Hevwelatîbûn. COSMO Kurdî . 26.05.2023. 28:25 Min.. Verfügbar bis 25.05.2028. COSMO.
Rojev
Hevwelatîbûn hêsan dibe
Stand: 27.05.2023, 21:39 Uhr
Hikûmeta koalîsyonê li guhertinên qanûna hevwelatiyê li hev kir. Him hevwelatîbûn tê hêsan kirin him jî ji bo hevwelatiyên Tirkiye’yê riya cote-hevwelatî tê vekirin.
Hikûmeta koalîsyonê di warê guhertinên ser qanûna hevwelatiyê li hev kir. Li gor vê yekê him hevwelatîbûn tê hêsan kirin him jî ji bo hevwelatiyên Tirkiye’yê riya cote-hevwelatî tê vekirin.
Heta niha diviyabû kesek herî kêm 8 salan li Almanya’yê bijî, da ku bikaribe serî li hevwelatîbûnê bida lê belê ev mawe dadikeve 5 salan. Herweha kesên ku temenên wan ser 67 de be, êdî ne hewce ye bikevin ezmûna nivîskî ya zimanê Almanî, bi tenê axaftina bi Almanî bes e. Wekî din hevwelatiyên Tirkiye’yê dema ku derbasî hevwelatîbûna Almanî dibûn, diviya dev ji hevwelatiya Tirk berdin. Lê belê êdî ew şert jî hat rakirin.