Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan COSMO Kurdî 20.10.2023 29:44 Min. Verfügbar bis 19.10.2028 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Filistîn-Îsraîl, Kurdistan-Tirkiye

Stand: 19.10.2023, 19:25 Uhr

Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye. Piştî êrîşa kujer a Hamas’ê, Îsraîl niha amadekariya dagirkirina Xeza’yê dike û herweha herêmê bênavber bombebaran dike. Hevdem xwepêşandanên ji bo piştgiriya gelê Xeza’yê li Almanya’yê tên li dar xistin, ku tê de gelek caran alozî rû didin. Hin xwepêşandan çima ku tê dijminahiya cihûyan tê kirin tên qedexe kirin. Vê yekê li Almanya’yê nîqaşa dijminahiya cihûyan a di navbera civaka koçberan de jî vekir.

Von Celil Kaya

Teilnehmer einer verbotenen Pro-Palästina-Demonstration zünden in der Nähe der Sonnenallee im Bezirk Neukölln Pyrotechnik

Rojhilatê Navîn careke din dikele

7’ê mehê Hamas’ê dora 5 hezar mûşek avêtin ser Îsraîl’ê û di heman demê de bi ser erdê re jî sînora Îsraîl’ê derbas kir. Di encama van êrîşên suprîz de zêdeyî hezar û 400 kes hatin kuştin. Hamas’ê herweha herî kêm 203 kes jî wekî rehîne birin.

Helbet Îsraîl’ê jî bi tundî bersiva êrîşa Hamas’ê da û bombe barandin ser Xeza’yê. Wezareta Tendurustiyê ya Xeza’yê ragihand, ji 7’ê mehê û vir de di encama êrîşên Îsraîl’ê de zêdeyî 3 hezar û 500 kes hatin kuştin û hejmara birîndaran jî dora 13 hezar e.

Herî dawî roja Çarşemê di encama êrîşeke mûşeyî ya ser nexweşxaneyeke Xeza’yê de herî kêm 471 kes hatin kuştin. Hamas’ê ji ber êrîşê Îsraîl’ê tawanbar kir lê belê Îsraîl îddîa dike, ku mûşeka ku li nexweşxaneyê ketiye ya Cîhada Îslamî ye.

Dezgehên Îsraîlî ragihand, ji ber êrîşê li Şeria Rojava zêdeyî 524 bergûmanên Filistînî hatine girtin, ku tê îddîa kirin 330 ji wan endamên çalak ên Hamas’ê ne.

Ev çend roj in, leşkerkêşiya Îsraîl’ê ya ser sînora Xezza’yê jî berdewam e. Îsraîl ji aliyekî ve amadehiya dagirkirina Xeza’yê dike, ji aliyê din de jî bang li xelkê herêmê dike, ku ber bi sînora Misir’ê ve biçin. Wekî din Xeza hatiye dorpêç kirin û li herêmê ne ceyran, ne av ne jî xwerek bi dest dikeve.

Mahnwache Israel Leverkusen

Di nav mirî û rehîneyan de Alman jî hene

Hikûmeta Almanya’yê ragihand, di encama êrîşên Hamas’ê de çendîn hevwelatiyên Alman jî hatine kuştin lê belê hejmar heta niha ne zelal e lê tê gûman kirin, kêmî 10 kesan be. Herweha di nav rehîneyên di destê Hamas’ê de herî kêm 8 hevwelatiyên Alman jî hene, ku herî kêm yek ji wan kesan tevî malbata xwe hatiye revandin. Pirraniya rehîneyên Alman jî xwedî cot-hevwelatî ne.

Hikûmeta Federal ragihand, tu têkiliya wan a digel rehîneyên Alman pêk nehatiye û bang li Hamas’ê kir ku rehîneyan bê şert û merc serbest berde. Ji aliyê din de, hefteya buhurî Wezareta Derve ya Alman 2 hezar û 800 hevwelatî û malbatên wan bi firokeyên taybet ên Lufhansa’yê anîne Almanya’yê. Herweha artêşa Alman jî dora 300 hevwelatî bi firokeyên xwe anîne welêt.

Frau mit Plakat "Kindermörder Israel"

Eine Teilnehmerin hält am Samstag (17.01.2009) in Hamburg ein Transparent mit der Aufschrift "Kindermörder Israel" während einer Demonstration gegen den Gaza-Krieg hoch.

Xwepêşandanên li Almanya’yê û dijminahiya cihûyan

Şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de yekser li Almanya’yê jî deng veda. Serokwezîr Olaf Scholz piştgiriyeke zelal a ji bo Îsraîl’ê ragihand, di şerê wê yê dij Hamas a tundrew a îslamî. Scholz di heman demê de got Almanya ewê alîkariya xelkê sivîl a Xeza’yê jî bike.

Şerê li Rojhilatê Navîn rê li aloziyên li bajarên Almanya’yê jî vekir. Piştî êrîşa Hamas’ê ya 7’ê Cotmehê û bersivdayina Îsraîl’ê li Almanya’yê li dij sînagogeke cihûyan bi kokteylên molotofî êrîş pêk hat. Hevdem li gelek bajaran çendîn xwepêşandanên ji bo piştgiriya Xeza’yê jî hatin li dar xistin. Roja Çarşemê di xwepêşandanên li Berlîn’ê de di navbera polîsan û xwepêşandêran de alozî derket, ku hat ragihandin 65 polîs hatine birrîndar kirin. Wê şevê 174 xwepêşandêr jî hatin girtin û di derbarê 65 ji wan de lêpirsîn hat dest pê kirin.

Xwepêşandanên ji bo piştgiriya Filistin’ê careke din rê li nîqaşên dijmaniya cihûyan a li Almanya’yê vekir, ji ber ku di xwepêşandanan de çendîn dirûşmeyên dij dewleta Îsraîl’ê û cihûyan hatin qêrîn. Di derbarê xwepêşandan û aloziyan de di Bundestag’ê de jî nîqaş hatin meşandin. Serokwezîr Scholz jî got, hêzên ewlekariyê ewê rê nede dirûşmeyên antîsemîtîk û pesndana şîddetê û hewce be xwepêşandên bi vî rengî ewê werin qedexe kirin jî. Berdevkê koma parlamenterî ya CDU Friedrich Merz jî wekî hikûmetê got divê li hember dijminahiya cihûyan helwesteke zelal a hişk were nîşan dayîn.

Der israelischer Ministerpäsident Benjamin Netanjahu mit Bundeskanzler Olaf Scholz am 16.03.2023.

Di nîqaşên dijminahiya cihûyan der hertim koçberên musulman derdikevin pêş. Ji CDU endamê Bundestag Alexander Hoffman got, kesên ku mafê hebûnê ya dewleta Îsraîl’ê qebûl neke nabe ku li Almanya’yê mafê penaberî yan rûniştinê bistîne û dema di wergirtina hevwelatiya Alman de mirov aşkere bêjin, ku ew mafê dewletbûna Îsraîl’ê nas dikin.

Endama Bundestag Lamya Kaddor a ji partiya Keskan jî got, nabe ku mirov dijminahiya cihûyan wekî pirsgirêke îthal bibîne. Kaddor got, di nav Almanan de jî têra xwe dijminahiya cihûyan heye û nabe ku mirov dijminahiya cihûyan bi tenê wekî pirsgirêkeke penaber û koçberan bibîne. Ev helwest çareseriyekê nikare bîne.

Wezîrê navxweyî yê NRW’ê Herbert Reul jî got, herçend li vî welatî mafê xwepêşandanê hebe jî nabe ku dijminahiya cihûyan were kirin û pesnê kuştina mirovan were dayîn. Wî jî got dijminahiya cihûyan ne tenê karê koçberan e. Serowezîrê NRW’ê got, wan heta niha ev mesele hinek paşguh kiribe jî di xwepêşandanan de diyar e, ku di wan kesan de, ku dijminahiya cihûyan û deewleta Îsraîl’ê dikin, ne tenê rastgirên tundrew û koçber hene lê herweha çepgirên radîkal jî hene.