Live hören
Jetzt läuft: Sweet feeling von Lizz Wright

Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî COSMO Kurdî 17.05.2024 27:53 Min. Verfügbar bis 17.05.2029 COSMO


Download Podcast

ÇAND Û HUNER

Festîvala Wêjeya Kurdî ya Sirgûnê

Stand: 17.05.2024, 16:19 Uhr

Edebiyata Kurdî bixwe edebiyata sirgûniyê ye. Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê “Dengê min tê te?” tê li dar xistin. Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dawid Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser wêjeya Kurdî ya sirgûnê dipeyivin.

Von Celil Kaya

Li-Be Festival für kurdische Exilliteratur

Ji salên hezar û 400’î û vir ve edebiyateke nivîskî ya Kurdî berdewam heye. Lê belê ji bilî edebiyata klasîk, edebiyata Kurdî li sirgûniyê dest pê kiriye. Yekem rojnameya Kurdî, yekem kurteçîrok û romana Kurdî jî li mişextiyê hatin weşandin. Lewma ne şaş e, ku mirov bêje edebiyata Kurdî bixwe edebiyata sirgûniyê ye.

Sirgûnbûna mala Bedirxaniyan, damezirandina Komara Tirkiye’yê, darbeyên leşkerî, ev in çend pêlên sirgûniya Kurdan. Helbet gelek sedemên sirgûnbûna Kurdan heye: Zordariya dewletên serdest, şer û pevçûn û tengezariya aborî. Lê nivîskar û helbestvanên Kurdan li xerîbî û sirgûniyê edebiyata bi Kurdî wekî amûreke parastina nasnameya xwe dîtine. Ji ber ku bi tena serê xwe nivîsandin û axaftina bi Kurdî çalakiyeke siyasî ya berxwedanê ye, bi taybetî li hember qedexe û pişavtina ser nasnameya Kurdî.

Bêwarî, hesreta welêt, lêgerîna aîdiyetê, evîn û berxwedan ew têgih in, ku wan mohra xwe li edebiyta sirgûnê ya Kurdî dane. Û sirgûnbûn ne bi tenê tiştekî fîzîkî ye. Ew herweha rastiyeke dêrûnî ye, ku bi vegotinên wendabûn, nostaljî û dilsoziyê teşeyekê dide edebiyatê.

Li welêt ji bo gelekan berdela nivîsandina Kurdî sansur, şîddet, ceza û sirgûnî ye. Lê zehmetiyên li hember edebiyata Kurdî ya li welêt li sirgûniyê di formeke din de derdikevin pêşiya me. Kêmbûna xwendewariya bi Kurdî, nebûna piştgiriyên dezgehî û herweha destê dirêj ên rejîm zordar ên li derveyî welêt e.