwe yên rexnegir li Berlîn’ê rastî êrîşekê hatibû, ku tê gûman kirin, ku êrîşkar alîgirên gurên boz bûn.
Bergûman li Qeyseri’yê ye
Emnîyeta Federal BKA li ser giliyên mexdûran li wî hesabî lêkoliya û derket holê, ku IP’ya wî hesabî li Tirkiye’yê, li bajarê Qeyseriy’ê bi ser dikaneke telefûnan qeydkirî ye. Lê belê ji ber ku dezgehên Tirk hevkariyê nakin, dezgehên Alman jî nikarinli dij Tayfun K. gavan biavêjin.
Hevdem, hin rojnamegerên ji Almanya’yê bi riya istagramê xwe gihandine Tayfun K û wî gotiye, ku herçend ew li Tirkiye’yê jî be têkiliya wî digel gurên boz û DİTİB’ê heye û ew dikare her wextê ku bixwaze xwe bigihîne mexdûran.
Gurên Boz: Rêxistineke tundrew a rastgir
Hêjayî gotinê ye, herçend nehatibe qedexe kirin jî, Gurên Boz anku Ülkücü ji aliyê dezgeha parastina destûrê ve wekî rêxistineke tundrew a rastgir tê pênase kirin. Li ser malpera Verfassungsschutz hatiye nivîsandin, ku li Almanya’yê zêdeyî 12 hezar endamên Bozkurtan hene, ku dora 10 hezar ji wan li cem komeleye û dezgehan endam in. Li Almanya’yê 3 federasyonên wan ên mezin hene, ku bi giştî 240 komeleyan digirin nav xwe.