Piştî Salan Dîsa Koma Amed COSMO Kurdî 28.06.2024 30:33 Min. Verfügbar bis 28.06.2029 COSMO

Download Podcast

ÇAND Û HUNER

Piştî 27 salan dîsa Koma Amed

Stand: 28.06.2024, 18:43 Uhr

Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bi endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin.

Von Celil Kaya

Koma Amed di konsera Parîs'ê de | Bildquelle: privat

Koma Amed piştî 27 salan cara pêşîn derket pêşbêrî guhdarên xwe. Konsera wan di 1’ê Hezîranê de li Parîs’ê di çarçoveya 3’emîn Festîvala Çanda Kurdî de hat li dar xistin. Him li cem guhdaran him jî li cem hunermendan kelecaneke mezin hebû û herweha çend dilop hêstir bariyan.

Di sala 1980’ê de li Tirkiye’yê darbeya leşkerî pêk hatibû û qedexe û zordestiya ser ziman û çanda Kurdî bi giranî berdewam dikir. Koma Amed jî  di 1988’an de li Enqere’yê ji aliyê xwendekarên zanîngehê ve hat damezirandin. Di nav wan de  Evdılmelik Şexbekir (Melek), Gülşen Çetin, Savaş Çakmak, Rohat Kutlay, Fikri Kutlay, Mustafa Kart û Ahmet Kaya hene. Evdilmelik Şêxbekir ê xelkê Rojavayê Kurdistan’ê Amûdê bû, ku di Zanîngeha Hacettepe’yê de beşa bijîşkiyê dixwend.

Koma Amed yekemîn albûma xwe ya bi navê Kulîlka Azadî, ji ber qedexeya ser zimanê Kurdî qeçaxî derxist û albûm bin destan de hat belav kirin. Albûm di sala 1990’î de bi awayekî fermî hat weşandin lê paşê dîsa jî hat qedexe kirin. Di vê albûmê de yekem car strana Bella Ciao ji aliyê Evdilmelik Şêxbekir ve ji bo Kurdî hatibû wergerandin. Şêxbekir di sala 1991’ê diçe çiyê û di sala 1992’ê de jiyana xwe ji dest dide.

Koma Amed paşê diçe Stenbol’ê û tev li xebatên Navenda Çanda Mezopotamya’yê dibe. Wê demê Serhat Karakaş, Merdan Zirav, Memo Gül, Mehmet Kaya, Birkan Çelik û paşê Serap Sönmez, Süleyman Gültekin û Leyla jî tev li komê dibin. Koma Amed di sala 1995’an de albûma xwe ya Agir û Mirov diweşîne. Ev albûm şert û mercên wan salan xweş nîşan dide û bi naveroka xwe ve gelek siyasî ye jî.

Lê dema ku mirov dibêje Koma Amed yekem albûma wank u tê bîra mirov albûma Dergûş e, ku di sala 1997’an de hat weşandin. Dergûş ne albûmeke siyasî bû û ji stranên gelêrî pêk dihat. Koma Amed di vê albûmê bi helwesteke pêşverû nêzî muzîka gelêrî ya Kurdî dibe û bi ser sînorên herêmî dikeve û digihîje asta cîhanî.

Hin endamên Koma Amed hîna li Tirkiye’yê ne û hin ji wan bijîşkiyê dikin. Hin ji wan jî ji ber sedemên siyasî berê xwe dan Ewropa'yê. Di sala 2000’î de Serhat Karakaş, Süleyman Gültekin, Mehmet Gül, Fikrî Kutlay û Ahmet Kaya Koma Çarnewa damezirand û wan jî sê albûm derxistin.