Di cîhana nûjen a muzîkê de, muzîka elektronîk hertim bi pêş dikeve, sînorên çandî derbas dike û platformeke nû pêşkêş dike ji bo derbirrîna hunerî. Di muzîka cîhanî de elektronîk ne tenê xwe genre'yek e lê herweha di yên din din de jî tê bi kar anîn.
Di muzîka nûjen a Kurdî de jî motîfên muzîka kevnar bi pêkhateyên modern ên elektronîk tên resandin û bi vî awayî jî kevneşop û pêşverû hevdu bi awayekî efsûnî temam dikin. Ev yek herweha ji bo parastin û pêşxistina mîrata çandî ya Kurdî jî wekî derfeteke bi kêrhatî jî derdikeve pêşiya me.
Vê dawiyê gelek muzîkjenên Kurd jî di berhemên xwe de rengên muzîka elektronîk wekî pêkhateyekê bi kar tînin. Amûrên gelêrî yên wekî tembûr, def û zirne bi rîtmên lerzan û efektên dîjîtal xwe ji nû ve ava dikin. Herweha vokalên gelêrî jî bi rîtmên elektronîk tên hûnandin. Ev bêndera muzîkê ne tenê serpêhatiyeke nû ya guhdarîkirinê diafirîne lê di heman demê de ji bo nifşa nû jî dibe pirek ber bi mîrata wan a kevnar ve. Ev rêbaz herweha dihêle ku muzîka Kurdî sînorên erdnîgarî û çandî jî derbas ke û bigihîje asta cîhanî jî û mîrata çandî ya gerdûnî jî rengîntir bike.
Projeya Shahmaran
Shahmaran projeyeke muzîka Kurdî ya elektronîk e, ku çanda dewlemend û pirreng a Mezopotamya û Kurdistan’ê bi muzîka elektronîk re tîne cem hev. Di çarçoveya vê projeyê de efsane û mîtolojiya gelêrî tevî amûrên muzîkê yên elektronîk û organîk tên hûnandin û muzîka organîk, etnîk û psikodelîka elektronîk digihîjin hev.
Musîkjen Mustafa Demir jî di çarçoveya vê projeyê de bi dengê Seyidxan’ê Boyaxçî çîroka Huso û Nazê bi muzîka elektronîk hûnaye û berhema bi navê Triology of Madness derketiye holê. Ev berhem jî beşek ji projeya Shahmaran e, ku digel hunermend Aram Taştekin dimeşîne. Anku ji bo muzîka Kurdî pêngaveke din ei ku xwe bigihîne asta cîhanî û bi çand û muzîkên din re bikeve nav dîalogekê.