Live hören
Jetzt läuft: This land is your land von Sharon Jones & The Dap Kings

Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an COSMO Kurdî 28.07.2023 38:44 Min. Verfügbar bis 27.07.2028 COSMO


Download Podcast

Rojev

Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an

Stand: 28.07.2023, 16:17 Uhr

Sedsal beriya niha di 24’ê Tirmeha 1923’an de peymana Lozan’ê hat îmzekirin û bi vî awayî Komara Tirk hate damezirandin. Di vê peymanê de navê Kurdan û Kurdistan’ê derbas nebû û Kurd bi giştî ji bextê wan dewletan re hatin hiştin, ku li ser Kurdistan’ê hikûm dikirin. Dema mirov li sed salên buhurî dinêre bi tenê serhildan, komkujî, qirkirin, kîmyabaran, talan û asîmîlasyonê dibîne. Em jî di 100’emîn salvegera Peyamana Lozan’ê de serokê berê yê Baroya Amed’ê bi huqûqnas Emin Aktar re li ser hewa siyasî ya wê demê û herweha li ser destûra 1921’a Tirkiye’yê dipeyivin, ku qerar bû xweserî bida Kurdan.

Von Kamil Basergan

Das Schwarzweiß-Foto aus dem Jahr 1921/22 zeigt Atatürk, umgeben von Offizieren aus seinem Stab

Kemal Atatürk mit seinem Stab 1921/22

Qesrî Şîrîn, anku peymana ku cara pêşîn Kurdistan kir du perçe di sala 1639’an de di navbera împaratoriya Osmanî û Safewiyan da hat îmze kirin û bi vî awayî Rojhilatê Kurdistan’ê ji aliyên din hat qut kirin.

Peymana Sevr'ê

Ev duparçeyîbûna Kurdan heta destpêka sedsala 20’an berdewam kir lê belê piştî Yekemîn Şerê Cîhanê, Osmanî jî digel Almanan têk çûn, welatên serkeftî yên wekî Fransa û Îngîltere’yê di sala 1920’an de peymana Sevr’ê bi Osmaniyan dan îmze kirin. Li gor vê peymanê li Rojhilatê Tirkiye’yê anku li herêma Serhed’ê dewleteke Ermeniyan bihata damezirandin û li bin wê jî rêvebiriyeke bi navê Kurdistan. Li gor madeyên 62 heta 64’an qerar bû Fransa, Îtalya û Îngîltere ewê li rojhilatê Ferad’ê li wîlayetên Kurdn rêveberiyeke herêmî damezirînin û piştî salekê Kurd ewê bikaribin ji bo serxwebûnê serî Cemiyeta Milletan bidin. Hêjayî gotinê ye ev der bi tenê parçeyeke Bakurê Kurdistan’ê bû, ku Rojava û Başûr ewê ji Fransa û Îngîltere re bihatana hiştin. Peymana Sevr’ê tu caran ne ket meriyetê ji ber ku Meclîsî Mebûsan a Osmanî wê demê hat girtin û Meclîsa Mezin a Enqere’yê î peyman erê nekir.

Peymana nepenî ya Sykes-Picot

Helbet ev nexşe ne nexşeyeke nexerîb bû. Bingeha wê peymana Sykes-Picot bû, ku di 1916’an de bi awayekî veşartî di navbera Brîtanya, Fransa û Rûsya’yê de hatibû îmze kirin. Lê çima ku di 1917’an de li Rûsya’yê Bolşevîk hatin ser desthilatdariyê, Rûsya jê vekişiya û peyman ji raya giştî re hat aşkere kirin.

Peymana Lozan'ê Kurdistan kir çar perçe

Piştî peymana Sevr’ê li Tirkiye’yê şerê rizgariyê despê kir û di encamê de Tirk serketin û vê carê wekî aliyê serkeftî çûn ser maseya muzakereyan. Di 24’ê Tîrmehê ya 1923’an de peymana Lozan’ê hat îmze kirin. Ew herêmên ku qerar bû lê Ermenistan û Kurdistan bihata damezirandin dan Tirkiye’yê û xeta trênê ya Bexda’yê wekî sînora navbera Tirkiye û Sûrî hat qebûl kirin. Li aliyê din de jî kêm zêde sînora îroyîn a Tirkiye û Iraq’ê hat diyar kirin. Anku bi vî awayî Kurdistan bû çar perçe. Paşê herçend Tirkiye doza Kerkûk û Mûsilê kir jî, bi tenê ji bo demekê ji deramedên neftê par wergirt û di tatliyê de mafên xwe firot Îngîlîzan.

Di peymana Lozan’ê de navê Kurdan derbas nebû. Bi tenê gelên ne musulman ên wekî Ermenî, Rûm û Cihû wekî kêm netewe hatin qebûl kirin. Kurd ji mafên xwe yên çandî jî bêpar hatin hiştin. Ji hingî ve ne serhildanên Kurdan sekinîn ne jî zordestiya dewletên serdest.

Destûra sala 1921'an û Xweseriya Kurdan

Mijareke din jî, ku gelek tê nîqaş kirin destûra 1921’an a Tirkiye’yê ye. Ev destûr dema ku tê amadekirin şer hîna jî berdewam dike. Bi tenê 23 madeyên wê hene lê belê madeyên girîng in. Di serî de dibêje çavkaniya desthilatdariyê millet e. Û herweha dibêje gel dikare bi xwe çarenûsa xwe diyar bike û rêveberiya xwe ava bike. Jixwe di destûrê dewleta Tirk na lê belê Dewleta Tirkiye’yê tê bi kar anîn.

Li gor vê destûrê, Tirkiye wekî wîlayetan tê dabeş kirin û paşê jî qeza û nahiye tên. Her wilayet û Nahiye ji xwe şûra anku meclîsek dadimezrînê û xwe bixwe rê ve dibe. Mijarên wekî tendurustî, perwerdehî, aborî, çandinî, mederese û meseleyên civakî dîsa di destê wan şûrayên herêmî de ne. Heta di sala 1923’an de Atatürk di hevpeyvîneke rojnamegeriyê de vê yekê dubare dike û dibêje, Kurd jî ewê xwe bixwe rê ve bibin.

Lê pir naçe, anku di sala 1924’an de Meclîsa duyem tê hilbijartin û destûreke nû tê amadekirin. Destûra nû li ser esasê afirandina netewe-dewletek e û û Tirkbûn û tirkayetî tê binxêz kirin. Komara Tirk bi hişkî navendî ye û tu selahiyetan nade rêvebiriyên herêmî. Bi vî awayî tirk sozên ku dabûn Tirkan ji bîr dikin lê Kurd berdewam doza xwe dikin. Serhildanên Şêx Saîd, Serhildanên Agirî, Serhildana Dêrsimê... li hember wan jî bersiva Komara Tirk komkujî, surgin, talan û asîmîlasyon dibe.

Di dîrokê de navê Kurdistan'ê

Li gor çavkaniyê dîrokî navê Kurdistan’ê cara pêşîn di sala 1100’an de ji aliyê sultanê Seçûkiyan Sancar Beg ve hat bi kar anîn. Kurdistan paşê herweha di çendîn fermanên padişahên Osmaniyan de jî derbas dibû, ku gerokê mezin ê Tirkan Ewliya Çelebî jî herêmên Kurdnişîn digot Diyar-ı Kurdistan.

Herweha yek ji wêjevanên navdar ên Tirk Şemseddîn Samî di aksîklopediya xwe ya bi navê Qamûs’ul Alam de bi berfirehî behsa Kurdan û Kurdistan’ê dike. Wekî din Mustafa Kemal Atatürk jî di dema şerê rizgariyê de di telegrafên xwe yê ji bo eşîrên Kurdan de û çendîn axaftinên xwe de navê Kurdistan’ê bi kar dianî. Hetta di Yekemîn Meclîs’ê de ji bo wekîlên ji herêmên Kurdan, wekîlên Kurdistan’ê dihat gotin.

Lê belê piştî damezirandina Komara Tirk navê Kurd û Kurdistan’ê êdî nema hat bi kar anîn. Ji sala 1925’an û pê ve navê Kurdistan’ê bû „Şerq“, di salên 50’î de bû „Başûr û Rojhilatê Anatolya’yê, ji sala 1984’an heta 2002’an „Herêma Rewşa Awarte“ anku OHAL.

Herçend piştî 2002’an heta 2015 serokwezîrê wê demê Erdoğan çendîn caran behsa Kurdistan’ê kir û got ew rastiyek e, lê îro jî gelek kes tenê ji ber bi kar anîna navê Kurdistanê tên darizandin û dikevin zindanê.