Live hören
Jetzt läuft: 66 von Felo Le Tee & Myztro

Almanya li dij rastgiran ser piyan e COSMO Kurdî 26.01.2024 27:47 Min. Verfügbar bis 25.01.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Almanya li dij rastgiran ser piyan e

Stand: 25.01.2024, 16:15 Uhr

Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin.

Von Celil Kaya

Menschen mit Schildern auf der Demo "Demokratie verteidigen" in Bielefeld

Serokkomar Steinmeier, ku niha li Vîetnam û Tayland'ê peymanên ji bo hatina karkerên biyanî girê dide, di derbarê xwepêşandanên dij partiya rastgir AfD de, peyivî û pesnê wan xwepêşandanan da. Serokkomar got, "Ez bi xwe ewle me, ku xwepêşandanên, ku vê dawiya heftê bi rê ve çûn peyameke aşkere bû, ku demokratên welatê me rabûn ser piyan û bi hev re gotin em li welatê rastgirên tundrew naxwazin. Ev yek bi rastî peyamek e, ku em dikarin pê serbilind bin, bi taybetî jî em îsal 75’emîn salvegera destûra civakeke azadîxwaz û vekirî pîroz dikin."  Serokkomar Steinmeier herweha got, ev xwepêşandan, ku tê de dora milyonek kes beşdar bûn, zengilên şiyarkirinê ye, ku  di vî warî de hikûmet û muxalefet bi hev re kar bikin.

Civîna bi dizî ya rastgiran

Sedema wan xwepêşandanan civîneke nepenî ya rastgiran bû, ku tê de endamên partiya rastgir a dijkoçberan AfD’ê jî beşdar bûbûn. Civîna ku di meha Mijdarê de li Postdamê pêk hatibû, du hefte berê ji aliyê Correctiv ve hatibû eyan kirin. Helbet ev ne yekem civîna bi vî rengî bû, ku tê de rastgiran plansaziya li dij koçberan dikirin. Lê belê vê carê rewşa cihê bû dibêje, rojnamegerê Correctiv Justus von Daniel. Rojnameger Daniel dibêje mijar ne tenê pêşîlêgirtina hatina koçberên nû bû. Yan jî mirov bi koçberên bê îqame çawa muamele bike. Nîqaş herweha li ser vegerandina koçberan ya rast sirgûn kirina bi milyonanan koçberan a ji Almanya’yê bû, ku koçberên hevwelatiyên Almanya’yê jî di nav wan de ne.

AfD-Mitglieder nehmen an Geheimtreffen teil

AfD-Mitglieder nehmen an Geheimtreffen teil

Civîna bi dizî, ku ji aliyê rojnamegerên Correctiv ve hat eyan kirin, ne tenê li cem siyaseta Alman lê herweha li cem civakê jî gelek deng veda û rê li nerazibûnan vekir. Ji hingî ve li, seranserî Almanya’yê bi sed hezaran kes derketin kolanan.

Lê ev yek wê rastiyê naguherîne, ku partiya AfD her ku diçe dengên xwe zêde dike û li gor rapirsiyan, rêjeya dengên wê digihîjin ji sedî 23, anku AfD dibe duyemîn partî di hilibijartinan de. Hêjayî gotinê ye ev rê li eyaletên rojhilat digihîne ji sedî 30’î.

AfD bi gotarên dijkoçberan xurt bû

Koçberî mijarek e, ku tu caran ji rojeva Almanya’yê nakeve. Lê belê ji 2015’an û vir ve ev mijar hertim rê li nîqaşên mezin vedike. Li gor rapirsiyên ARD Deutschlandtrend ji sedî 44’ê xelkê li Almanya’yê koçberiyê wekî mezintirîn pirsgirêka welêt dibînin. Mijarên wekî xizaniya di pîrîtiyê de, enflasyon û aborî jî li dû vê mijarê tên. Di nav partiyên siyasî de, ewa ku xwedî gotara herî hişk a dij koçberan e, AfD ye û dengê wê ji sala 2022’an de berdewamî zêde dibe.

Demo gegen AfD - Transparent "Nazis Raus!"

AfD di sala 2013’an de di naverasta qeyrana penaberan de hatibû damezirandin û gotarê dij koçberiyê di sala 2017’an de ketibû Bundestag anku parlamentoya federal. Ev salek e jî ji ber têkçûna aboriya Alman û enflasyona zêde xurtbûna AfD’ê careke din bilez bû.

Cotmeha buhurî AfD’ê li Bayern û Hessen’ê dengên xwe bi zelalî zêde kiribûn. Li Bayern’ê AfD’ê dengên xwe dora ji sedî 6 zêde kir û bi rêjeya dora ji sedî 15 bû partiya duyem. Herweha li Hessen’ê jî AfD’ê dengên xwe dora ji sedî 5 zêde kirin û bi rêjeya dora ji sedî 19 pêşiya SPD û Keskan bû partiya duyem. Li van herdu eyaletan hikûmet dîsa bi pêşengiya CDU/CSU hatin damezirandin û AfD li der ve hat hiştin. Lê rastiyek heye, ku encam nîşan didin, ku Almanya ber bi rast ve diçe.

AfD bi taybetî li eyaletên rojhilat xurt e

Biryar e di meha îlonê de li eyaletên Brandenburg, Sachsen û Thüringen’ê hilbijartin werin li dar xistin. Tê çaverê kirin, ku AfD li van eyaletan zêdeyî ji sedî 30 dengan wergire û wekî partiya yekem derkeve. Lê beriya wan di meha Hezîranê de hilbijartinên ji bo parlamentoya Ewropî hene herweha li cem 9 eyaletan jî hilbijartinên herêmî.

AfD jî di kampanyayên hilbijartinan de li ser mijarên penaberî û koçberiyê hûr bû. AfD dixwaze bi milyonan penaber û koçber ji Almanya’yê werin dersînor kirin, bi taybetî jî yên ji Afrîqa û Rojhilatê Navîn hatine. Lêkolîn jî nîşan didin, vê gotara radîkal ên dijkoçberan a AfD ji rasgir, ji çepgir û ji navendê anku ji her aliyên siyasî xelk kişandin ber xwe. Bi vî awayî AfD di nav nifşa ciwan de bû partiya duyem.

Partiyên desthilatdariyê jî ev meyla hilbijêran dîtibû û li gor wê jî gotarên xwe yên li dij penaber û koçberan tûj kiribûn. Lê belê taliya talî vê yekê nikaribû pêşî lê bigire, ku partiyên mezin dengên xwe ji dest bidin.

Das Bild zeigt viele Lichter vor dem Reichstagsgebäude bei der Demo am 21.01.2024.

Alternatîfa qedekirina partiyên siyasî

Li aliyekî ve nîqaşên qedexe kirina AfD’ê didomin lê ji aliyê din de jî dadgeha destûrî ya li Karlsruhe biryaara xwe li ser partiyeke din a rastgir aşkere kir. Dadgehê partiya rastgir a Heimat ji bo 6 salan ji piştgiriya xezîneyê û îmtiyazên bac û bexşên diravî bê par hişt. Partiya Heimat berdewamiya partiya NPD anku Nationaldemokratische Partei Deutschlands e, ku di sala 2023’an de navê xwe guherandibû.

Di sala 2017’an de li dij NPD dozek li cem dadgeha destûrî hatibû vekirin. Dadgehê daxwaza qedexekirinê red kiribû lê gotibû NPD ji bo pergala destûrî ya demokratîk a Almanya’yê xeterek e. Dadgehê di biryara xwe ya vê dawiyê de bal kişand ser wekheviyên di navbera partiya Die Heimat û Nationalsozialistan. Dadgehê got, pênasekirina gelê Almanya’yê li ser esasên etnîkî û helwesta dijminahiya cihûyan û dijiminatiya li hember pergala demokratîk wekheviyên aşkere ne.

Li ser vê biryara dadgehê di sala 2017’an di destûra bingehîn de guhertinek hatibû kirin û kurt kirina piştgiriya xezîneyê ya ji bo partiyê siyasî lê hatibû zêde kirin. Di sala 2019’an de vê carê li dij berdewamiya NPD’ê, ji bo partiya Die Heimat doza qedexekirinê hatibû vekirin. Dadgehê careke din daxwaza qedekirinê red kir lê vê carê ji bo cara pêşîn biryar da, ku partiyeke siyasî ji piştgiriya xezîneyê bêpar were hiştin.

Niha partiyên siyasî û hikûmeta federal nîqaş dike ku vê carê li dij AfD’ê serî li dadgeha destûrê bidin. Wezîra Navxweyî Faeser jî got, herçend şert û mercên qedexe kirinê çiqaş giran bin jî, vê biryara hanê amûreke din daye destê wan û ne tenê ji bo partiya Die Heimat lê herweha ji bo partiyên din jî.