Live hören
Jetzt läuft: I P’ ME, TU P’ TE von Geolier

Mûsil: 10 salên piştî Daiş'ê COSMO Kurdî 21.06.2024 27:47 Min. Verfügbar bis 21.06.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Mûsil: Deh sal piştî Daiş'ê

Stand: 23.06.2024, 12:08 Uhr

Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû. Rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike.

Von Kamil Basergan

Symbolbild: Flaggen der sogenannten Terrormiliz "Islamischer Staat"

Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di hezîrana 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê. Daiş’ê ne tenê xelkê bajêr û der û dora wê girtin, kuştin û derbeder kirin herweha ziyaneke mezin jî da binesaziyê. Rayedarên Iraq’ê radigihînin, ku dora ji sedî 70’ê binesaziya bajêr bi destê Daiş’ê hatiye rûxandin.

Di dehemîn salvegera rizgarkirina Mûsil’ê de, ji Kerkûk’ê rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike. Herweha endamê encûmena bajêr a Mûsil’ê yê ji Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (KDP) Admed Kiki di hevpeyvîna xwe ya digel AVA-News de behsa rewşa siyasî ya bajêr dike.