Darvekirinên li Îranê / 1 sal piştî erdhejên li Sûriye û Tirkiye. COSMO Kurdî . 02.02.2024. 33:02 Min.. Verfügbar bis 01.02.2029. COSMO.
ROJEV
Sêdarekirinên li Îran’ê
Stand: 02.02.2024, 14:11 Uhr
Komara Îslamî vê heftê çar girtiyên din ên siyasî sêdare kirin. Herweha di 6’ê mehê de salvegera erdheja mezin a Tirkiye, Bakurê Kurdistan’ê û Bakur û Rojavayê Sûrî ye.
Von Kamil Basergan
![Komara Îslamî 4 Kurd îdam kirin | Bildquelle: Privat Komara Îslamî 4 Kurd îdam kirin](/radio/cosmo/programm/sendungen/bernama-kurdi/rojev/calakvanen-kurd-sedare-100~_v-gseapremiumxl.jpg)
Komara Îslamî vê heftê çar girtiyên din ên siyasî sêdare kirin. Dozgeriya Îran’ê ev çar Kurd bi sîxuriya ji bo Îsraîl’ê tawanbar dikirin. Û hejayi gotine ye, hevjînen du ji wan Kurdan Xanim Maria Mahmoudi û Bayan Azimi li Almanya’ye dijîn. Em jî ve heftê digel wan dipeyivin.
![Ein Jahr nach dem Erdbeben in Kahramanmaras (Türkei) | Bildquelle: dpa Ein Jahr nach dem Erdbeben in Kahramanmaras (Türkei)](/radio/cosmo/programm/sendungen/koeln-radyosu/aktuelles/erdbeben-tuerkei-frauen-zelt-116~_v-gseapremiumxl.jpg)
Herweha di 6’ê mehê de salvegera erdheja mezin a Tirkiye, Bakurê Kurdistan’ê û Bakur û Rojavayê Sûrî ye. Herçend salek bi ser de buhurî jî jiyana 15 milyon kesan, ku jiyana wan ji ber we karesatê serûbino bûbû, hîna jî venegeriyaye rewşeke asayî. Ji bo ji nû ve avakirina herêmen erdheje dabûn gelek kampanya jî hene, ku yek ji wan li Almanya’yê ye. Kampanyaya 100 malbatên xwişk û bira ji li Almanya’yê 100 malbatan dibîne, ku ew jî ji bo salekê serê malbateke li herêmê 100 Euro didin, da ku qet nebe bikaribin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin. Rêvebirekî vê Kampanyayê Murat Demir ji me re behsa xebatên xwe dike.
![Antakya: Eine Zeltstadt wurde für die Überlebenden des Erdbebens im Stadtzentrum errichtet und liegt in der heißen Sommersonne. Notunterkünfte in der Hitze und Trümmerfelder. Sechs Monate nach den Erdbeben in der Südosttürkei. | Bildquelle: dpa / Bradley Secker Antakya: Eine Zeltstadt wurde für die Überlebenden des Erdbebens im Stadtzentrum errichtet und liegt in der heißen Sommersonne. Notunterkünfte in der Hitze und Trümmerfelder. Sechs Monate nach den Erdbeben in der Südosttürkei.](/nachrichten/erdbeben-tuerkei-notunterkuenfte-100~_v-gseapremiumxl.jpg)
Kampanyayeke din jî bi taybetî li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojava hûr dibe. Initiative Kölner Helfen, Kinderhilfe Mesopotamien û Biratiya bajarên Köln-Qamişlo Berit Kranz jî behsa perojeya xwe û pêdiviyên li herêmê dike.