Live hören
Jetzt läuft: Run Your Mouth von The Marías

Wergerandina Ulysses'ê COSMO Kurdî 01.12.2023 40:55 Min. Verfügbar bis 30.11.2028 COSMO


Download Podcast

ÇAND Û HUNER

Wergerandina Ulysses'ê

Stand: 30.11.2023, 16:47 Uhr

Nivîskar û wergêr Kawa Nemir romana nivîskarê Îrlandî James Joyce a bi navê Ulysses wergerand bo Kurdî. Hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e.

Von Celil Kaya

Nivîskar, Helbestvan û Wergêr Kawa Nemir

Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metna eslî de bi dengan re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne.

Jixwe wergêr Kawa Nemir jî çend deheyên jiyana xwe daye vî karî. Her ji ber vê yekê serpêhatiya wergerandina vê pirtûkê jî niha bû belgefîlmek. Fîlma derhenêr Aylîn Kural û Fırat Yücel hefteya buhurî di çarçoveya 14’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê de hat nîşan dan û em jî bi vê boneyê di vê xeleka Posdcasta Cosmô Kurdî de li ser Ulysses û wergêrê wê Kawa Nemir hûr dibin.

Destana Odesa ya nivîskar Homeros ê ji Yûnana kevnar wekî yekemîn berhema mezin a wêjeya cîhana rojavayî tê qebûl kirin. Homeros di vê berhema xwe de behsa serpêhatiyeke deh salî ya vegera malê dike. Romana Ulysses jî di sedsala 20’an de behsa 24 saeteke li Dublîn’ê dike. Lê belê dema ku mirov wekheviyan wan herduyan dide berhev, mirov dibîne, ku romana Joyce muqabilê destana Homeros a Odesa ye.

Nivîskar, Helbestvan û Wergêr Kawa Nemir

Ulysses di 16’ê hezîrana 1904’an de derbas dibe. Lehengê romanê Leopold Bloom ji mala xwe ya li Dublîn’ê derdikeve û li kuçe û mekanên cihê yên bajêr hevalên xwe dibîne, bi wan re gotûbêjê dibe lê di heman demê de çavdêriya Dublîniyan jî dike. Anku ji hêla zimên ve di pirtûkê de gotûbêjên asteke bilind lê herweha zimanê sûteyên Dublîn’ê jî heye. Herweha Joyce tê de bi referansên çanda bilind jî bi kar tîne lê ji zimanê mustehcen jî teqsîr nake.

Hêjayî gotinê ye, dema ku pirtûk di 1922’an de tê çap kirin, gelek kes ji Joyce aciz dibin, çima ku wî, di pirtûkê de Dublîn’ê wekî cihekî xerab û xelkê wê jî wehşan nîşan dide. Lê roja me îro de ji ber vê pirtûkê li Dublîn’ê tûrên ji bo turîstên Joyce tê li dar xistin, ku mirov tê de seredana wan mekanên romanê dikin. Herweha 16’ê Hezîranê jî ji ber lehenga romên wekî Bloomsdays tê pîroz kirin.

Nivîskar, Helbestvan û Wergêr Kawa Nemir

Kawa Nemir kî ye?

Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir bixwe xelkê Îdir a Bkurê Kurdistan’ê ye. Xwendina wî ya bilind li ser ziman û edebiyata bi Îngîlîzî ye. Camêr heta niha zêdeyî 100 berhemên bi Îngîlîzî, ku Shakespeare, Tenesssee Williams, Herman Melville û John Berger jî tê de ne, bi Kurdî wergerandine û dora nîvê ji wan weşandin. Wî herweha zêdeyî 7 hezar berhemên helbestvanên Îngîlî, Amerîkî, Îrlandî û Tirk jî wergerandin bo zimanê Kurdî. Camêr herweha çend klasîkên Kurdî jî ji bo dika şanoyê jî adapte kirin. Nivîskar dibêje, ew bi wergerandina berhemên cîhanî tola zimanê Kurdî hiltîne.