Rewşa Sûriye û Rojava. COSMO Kurdî . 25.04.2025. 28:31 Min.. Verfügbar bis 25.04.2030. COSMO.
Audio Download . Download mit LINUX: Rechte Maustaste und "Ziel speichern unter" oder "Link speichern unter". RSS: Podcast .
ROJEV
Çi li benda Rojava û Sûrî ye
Stand: 27.04.2025, 17:58 Uhr
Piştî ku HTŞ hat ser desthilatdariya Sûrî li welêt hewldanên guhertinê hene. Lê belê di vê serdemê de karîgeriyên desttêwerdanên ji derve ji her demê bêhtir in. Lê sibêrojeke çawa li benda Rojava û Sûrî ye? Em jî vê heftê ji GfbV Dr. Kemal Sido re, ku niha li Rojava ye û herweha bi rojnameger Siruan Haj Hussein re li ser rewşa niha û sibêroja Rojava û tevahiya Sûrî dipeyivin.
Von Kamil Basergan

Piştî ku rejîma Sûrî di dawiya sala 2024’an de bi awayekî pêşbînî nekirî di nav 8 rojan de ket û Heyet Tahrir’uş Şam HTŞ’ê û hevalbendên wê hatin ser desthilatdariyê jî aloziyên li Sûriye’yê ranewestiyan.
Ji aliyekî ve, Tirkiye û cîhadîstên pê re êrîşên xwe yên ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam kirin, ji aliyê din de jî li herêmên berav ên welêt komkujiyên li dij Elewiyan pêk hatin.

Herçend vê dawiyê di navbera fermandarê HSD’ê Mezlûm Abdî û serokdewletê nû Ehmed Şera de rêkeftinek hat îmzekirin jî, destûra demborî ku hat ragihandin ji vê rêkeftin û bi vî awayî jî ji bendewariyên gelê li Bakur û Rojhilatê Sûrî gelek cihê ne.

Di şerê navxweyî yê Sûrî de hertim aliyên ji derve, geh bi awayekî rasterast geh bi awayekî nerasterast beşdar bûn. Bi ketina rejîmê re, du hevalbendên wê yên xurt, Îran û Rûsya jî niha nikarin li welêt roleke berbiçav bilîzin. Hevdem, Îsraîl karîgeriya xwe ya li welêt xurttir dike, ku ev yek rê li nîgeraniya Tirkiye’yê vedike, ku hîna parçeyeke Sûrî di bin dagirkeriya wê de ye. Rola Amerîkiyan jî niha bêhtir tê nîqaş kirin, bi taybetî piştî ku hat ragihandin Dewletên Yekbûyî yên Amerîka’yê plansaziya vekişîna Sûrî dike.