Li Rojhilatê Navîn çi diqewime?. COSMO Kurdî . 13.10.2023. 35:12 Min.. Verfügbar bis 12.10.2028. COSMO.
ROJEV
Tengezariyên li Rojhilatê Navîn
Stand: 13.10.2023, 16:00 Uhr
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirk îcar Hamas'ê êrîşî Îsraîl'ê kir, ku di encamê de bi seda kes hatin kuştin. Di bersivdayîna Îsraîl'ê de bi hezaran Filistînî hatin kuştin. Em jî vê heftê bi pisporê zanistên siyasî Adel Feyazî û bi rojnameger Aram Malekshah re li ser tengezariyên vê dawiyê yên li Rojhilatê Navîn dipeyivin.
Von Kamil Basergan
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirkiye’yê ya li Enqere’yê ya 1’ê Cotmehê Tirkiye dîsa bombebaran kirina Rojavayê Kurdistan’ê û Bakur û Rojhilatê Sûrî kir, ku di encamê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji aliyê din de Hamas’ê di 7’ê mehê de ji Xeza’yê bi mûşekan êrîşî Îsraîl’ê kir, ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin. Îsraîl jî ji hingî ve bombeyan dibarîne ser Xeza’yê. Herdu alî gef li hevdu dixwin û weha xuya ye tengezarî ewê zû bi zû bi dawî neyê.
Em jî vê heftê bi pisporê zanistên siyasî Adel Feyazî û bi rojnameger Aram Malekshah re li ser tengezariyên vê dawiyê yên li Rojhilatê Navîn dipeyivin.