Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Nivîskar û wergêr Kawa Nemir romana nivîskarê Îrlandî James Joyce a bi navê Ulysses, ku otorîte dibêjin wergerandina wê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, wergerand bo Kurdî.
Musîkjenê Kurd Saman Mustafa parçeyeke projeya bi navê “Newayên Bêsînor” e. Di çarçoveya vê projeyê de newayên Kurdî bi karîgeriya muzîka rojavayî tê hûnandin.
Şanoger û şanonivîs Mîrza Metin him dîrok û sibêroja şanoya Kurdî rave dike him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî dipeyive, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike.
Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman ê bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de bi hevre dijîn.
Malbata Bedîrxaniyan ji bo ziman û çanda Kurdî girîng in. Miqdat Bedîrxan yekem rojnameya Kurdî derxist û zimanzan Celadet Bedîrxan jî wekî bavê Kurmanciya nûjen tê nas kirin.