Dersînorkirina hevwelatiyên Tirkiye'yê COSMO Kurdî 04.10.2024 29:25 Min. Verfügbar bis 04.10.2029 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Dersînorkirina Hevwelatiyên Tirkiye'yê

Stand: 04.10.2024, 15:44 Uhr

Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurd in. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin Metirsiyê de (GfbV), bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin.

Von Celil Kaya

Ein Flugzeug der Fluggesellschaft Lufthansa, im Landeanflug auf den Flughafen Frankfurt a.M. Im Vordergrund Stacheldraht. Symbolbild zum Thema Abschiebeflug. | Bildquelle: picture alliance / Rene Traut Fotografie

Hefteya çûyî rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung FAZ ragihandibû, ku Almanya û Tirkiye’yê li rê ketine, ku hevwelatiyên Tirk, ku li Almanya’yê serlêdana wan a penaberiyê hatine red kirin, zûtir dersînor bikin û vegerînin Tirkiye’yê. Û di vê çarçoveyê de heta niha 200 hevwelatiyên Tirk dersînor kirine. Herweha hatibû ragihandin, ku Tirkiye amade ye heftane 500 hevwelatiyên xwe qebûl bike. Bersiva berdevkê hikûmeta federal li ser pirsa rojnamegeran a di derbarê rêkeftina Tirkiye û Almanya’yê di warê vegerandina penaxwazên hevwelatiyê Tirkiye’yê de ev e: Hevdîtin didomin lê nepenî ne.

Herçend rayedarên Tirk bi awayekî fermî ev rêkeftin red kirin jî, wezîra navxweyî ya federal Nancy Faeser di hevpeyvîneke din de ev yek pişt rast kir û got wan bi Tirkiye’yê re li ser vegerandina penaberên ji Tirkiye’yê li hev kirine. Rojanmeya FAZ’ê herweha nivîsand ku muzakere di dema seredana Berlîn’ê ya serokkomarê Tirk Erdoğan a mijdara parsal ve berdewam dikin û Almanya’yê jî beranber vê yekê qebûl kiriye, ku zûtir vîze bide hevwelatiyên Tirk. Tê ragihandin, niha li Almanya’yê dora 15 hezar hevwelatiyên Tirk hene, ku îqameya wan nîne û di derbarê wan de biryara dersînorkirinê heye.

Zwei Spezialkräfte führen eine Person zu einem Helikopter | Bildquelle: WDR/REUTERS/Heiko Becker


Piştî êrîşa Solingen'ê

Di meha Tebaxê de êrîşeke din Almanya hejand. Li Soligen’ê di dema festîvaleke kolanan de kesekî bi kêr êrîşî xelkê kir û 3 kes kuştin, 8 kesên din jî birîndar kirin. Daîşê berpirsiyariya êrîşê hilgirt ser xwe. Lê belê piştî ku nasnameya êrîşbir hat ragihandin, nîqaş gurtir bûn. Êrîşbir penaberekî 26 salî yê xelkê Sûrî bû. Di derbarê wî de pêrar biryara dersînor kirinê hatibû dayîn lê ew hîna jî li Almanya’yê mabû. Vê yekê rê li nîqaşeke nû vekir. Dersînorkirin!

Piştî êrîşê serokê CDU Merz bang kiribû, ku siyaseta koçberiyê were guhertir û tûjtir kirin. Ew û serokwezîr Scholz hatin cem hev jî, daku vê mijarê nîqaş bikin. Merz herweha di kampanyayên hilbijartinê de bang li Scholz jî kir. Serokê CDU daxwaz kiribû ku kesên ji Sûrî û Afxanistan’ê nema qebûl bikin û CDU amade ye piştgiriyê bide hikûmetê ji bo guhertineke qanûnî.

Sahra Wagenknecht, ku ew jî gotarên xwe yên dijkoçberan tê nasîn, wê jî heman daxwaz kir. Wagenknecht xwest ku kesên bê îqame yekser vegerînin welatên ewle û xelkê Sûrî û Afxanistan’ê nema werin qebûl kirin.

Hikûmeta federal li hember van daxwazan dibêje, ne destûra Alman ne jî peymananên navnetewî rê nade, ev daxwaz were cih bi cih kirin. Wezîrê federal ê dadê Marco Bushmann ê FDP’yî dibêje, huqûqa navdewletî destûrê nade, ku Almanya bêje hevwelatiyên hin welatan nikarin li ba me doza penaberiyê bikin. Lewma nîqaş divê li ser hejmar û parvekirina wan kesan be di nav welatên din ên ewropî de.

Polizisten begleiten einen Afghanen auf der Treppe in ein Flugzeug am 31.01.2020 | Bildquelle: WDR / picture alliance/dpa/Michael Kappeler

Dersînorkirinan dest pê kir

Di dawiya meha Tabaxê de 28 hevwelatiyên Afxanî, ku ji ber sûcên cur bi cur mehkûm bûbûn, ji bo Afxanistan’ê hatin şandin. Ev yekem dersînorkirinên ji bo wî welatî bûn, cirkî Taliban careke din hat desthilatdariyê.

Jixwe wezîra navxweyî ya federal Nancy Feaser xebera vê yekê yekser piştî êrîşa Solingen’ê dabû. Wezîr Feaser gotibû, yek ji pirsgirêkên mezin ew e, ku kesên ku di derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn, nayên şandin. Lewma ew dixwazin bêhtir kesan dersînor bikin, herweha bo welatên din ên ewropî, ku ew bi ser wan welatan re hatine Almanya’yê û ewê qanûna îqametê dijwartir bikin.

Hefteya buhurî jî nûçeyên ku me di destpêkê de beh kiribû, di çapemeniya Almanya’yê de belav bû. Hevwelatiyên Tirk, ku yan serlêdana wan a penaberiyê nehatiye qebûl kirin, yan jî ewên ku îqameya wan nîne. Heta niha rêkeftinên digel Tirkiye’yê ji bo vegerandina penaxwazên Sûrî û Afxanistan’ê bû. Lê vê carê mijar hevwelatiyên Tirkiye’yê bixwe ne.

Ein Mann füllt ein Formular aus neben einem Schild vom Bundesamt für Migration und Flüchtlinge. | Bildquelle: dpa/Julian Stratenschulte

Serlêdanên ji Tirkiye'yê her ku diçe zêde dibe

Ji ber ji sala 2016’an û vir ve hejmara hevwelatiyên Tirk, ku li Almanya’yê serî li penaberiyê didin her ku diçe zêde dibe. Wekî mînak parsal 45 hezar kesênji Tirkiye’yê serî li penaberiyê dabûn. Hêjayî gotinê ye 38 hezarê wan Kurd bûn.

Îsal jî heta meha Tebaxê dora 22 hezar kesên ji Tirkî serî li penaberiyê dane, ku ji sedî 84’ê wan Kurd in. Bi van hejmaran Tirkiye di nav wan her sê welatan de ne, ku penaber jê tên. Anku piştî Sûrî û Afxanistan’ê Tirkiye di dora sisiyan de ye. Rêjeya qebûlbûna welatiyên Tirkî di sala 2019’an de ji sedî 47 bû lê ev rêje di 2024’an de bi tenê ji sedî 9,6 e.

Hêjayî gotinê ye, di nav welatiyên Tirk de jî cudahiyeke mezin heye. Dezgeha Koçberî û Penaberiyê di amarên xwe de ragihandibû, ku Kurdên ji Tirkiye’yê li gor Tirkan gelek kêmtir tên qebûl kirin. Ev rêje 1 beranber 5 e. Halê hazir di derbarêd dora 15 hezar hevwelatiyên Tirk de biryara dersînorkirinê heye. Wekî me got, rêjeye bilind ji wan Kurd in.