Hunermend Şivan Perwer, bi navê xwe yê nifûsê Ismail Aygün di sala 1955’an de li Wêranşar a Ruha’yê hatiye dinyayê. Lê malbata wî bi eslê xwe Midyat’a Mêrdîn’ê ye. Şivan Perwer wekî navê xwe di piçûktiya xwe de şivaniyê dike lê belê bi dengên denbêjan mezin dibe. Paşê di destpêka salên 70’î de ji bo xwendina beşa Matematîkê diçe Enqere’yê û li wir herweha dest bi strangotinê dike. Helbet bi Kurdî. Bi hezaran kes tên konserên wî. Yekem albûma wî ya bi navê Govenda Azadîxwazan di 1975’an de dertê. Di vê albûmê bi tenê dengê Şivan û tembûra wî heye. Di albûmê de gotinên stranên ey karker û xebatkar, bila bihar bi xêr bê, ka Kurdistana min û felek yên Cigerxwîn in. Ya stranên hêstirên min dibarin û Ey felek jî ya Mihemed Şêxo ne.
Şivan ji ber stranên xwe tê girtin jî. Di 1976’an de neçar dimîne û berê xwe dide Almanya’yê. Pêşî li Köln’ê bi cih dibe û berhemanîna stranên xwe berdewam dike. Albûma î ya Hevalê bar giran im di 1976’an de der tê. Albûm albûmeke siyasî ye. Tê de pesnê Lenîn jî tê dayîn. Herweha stranek jî di derbarê Paul Reboseon de ye ku sembola berxwedana reşikên li Amerîka’yê ye li hember cudakariya nijadî. Di vê albûmê de jî tenê dengê şivan û tembûra wî heye. Ji bilî stranekê, hemû best jî yên şivan in. Û di vê albûmê de jî çendîn helbestên Cegerxwîn hene.
Li dû wê 1977’an de albûma Herne Pêş tê. Hunermend di vê albûma xwe de ji bilî Ey Reqîn du marşên din jî dixwîne ku ji wan Herne Pêş gelek bi nav û deng dibe. Wekî di du albûmên berê stranên Şivan bi peyamên siyasî dest pê dikin. Di sala 1978’an de îcar albûma Ey Ferat derdikeve. Şi van di vê albûmê de ji bilî stranên polîtîk cara pêşîn strana Xezala Xelatê ya Mihemed Arif Cizrawî dixwîne. Herweha marşa Şîlî ya Venseremos jî bi Kurdî di vê albûmê de ye. Xanima min jî straneke din a ji albûmê ye, ku gelek hatiye hez kirin. Yek ji stranên ku Şivan herî zêde pê tê naskirin. Strana Kîne Em. Ev albûm di 1979’an der tê. Şivan helbesta Mamoste Cegerxwîn beste dike û distrê. Stran gelek deng vedide. Û dibe derfetek ji bo girseyan ku nasnameya xwe ya Kurdîtiyê biqîre. Herweha strana Keça Kurdan, ku bi dengê stranbêj Aynûr careke din navdar bû, bi serevanê girîng e jin û mêr tev rabin di vê albûmê de ye.
Di Albûma Hay Dil de, ku di sala 1980’ê derdikeve, cara pêşîn ji bilî tembûrê amûrên din jî tên bi kar anîn. Herweha di vê albûmê cara pêşîn ji bilî Kurmancî, îcar bi Soranî û Zazakî jî distirê. Şivan di vê albûmê de îcar bêhtir ji bo rençber û cotkaran peyamên dij feodalan dide. Li dû wê albûmê jî bi dorê re albûmên Gelê Min Rabe, Agirî tên. Albûma Bilbilo/Ferzê, ku di 1983’an de tê weşandin, ji bo Şivan werçexanek e. Produktoriya vê albûmê Şanar Yurdatapan dike. Di albûmê de di şûna stranên siyasî de îcar bêhtir stranên gelêrî hene. Heta di strana Ferzê de, Melike Demirağ ji bo Şivan vokalîstiyê dike. Şivan di vê albûmê de strana Bilbilo ji kezebê distirê.
Şivan di albûma xwe ya Dotmam de, ku di sala 1985’an de derdixe, bêhtir cih dide stranên dengbêjiyê. Stranên Bavê Fexro, Krîvê, Dotman û Hesenîko stranên gelek serkeftî ne di bê albûmê de. Albûma Lê Dîlberê ya sala 1986’an albûmeke siyasî nîne û bêhtir ji stranên gelêrî pêk tê. Di sala 1988’an de hunermend straneke din çê dike, ku êdî bi navê wî re dibe yek. Belê strana Helebçe. Di 1991’ê de albûma Xewna Min/ Dr. Qasimlo û di 1992’an de jî albûma Zembîlfroş derdikeve. Şivan vê albûmê bi hevjîna xwe ya wê demê, bi dotmama xwe Gulistan Perwer re çêdike. Albûma Ya Star a sala 1995 rexne li partiyên Kurdan digire û helwesteke li dij birakujiyê ye. Şi van di vê albûmê de herweha bi kemanjenê navdar Dilşad Seîd re bi hev re dixebite û Strana Delalê derdikeve.
Di sala 1996’an de albûma Nazê ya Klasîkên Kurdî derdikeve, di sala 1999’an de jî Hêviya te. Di sala 2001 ye Roj û Heyv û di 2002’an de Sarê. Şivan Perwer ji bilî 19 rêze albûman 3 albûmên stranên bijarte jî derxistin. Bi, giştî 27 albûmên wî hene. Hunera stranbêjê Şivan ji newa û helbestan wêdetir e. Di stranên wî de mîrateke çandî heye, dîrok, êş û hêviyên Kurdan hene. Û dengê wî dengê wan kesan e, ku doza azadî û edaletê dikin.