Rêkeftina Mazlum Abdî û Colanî. COSMO Kurdî . 14.03.2025. 33:50 Min.. Verfügbar bis 14.03.2030. COSMO.
Audio Download . Download mit LINUX: Rechte Maustaste und "Ziel speichern unter" oder "Link speichern unter". RSS: Podcast .
ROJEV
Rêkeftina HSD'ê û Colanî
Stand: 14.03.2025, 15:34 Uhr
Di 10’ê Adarê de fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî û serokkomarê nû yê Sûrî Ahmed Şara anku Colanî rêkeftinek îmze kir. Rêkeftin li ser entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî bû. Lê sê roj paşê îcar Colanî destûra demborî ragihand, ku ewê 5 salan di meriyetê de be. Rêkeftin û destûra demborî ji gelek aliyan ve li hev nakin. Îcar şansê cihbicih kirina rêkeftinê ewê çiqas be? Em vê pirsê û çendîn pirsên din, ji Washingtonê ji rojnameger Sîrwan Qiço dikin.
Von Celil Kaya

Di 10’ê Adarê de ajansên nûçeyan wêneyek belav kir, ku tê de dihat dîtin, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û serokkomarê demborî yê Sûrî Colanî anku Ehmed Şera destê hev toqe dikin. Serenav jî ev bû: Rêvebiriya Şam’ê û HSD’ê li hev kir. Di çapemeniyê derket ku hevdîtin li bingeha leşkerî ya El Dumeyr a nêzî Şam’ê di bin hîmaya Amerîkiyan de pêk hatiye. Heta tê gotin Mazlûm Abdî bi helîkptereke leşkerî ya Amerîkî çûye cihê hevdîtinê.
Di encama vê hevdîtinê de di navbera Mezlûm Ebdî û Colanî de rêkeftineke 8 madeyî hat îmze kirin. Rêkeftin ji peymanekê bêhtir wekî çarçove-rêkeftinek e. Anku tê de hûrgilî nînin lê prensîbên bingehîn hene, ku herdu alî qebûl dikin. Tê de naskirina mafên destûrî yên Kurdan hene, entegrekirina saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya xweser a bi dewleta Sûrî heye, ragihandina agirbesteke seranserî Sûrî heye, vegera xelkê derbeder heye û çendîn mijarên din. Hêjayî gotinê ye, di rêkeftineke behsa federasyon yan jî xweseriyê nayê kirin. Lê ji PYD’ê Salih Muslim jî got, “Bi vê rêkeftinê re, êdî rêveberiya xweser bûye şîrîkê dewleta Sûrî bûye şîrîkê rêberiya Sûrî.”
Rêkeftin di demeke weha de hat ragihandin, ku ji 6’ê Adarê û vir ve li berava Sûrî li bajarên wekî Laziqiye û Tartûs li dij Elewiyan komkujî tên meşandin.
Herweha di 13’ê Adarê de anku sê roj piştî rêkeftina Abdi û Colanî, îcar Colanî destûra demborî ya Sûrî îmze kir. Destûr ji rêkeftina digel HSD’ê gelek cihê ye. Sûrî wekî Komara Erebî dimîne, serokdewlet divê musulman be, Şerîat wekî bingeha qanûnî tê pênase kirin û tê navên pêkhateyên din derbas nabin.
Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî destûr red kir û ew wekî hewldana ji nû ve hilberandina dîktatoriyê pênase kir. Durziyên Sûrî jî dibêjin, ew ne serokkomar ne jî destûrê nas dikin.

Rêkeftina HSD’ê û Colanî
Abdî û Colanî di destpêka meha Çile de dîsa li bingeha Al Dumeyr a leşkerî ya nêzî Şam’ê hatibûn cem hev û mijara wan a sereke komkirina hemû hêzên çekdar ên li Sûriye’yê di bin bana Wezareta Parastinê de bû. Abdî wê demê jî ragihandibû, ku ew dixwazin HSD bibe parçeyeke artêşa Sûrî lê belê wekî kolorduyek anku lîwayek û ew xwe fesih nakin. Herweha parvekirina derameda neftê jî hatibû nîqaş kirin. Ev rêkeftina 10’ê Adarê jî wekî berdewamiya wê hevdîtinê tê dîtin.
Beriya wê di 24’ê Kanûnê de Colanî bi nûnerên komên çekdar ên li Sûrî hatibû cem hev û hatibû ragihandin, ku hemû komên çekdar xwe fesih kirine û ketine bin bana Wezareta Parastinê. Lê belê HSD ne di civînê de beşdar bû ne jî bû parçeyeke vê rêkeftinê. Herweha Artêşa Netewî ya Sûrî, ku Tirkiye piştgiriyê didê, parçeyeke vê rêkeftinê nebû.
Lê di 10’ê Adarê de metneke rêkeftinê derket, ku 8 madeyan pêk tê. Rêkeftin çarçoveyek e û ji bo her madeyek ewê komîteyeke rêvebir were damezirandin û komîte ewê heta dawiya salê karê xwe bibin serî. Di rêkeftinê de tê gotin, ku “Civaka Kurd, civakeke resen a welatê Sûriyê ye û dewleta Sûriyeyê mafê hemwelatîbûnê û hemû mafên din ên destûrî yên Kurdan misoger dike.“
Madeya çaran jî di derbarê entegrekirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên rêveberiya Xweser a di bin bana dewleta Sûrî de ye. Herweha deriyên sînor, balafirgeh, qadên petrol û gaza xwezayî jî bi dewletê were entegre kirin.
Madeya 5’an li ser vegera xelkê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê spî ye. Hevdem dewleta Sûrî ji ber parastina wan kesan berpirsiyar e.
Destûra Nû ya demborî
Di 13’ê mehê Colanî destûra demborî îmze kir. Destûra nû ji 53 madeyan pêk tê. Di destpêka meha Adarê de Colanî ji bo amadekirina destûrê heyeteke 7 kesî tayîn kiribû. Ev destûr ewê ji bo 5 salan meriyetê de be.
Li gor destûra nû, qanûndanêrî ewê di destê Meclîsekê de be û desthilata cibicîkirinê dê di destê serokkomariyê de be. Guhertina serokkomar di desthilata Meclîsê de ye lê belê 1/3 endamên Meclîsê ewê Colanî bixwe diyar bike û 2/3 jî ewê ji aliyê komîteyekê ve werin diyar kirin, ku endamên vê komîteyê jî Colanî bixwe hildibijêre.
Serokkomarî dikare rewşa awarte ragihîne û efûya giştî di desthilata parlamentoyê de ye.
Roja ku destûra nû hate ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Îstixbaratê (MÎT) Îbrahim Kalin li Şamê bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiyan. Lê hûrgiliyên hevdîtinê ji raya giştî re nehatin aşkere kirin.