Pisîk Çay Venaxwin COSMO Kurdî 11.08.2023 32:01 Min. Verfügbar bis 10.08.2028 COSMO


Download Podcast

ÇAND Û HUNER

Pisîk Çay Venaxwin

Stand: 08.08.2023, 12:55 Uhr

Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman ê bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî. Em jî di vê xeleka xwe de bi nivîskarê pirtûka “Pisîk Çay Venaxwin” Ayhan Urmiye re dipeyivin, ku tê de beriya demekê 17 kurteçîrokên mizahî ya ser jiyana xwe weşandin. Herweha em pê re li ser mizah û mizaha Kurdî dipeyivin.

Von Celil Kaya

Berga pirtûka pisîk çay venaxwin

Nivîskarê navdar Ernest Hemingway di pirtûka xwe ya dawî ya bi navê “Zilamê Kal û Derya” yê de behsa serpêhatiya masîgirekî kal ê bi navê Santiago û masiyekî qirase dike. Masîgirê Kubayî 84 roj in nikare masîyekî bigire û îcar berê xwe dide deryayên kûr ên kendavê. Di roja 85’emîn de rastî masiyekî mezin tê û têkoşîna wan dest pê dike. Masî hingî bi enyad e, ku dest mestê Santiago hemû birîn dibin. Ji ber wan birînan û tadeya ku masî li wî dike, êdî di navbera Santiago û masî de peywendiyeke hestiyarî peyda dibe, û Santiago ji masî re dibêje, bira...

Belê ev bû çîroka Hemingway gelek hat nîqaş kirin. Hemingway jî di bersiva xwe de digot, di vê romanê de sembolîzmek nîne, derya, ew derya ye ku em dizanin, masî jî ew masî ye, ku em dizanin. Herweha segavî jî her segavî ne... Lê vê romana kurt cihê Hemingway ya di lîteratura cîhanê de careke din pesend kir û Hemingway di 1954’an hêjayî xelata nobelê jî hat dîtin, ji ber hostetiya xwe ya di vê romanê de.

Ayhan Urmiye

Lê belê em îro behsa Hemingway nakin. Ev tenê mînakek bû, ku hevaltiya mirovan a digel xweza û canewerên din herçend basît bin jî dikarin ji kûr ve xîtabî hiş û mêjiyên me bikin. Mînakeke vê hevaltiyê vê carê li Almanya’yê rû dide. Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê di pirtûka xwe ya kurteçîrokan de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman a bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de digel wan dijî...

Ayhan Urmiye di sala 2018’an de wekî penaber ji Îran’ê tê Almanya’yê. Li bajarê Sömmerda ya nêzîkî Erfurt’ê di kampeke penaberan de dijî. Di kampê de pisîkek jî heye, ku herkes jê re dibêje Hans. Anku Hans pisîkekî Alman e û bi salan e di kampa penaberan de dijî. Lê Hans zîrek e, dikare bipeyive jî...

Sohbeta Ayhan û wî pisîkî li ser xwarinê dest pê dike û paşê vediguhere hevaltiyeke hêja. Gelek tişt hene, ku ew dikarin li serî bipeyivin. Jiyana absurd a li kampê, paqijî, metvax û toîletên hevpar û têkiliyên di navbera niştecihên kampê de, ku her yek ji wan ji welatekî, ji çandeke cihê hatiye. Nivîskar bi riya Hans qelsiya mirovan radixe ber çavan û li ser wê yekê pirsan dike, ka di vê jiyana siyaseteke manipulatîf de mirovahî çawa dikare bi awayekî îronîk were pêşkêş kirin. Lê wekî me got ev bi tenê yek ji 17 kurteçîrokên vê pirtûkê ye. Ên din jî serpêhatiya Ayhan a penaberiyê û xerîbiyê vedibêjin.

Ayhan Urmiye

Ayhan Urmiye di 1986’an de li Rojhilatê Kurdistan’ê ji dayîk dibe. Li wê derê dest bi xwendina dêrûnînasiyê dike herweha li cem navendeke çana Kurdî dixebite, kovereke qerfî jî derdixe û paşê neçar dimîne û ji ber sedemên siyasî tê Almanya’yê. Camêr herweha fîlmsaz e û hin ji wan kurteçîrokan di 2021’an de wekî fîlm hatine kişandin û ewê di festîvalan de jî were nîşan dan. Ayhan herweha bernameyên qerfî û tinazî çêdike û wan li ser torên civakî belav dike. Mijarên ku Ayhan bi wan re mijûl dibûn pirranî civakî ne. Ew bi çavekî mizahî neynikek datîne ber civakê. Anku mebest ne tenê kenandina xelkê ye lê bi riya kenê Ayhan wan dide fikirandin jî.