Lihevhatina Erdoğan û Esad COSMO Kurdî 26.07.2024 42:53 Min. Verfügbar bis 26.07.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Lihevhatina Erdoğan û Esad

Stand: 26.07.2024, 16:00 Uhr

Piştî du salan Erdoğan careke din hewlê dide bi serokê Sûrî Beşar Esad re were cem hev. Vê carê Esad bi zimanekî nermtir bersiv da lê belê hîna jî diyar nîne ka civîn ewê pêk were yan na û pêk were jî li ku û di bin çi şert û mercan de. Ji Rêxistina Civil Wave PÊL Ferhad Ehmê vê hewldanê û senaryoyên pêkan dinirxîne.

Von Celil Kaya

Recep Tayyip Erdogan und Baschar al-Assad

Serokkomarê Tirk Erdoğan çend roj berê li ber rojnameger peyivî û got:  Min banga xwe ya ji bo birêz Esad a du hefte berê dubare kir. Min got yan were welatê min yan jî li welatekî sêyem em rûnêkin û hevdîtinekê bikin. Min wezîrê xwe yê derve ji bo vî karî wezîfedar kir. Ême dilê me ji hev mabû înşallah emê bi vî awayî vê xeyidînê çareser bikin û dest bi pêvajoyeke nû bikin.

Erdoğan bangeke heman rengî du sal berê jî kiribû. Wê demê bersiveke him tund him jî rasterast ji serokê Sûrî Esad hatibû: Beşar Esad gotibû: Ma ezê çima bi Erdoğan re werim cem hev? Ji bo em ji xwe re ava mêwa vexwin? Na em armanceke aşkere, zelal dixwazin. Em dixwazin Tirkiye ji axa Sûrî vekişe lê Erdoğan dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûrî rewa nîşan bide. Lewma em nikarin bi hikûmeta Erdoğan re rûnêkin.

Erdogan-Assad

Lê vê carê bersiva Esad li gor berê hinekî din nermtir bû. Lê wî dîsa meseleyên sereke binxêz kirin. Esad di berisva xwe ya nivîskî de pêşî got ew amade ne têkiliyên xwe yên digel ciranên xwe baştir bikin lê belê hemû hevdîtin divê aşkere werin kirin. Anku Esad naxwaze rêkeftinên nepenî hebin lê soz û waad hebin, ku ji raya giştî re werin aşkere kirin. Hevdem Esad vê carê şert û merc dananî pêşiya Erdoğan lê belê bal kişand ser huqûqa navnetewî û serweriya dewletan û têkoşîna dij terorê.

Li ser bersiva Esad vê carê wezîrê karên derve yê Tirkiye’yê Hakan Fîdan peyvivî û got: Em helwesta xwe ya beranber muxalîfên Sûrî naguherînin. Biryar û îradeya azad a muxalîfên Sûrî ji bo me esas e. Em wekî welatekî mezin û wefadar nabe ku fîdakariya wan ji bîr bikin. Lê dîsa jî ev birayên me ewê bixwe biryara xwe bidin, ka ewê di çi çarçoveya navnetewî de digel rejîma Sûrî bikevin danûstandinekê.

Lê ka Tirkiye çiqas welatekî wefadar e, ev yek bi şik û gûman e. Ji ber ku Erdoğan şeş sal berê bi awayekî din dipeyivî. Erdoğan wê demê digot, em nikarin bi Esad re werin cem hev ji ber ku Esad terorîstek e, ku terora dewletê dimeşîne. Heger em bi wî re li hev bikin, wê demê ev dibe bêbextiyek ji bo milyonek xelkê Sûrî, ku bi destê Esad hatine kuştin.

Syriens Präsident Bashar al-Assad und Russlands Präsident Putin

Syriens Präsident Bashar al-Assad und Russlands Präsident Putin (Archivbild 2006)

Helwdana Duyem

Tirkiye di dawiya 2022ân de bi hêsankariya Rûsya’yê gaveke heman rengî avêtibû û xwestibû têkiliyên xwe yên digel rejîma Sûrî normal bike. Wezîrên parastinê yên Tirkiye û Sûrîye’yê li Moscowa’yê hatibûn cem hev û paşê bi beşdariya Îran’ê re wezîrên derve yên her çar welatan di Gulana 2023’an de hatibûn cem hev. Lê belê pêvajoya ji ber hilbijartinên li Tirkiye’yê hatibû cemidanin.

Niha Erdoğan careke din hewlê dide û di dawiya meha Hezîranê de nûnerê taybet ê Rûsyay’yê ya Rojhilatê Navî Alexander Lavrentiev çû seredana Beşar Esad. Piştî hevdîtinê Ajansa Nûçeyan a Sûrî ragihand Esad amade ye ji bo pêşdebirina têkiliyên di navbera Şam û Enqere’yê de. Ajansê herweha nivîsî, ku meseleyên sereke yekparebûna axa Sûrî û têkoşîna li dij terorê ye. Esad herweha binxêz kiriye, ku serkeftina hemû hewldanan bi rêzgirtina serwerî û seqemgîriya Sûrî re girêdayî ye. Hêjayî gotinê ye, di daxuniya Esad de behsa vekişîna leşkerên Tirk ên ji Sûrî ne hat kirin lê belê rêzgirtina serweriya Sûrî hat binxêz kirin.

Erdoğan du roj piştî vê daxuyaniyê got, ême tu armanc yan mebesta me nîne ku em di karên navxweyî yên Sûrî de desttêwerdanê bikin. Ev yek jî wekî bersiva daxuyaniya Esad hat şîrove kirin. Hevdem Tirkiye ji Rejîma Esad dixwaze, ku bi ya biryara hejmar 2254 a Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bike, ku digel muxalefetê destûreke nû were nivîsandin û li Sûrî hilbijartin werin li dar xistin. Jixwe peyama wezîrê derve yê Tirk Hakan Fîdan jî di vê çarçoveyê de ye.

Rûdanên Herêmê

Pispor herweha dibêjin, rûdanên li Rojhilatê Navîn jî yek ji sedemên vê hewldanê ne. Şerê Hama û Îsraîl’ê, ku ji Cotmeha 2023’an û vir ve berdewam dike, dikare di serî de li Lubnan’ê li seranserî Rojhilatê Navîn berbelav be. Di rewşeke weha de pêkan e, ku Îsraîl ne tenê êrîşî Lubnan’ê bike lê herweha baregehên Îran’ê yên li Sûrî jî. Lewma Sûrî hewce dibîne, ku nêzî Tirkiye’yê bike.

Herweha biryar bû li Bakur û Rojhilatê Sûrî an ku li herêmên Rêveberiya Xweser hilbijartin bihatana li dar xistin û peymana civakî bihataya erê kirin. Ev yek dê meşrûîyetek bidana rêveberiya xweser. Lewma Tirkiye bi tundî li dij derdiket û hilbijartin heta meha Tebax’ê hatin paş de avêtin. Rejîm jî dixwaze di vî warî de digel Tirkiye’yê ji nêz ve hevkariyê bike.

Faktoreke din, ku pispor balê dikişînin encamên hilbijartina serokkomariyê ya Îran’ê ne. Tê gûman kirin, ji ber ku piştî tundrew Reîsî, Pezişkiyan ê reformxwaz bû serokkomarê Îran’ê, Sûrî ewê hinekî serbesttir be di warê biryarên xwe de. Herweha encamên hilbijartinên serokkomariya Amerîka’yê jî yek jî faktorên sere ye di vê pêvajoyê de.