Live hören
Jetzt läuft: Soul Tropical (Voilaaa remix) von Voilaaa David Walters

Şer û Siyaseta Femînîst a Derve COSMO Kurdî 15.12.2023 34:56 Min. Verfügbar bis 14.12.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Şer û siyaseta femînîst a derve

Stand: 14.12.2023, 17:47 Uhr

Wezîra derve hewlê dide siyaseteke femînîst a derve bimeşîne. Lê belê şerê Ukrayna û Rûsya, şerê Hamas û Îsraîl'ê û qeyrana enerjiyê astengiyên mezin in li pêşiya vê siyasetê. Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e.

Von Celil Kaya

Außenministerin Annalena Baerbock trifft Abdullah bin Zayed Al Nahya

Siyaseta femînîst ne siyasetek e, ku vê dawiyê derket holê. Kokên wê digihîjin sala 1915’an. Di dema Yekemîn Şerê Cîhanê de jinên ji 12 welatan li Den Haag’ê hatin cem hev û konferansa aştiyê ya Jinan li dar xist û Cemîyeta Navnetewî ya Jinan a ji bo Aştî û Azadiyê damezirand. Hin bangawaziyên vê rêxistinê jî hemûn: Dawîlêanîna şer, bêçekkirineke gerdûnî, naskirina mafê çarenûsê yê gelan, demokratîkkirina siyaseta derve û yeksaniya jin û mêran. Van daxwaz herçend wê demê gelek deng venedan jî piştî 3 deheyan ketin destûra damezinêr a Neteweyên Yekgirtî û paşê bûn bingeha çendîn peymanên navnetewî jî. Di sala 2000’î de Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bi serê navê “Jin, Aştî û Ewlekarî” biryara hejmar 1325 jî derxist.

Annalena Baerbock û Siyaseta Femînîst

Piştî ku di sala 2014’an de Swêd’ê ragihand, ku ewê siyaseteke femînîst a derve bimeşîne, 9 meh berê jî wezîra derve ya Alman Annalena Baerbock siyaseta xwe ya femînîst ragihand û got, divê di sedsala 21’ê de siyaseta femînîst bibe parçeyeke siyaseta ewlekariya Almanya’yê. Siyaseta femînîst a derve jixwe di peymana koalîsyonê ya hikûmeta nû ya sala 2021’an de jî hatibû pejirandin.

Siyaseta femînîst a derve ji yeksaniya jin û mêran wêdetir e û divê di her warê siyasetê were sepandin, dibêje wezîra derve Annalena Baerbock. Wezîra Alman dibêje, siyaseta femînîst a derve ne tenê gotinên xweş e lê karigeriya wê heye li ser alîkariyên mirovî, hewldanên aştî û seqemgîriyê û herweha çand siyasî. Anku ev tê wê wateyê, ku siyaseta derve ya kevneşop, ku bêhtir li ser jeopolîtîk, ewlekariya leşkerî û peywendiyên aborî hûr dibe, bi giştî were guhertin û aştî û nirx û mafên gerdûnî bikevin naverasta wê.

Frauen in Afghanistan- Leben unter den Taliban

Frauen in Kabul warten auf Lebensmittelrationen.

Têkiliyên digel Taliban

Helbet li hember hemû qeyran û şerên ku niha li cihanê hene ev yek ne hêsan e. Wekî mînak piştî vekişîna NATO’yê ya ji Afxanistan’ê rewşa jinên li welêt ji her demê xerabtir e. Lê belê Almanya hîna jî alîkariya mirovî dişîne rejîma Taliban. Annalena Baerbock jî dibêje, ev mînakeke aşkere ye, ku siyaseta femînîst ne tiştekî hêsan e. Wezîr Annalena Baerbock dibêje, herçend ew nikarin qebûl bikin, ku rejîma Taliban jinan di warê xwendin, xebat û jiyana giştî de bêpar dihêle. Lê belê ew dizanin 28 milyon xelkê wî welatî muhtacî alîkariya însanî ne. Anku ê wan li hember pirsgirêkên rasteqîn ên mirovan jî xwedî berpirsiyariyê ne.

Russische Soldaten bedienen eine 2A36-Kanone (Symbolfoto)

Şerê Rûsya û Ukrayna’yê

Ji aliyê din de siyaseta femînîst tê wateya bêçekkirinê ji bo aştiyê. Lê belê cirkî destpêka şerê Ukrayna û Rûsya’yê Almanya bi berdewamî alîkariya çek û tankan dide Ukrayna’yê. Wezîr Baebrock vê yekê wekî nakokiyek nabîne. Annalena Baerbock dibêje, di cîhaneke îdeal de bêçekkirin dikaribû pêk bihata lê belê niha aliyekî, ku çekan bi kar tîne, nabe ku mexdûrên vî şerî anku Ukrayna bi tenê werin hiştin. Û çekên ku tên dayîn ji bo xweparastinê ne.

Bundeskanzler Olaf Scholz (l, SPD) und der Emir von Katar, Tamim bin Hamad Al Thani, nach ihrem Gespräch am 25. September 2022.

Scholz und der Emir von Katar nach einem Treffen im September 2022

Qeyrana Enerjiyê û Peymana digel Qatar’ê

Hevdem, şerê Ukrayna û Rûsya’yê rê li qeyraneke enerjiyê jî vekir. Hikûmeta koalîsyonê biharê digel Qatar’ê peymaneke enerjiyê danî. Ev yek jî bû sedema nerazîbûnan. Bi taybetî li cem CDU, ku di destpêkê ve siyaseta femînîst wekî “belasebe” dibîne. Endama Bundestagê Serap Güler dibêje, dema ku mirov li pirensîbê yeksaniya jin û mêran dinêre, mirov nikare li hember wan derkeve lê belê li vê derê pirsgirêk ew e, ka ev prensîb çiqas rasteqîn in, ku werin cî bi cî kirin. Parlamenta CDU’yî herweha dibêje, ev prensîbên femînîst û berjewwendiyên Almanya’yê jî li hev nakin. Ji ber ku em dibînin, pêdiviya Almanya’yê bi gazê heye û hikûmetê digel Qatar’ê peymanek danî, bêyî ku guh bide ka mafên jinan ên li wî welatî çawa ne. Anku ji aliyekî ve hikûmeta behsa siyaseta femînîst dike û ji aliyê din de digel Qatar peyman datîne. Ev yek îtîbara Almanya’yê kêm dike, dibêje Serap Güler.

Ukrainisches Kriegsgebiet

Şerê Hamas û Îsraîl’ê

Ji destpêka şerê Hamas û Îsraîl’ê Almanya bi awayekî zelal piştgiriyeke bê şert û merc dide Îsraîl’ê. Wezîra derve Annlena Baerbock jî heta niha sê caran çû herêmê û digel rayedarên Îsraîl û welatên ereban rûnişt. Baerbock piştgiriya Almanya’yê ya ji bo Îsraîl’ê bin xêz kir.

Wezîra derve ya Alman careke din mafê xwesparastinê ya Îsraîl’ê binxêz kir û got, ji bo aştiya herêmê divê mirov şerê Hamas’ê bike. Wê herweha bi zimanekî baldar behsa rewşa xerab  xelkê sivîl a li Xezze’yê kir lê ji ber mirina xelkê sivîl ê Xezzeyê Hamasa tawanbar kir.

Baerbock got, wekî dostê Îsraîl’ê ew ji xwe re wezîfe dizanin, ku bêjin ku Îsraîl, herçend kezeba wê dişewite jî, nabe xwe wenda bike. Ji ber ku terorîstên Hamas’ê dixwazin ku Îsraîl bêhtir xelkê sivîl bikuje. Û ev yek ewê rê li bêhtir terorê veke û herweha nêzîkbûna di navbera welatên Ereban û Îsraîl’ê, ku vê dawiyê pêk hat bixwe xeterê.