Live hören
Jetzt läuft: Sweet feeling von Lizz Wright

Karvedanên mirina Reîsî COSMO Kurdî 24.05.2024 27:46 Min. Verfügbar bis 24.05.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Karvedanên mirina Reîsî

Stand: 24.05.2024, 16:25 Uhr

Serokkomarê Komara Îslamî ya Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezayeke helîkopterê de mirin.Ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw Shler Bapiri karvedanên mirina Reîsî ya ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrova dike.

Von Kamil Basergan

Särge des Präsidenten Ebrahim Raisi und seiner Gefährten, welche bei einem Hubschrauberabsturz in der iranischen Stadt Mashhad ums Leben kamen, 23.05.2024.

Serokkomarê Komara Îslamî ya Îran’ê Îbrahîm Reîsî û şandeya pê re hefteya buhurî dema ku Azerbaycan’ê vedigeriyan helîkoptera wan li herêma Culfayê ya Tewrêz'ê ket xwarê. Di encama qezayê de ji bilî Reîsî Wezîrê Karên Derve yê Îran'ê Husên Emîr Abdulahiyan, Parêzgarê Azerbaycan'ê Melik Rehmetî, Muftiyê Tewrêz'ê Ayetullah El Haşim jî jiyana xwe ji dest dan.

Rettungskräfte nach dem Absturz des Hubschraubers mit dem iranischen Präsidenten Ebrahim Raisi in Varzaqan

Biryara 3 hezar îdaman dabû

Îbrahîm Reîsî yek ji kadroyên pêşeng ên Şoreşa Îslamî ya Îranê bû û piştî şoreşa sala 1979an li herêmên cuda wekî dozger xebitî. Di sala 1985'an de wekî Alîkarê Dozgerê Giştî yê Tehranê dest bi kar kir. Li gorî rêxistinên mafê mirovan û muxalefeta Îranê rola Reîsî wekî Alîkarê Dozgerê Giştî yê Tehranê biryara îdamkirina 3 hezar kesan daye.

Di hilbijartinên Serokkomariyê yên sala 2021ê de Îbrahîm Reîsî ji sedî 62'ê dengan wergirtibû û bûbû 8'emîn Serokomarê Îran'ê. Amerîka'yê ji ber îdamên sala 2019'an û biryarên Reîsî yên li ser îdaman navê wî xistibû lîsteya kesên ambargo li ser.

Ji Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw Shler Bapiri karvedanên mirina Reîsî ya ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike.