100 sal paşê: Peymana Lozan'ê û Kurd. COSMO Kurdî. 28.04.2023. 34:04 Min.. Verfügbar bis 27.04.2028. COSMO.
Rojev
100 saliya Peymana Lozan'ê
Stand: 27.04.2023, 18:25 Uhr
Di destpêka sedsala 20'an de Tirkiye, Iraq û Sûriye bi parçekirina Kurdistan’ê hatin damezirandin û gelê Kurd bê dewlet û statu hatin hiştin. Têkoşîna statuyê ya Kurdan berdewam e.
Von Kamil Basergan
Kemal Atatürk mit seinem Stab 1921/22
Di destpêka sedsala 20'an de netewe dewletên Tirkiye, Iraq û Sûriye bi parçekirina Kurdistan’ê hatin damezirandin û çaremin mezintirîn gelê Rojhilatê Navîn anku Kurd bê dewlet û statu hatin hiştin. Kurdên ku li Îran’ê bûn, ew jî çarenûsa wan wekî perçeyên din bû.
Das Osmanische Reich vor dem 1. Weltkrieg 1914
Ev parçekirina Kurdistan’ê bi îmzekirina Peymana Lozan’ê ya sala 1923’an pêk hat, ku tê de ne behsa Kurdan ne jî behsa mafên wan hatin kirin. Ji hingî ve wan dewletan li ser Kurdan polîtîkayên pişavtinê û carna jî komkujî meşandin lê belê berxwedana Kurdan jî pê re berdewam kir.
Adoptivkind von Atatürk und erste Kampfpilotin der Welt: Sabiha Gökçen (links)
Anku herçend 100 sal bi ser de buhurî be jî, Peymana Lozan’ê îro jî karvedaneke mezin li ser Kurdên her perçeyî dike. Bi boneya sed saliya wê ji Zanîngeha Silêmanî bi Dr. Hîwa Ezîz li ser Peyman û bandorên wê yên ser roja me ya îroyîn dipeyive.