Live hören
Jetzt läuft: Soldier von Erykah Badu

Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere COSMO Kurdî 29.11.2024 34:37 Min. Verfügbar bis 29.11.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Tirkiye: Aştiyeke bê muzakere

Stand: 29.11.2024, 17:20 Uhr

Serokê MHP’ê Bahçeli banga xwe ya ji bo Öcalan dubare kir. Serokkomar Erdoğan jî careke din xwedî li vê bangê derket. Niha di rojevê de seredana endamên DEM Partiyê ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Öcalan heye. Rojnameger Îrfan Aktan vê pêvajoyê çawa dinirxîne dinirxîne?

Von Celil Kaya

Rojnameger Îrfan Aktan

Ev du meh in, anku cirkî di merasîma vekirina Meclîsa Tirkiye’yê de serokê Bahçeli destê endamên DEM Partiyê toqe kiribû, pêvajoyeke nû ya aştiyê di rojeva Tirkiye’yê de ye. Bahçeli bi israr banga xwe dubare dike, Erdoğan jî berdewamî piştgirî dide wî. Lê belê gotarên herduyan jî di çarçoveya biratiya Kurdan û Tirkan û dawîlêanîna terorê de ne û jê wêdetir naçin. Erdoğan herweha ji DEM Partiyê dixwaze xwe dûrî Qendîl’ê ke û qasidiya ji bo Öcalan bike.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk Devlet Bahçelî 22’ê Cotmehê de bangek kiribû, ku serokê zindanî yê PKK’ê Abdullah Öcalan were Meclîsa Tirk û bang li PKK’ê bike, ku çekan deyne. Bahçelî vê heftê banga xwe ji bo cara sêyem dubare kir. Wî got, Em li bendê de ne, ku rayedarên Partiya DEM divê lezgînî herin seredana Öcalan bikin û em banga xwe bi biryardarî dubare dikin.

Li ser vê yekê serokkomarê Tirk Erdoğan peyiv û bêyî ku navê wê bêje gef li DEM Partiyê xwar. Erdoğan got, Devlet Bahçelî wekî nûnerê Tifaqa Cumhur gaveke wêrek avêtiye. Lê divê ew partiya ku destê dirêj a terorê ye di Meclîsê de, heger li hember terorê îradeyeke xurt nîşan nede ewê him di wicdanan de him jî li pêşî dadgehan hesab bide.

Hevdem DEM Partî ji bo ku seredana Öcalan bike serî li wezareta dadê da. Ji aliyê hikûmetê heta niha destûrek ne hat lê çavkaniyên nêzî hikûmetê dibêjin, dezgeha Îstîxbaratî ya Tirk MÎT amadehiyan dike û heger Öcalan ji rayedarên DEM Partiyê re behsa danîna çekan bike ewê seredanên bo Îmrali'yê berdewam bikin.