Live hören
Jetzt läuft: Ritual union von Little Dragon

100 sal şanoya Kurdî COSMO Kurdî 25.08.2023 38:29 Min. Verfügbar bis 24.08.2028 COSMO


Download Podcast

ÇAND Û HUNER

100 Sal Şanoya Kurdî

Stand: 08.08.2023, 12:55 Uhr

Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Di yekemîn beşa hevpeyvîna xwe de em bi şanoger Mîrza Metîn re li ser şanoya Kurdî û sibêroja wê dipeyivin û beşa duyem de jî li ser projeya wî ya damezirandina akademiyeke şanoyê ya li Êlih’ê..

Von Celil Kaya

Theatersaal mit Kindern, auf der Bühne zwei Polizisten

Huner ji bo şaristaniyan û vê dawiyê jî ji bo dewletan wekî pîvana pêşketîbûyînê tê dîtin. Lewma gelek dewlet piştgirî û destekên taybet didin beşên wekî opera, bale, şano, muzîk û sînemayê. Helbet ev rewş ji bo gelên bêdewlet ên wekî Kurdan cîhê ye, ji ber ku ew pirranî ji wan piştgiriyan bêpar dimînin. Lê belê dîsa jî hunera Kurdî tevî hemû zehmetî û astengiyan jî her ku diçe pêş dikeve. Yek ji wan beşên hunerê jî şano ye.

Destpêkirina Şanoya Kurdî ya Nûjen

Şanoya gelêrî helbet ji mêj ve di nav Kurdan de heye. Kalê serê salê Kose Gelî yan Gaxan, bûka baranê, Mîrê şaş û herweha dengbêjî û çîrokbêjî. Lê belê şanoya Kurdî ya nûjen a di forma Ewropî de di salên 1920’î de dest pê dike. Wê demê komeleyên xwendekarên Kurdan ên li Stenbol’ê dikevin nav xebatên şanoyê. Herweha gelek kes dibêje destpêka şanoya nûjen a Kurdî bi pîyeseke Adurrahim Rahmanî yê Hekarî dest pê dike, ku wî di sala 1919’an nivîsîbû.

Lê divê neyê ji bîr kirin, şanoya Kurdî li her parçeyekê xwedî serpêhatiyeke cihê ye. Pirr caran haya wan ji hev du jî nîne.

Di sala 1926’an de îcar li Başûrê Kurdistan’ê, li Silêmanî Komeleya Zanistî ya Kurdan tê damezirandin û ev komele ne tenê piştgiriya perwedehiyê dike lê herweha ya huner û wêjeyê jî. Û bi vî awayî komeke şanoyê jî tê damezirandin. Hêjayî gotinê ye, Silêmanî ew navend e, ku ji hingî ve kar û xebatên şanoyê her berdewam dikin.

Dîsa di wan salan de li Gurcistan û Ermenistan’ê jî xebatên şanoyê dest pê dikin, ku di beşa duyem de emê bêhtir li ser wan hûr bibin.

Li rojhilatê Kurdistan’ê herçend di salên 1944-45’an de liv û tevger dest pê dike jî, şanoya Kurdî bêhitr ji salên 1970’î ve pêş dikeve. Li Rojavayê Kurdistanê jî ji 1980’î û pê ve şanoya Kurdî dest pê dike, ku rewşa hunera Kurdî piştî 2012’an li Rojava gihaş asteke din.

Herweha piştî salên 80’î di serî de li Swêd’ê li welatên Ewropî jî şanoya diyasporaya Kurdî dest pê dike.

Sitzreihen in einem Theater, Symbolbild

Li Bakur û Tirkiye'yê Şanoya Kurdî

Di nav parçeyên Kurdistan’ê de şano, ya rast berhemên bi Kurdî herî dereng li Bakur û Tirkiye’yê tên dîtin. Ji ber ku heta destpêka salên 90’î li ser zimanê Kurdî qedexeyeke hişk heye, bi taybetî piştî derba leşkerî ya 1980‘î.

Di sala 1991’ê de ew qedexe hinek tê sist kirin û dezgehên çandî tên vekirin. Navenda Çanda Mezopotamya’yê jî yek ji wan sazgehan e. NÇM ne tenê albûm û pirtûkên Kurdî diweşîne lê herweha di Gulana 1991’ê de yekemîn şanoya Kurdî ya bi navê Mişko jî li ser sehne tê pêşkêş kirin. Di sala 1992’an de koma şanoyê ya Teatra Jiyana Nû jî tê damezirandin û çendîn berhemên Kurdî tên amadekirin. Lê belê heta 2002’an li Bakurê Kurdistan’ê Rewşa Awarte anku OHAL heye û destûr nayê dayîn ku berhemên Kurdî li bajarên Kurdan werin pêşkêş kirin. Lewma şanoya Kurdî ji neçariyê li sirgûniyê anku li Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsîn’ê dipişkive.

Di sala 2002’an de li Bakurê Kurdistan’ê OHAL tê rakirin û li wan bajaran jî sazgehên çandî tên damezirandin. Çendîn komên serbixwe yên şanoya Kurdî jî dest bi xebatan dikin. Herweha piştî 2004‘an pirraniya şaredariyên bajarên Kurdan dikevin destê DEHAP û şaredarî jî êdî bi kurs û festîvalan piştgiriya hunera Kurdî dikin.

Wekî parçeyeke reformên ji bo endametiya Tirkiye’yê ya li cem Yekitiya Ewropî, di 2009’an de televîzyona dewletî TRT jî dest bi weşana Kurdî kir. Vê yekê hewayeke serbestiyê jî anî ji bo zimanê Kurdî. Di heman salê de di bin bana şaredariya Amed’ê de Şanoya Bajêr hate damezirandin û konservatûrên Cegerxwîn û Aram Tîgran hatin vekirin û Amed bû navenda hunera Kurdî.

Lê belê piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya di sala 2013’an de qad ji hunera Kurdî re jî tê teng kirin. Derba herî mezin jî di 2016’an de tê avêtin, dema ku dewleta Tirk qeyyûman diavêje ser şaredariyên Kurdan û hemû dezgehên hunerî tên girtin. Niha xebatên li Bakur pirranî ji aliyê komên serbixwe ve tên meşandin.

Li Sovyetan Şanoya Kurdî

Kurdên Sovyeta berê di warê parastin û pêşdebirina çand û zimanê Kurdî de xwedî roleke girîng bûn. Rojnameya Riya Teze, Radyoya Êrîwan’ê û weşangeriya Kurdî û herweha xebatên kurdolojiyê.

Şanoya Kurdî jî di wê demê de derfeta geşedanê bi dest dixe. Du navendên şanoya Kurdî hene. Ermenistan û Gurcistan. Hîna di salên 1920’î de li Tiflis’ê şanoyên Kurdî bi awayekî profesyonel tên pêşkêş kirin. Li Ermenistan’ê jî di sala 1937’an de yekemîn şanoya dewletî ya Kurdî Şanoya Elegez’ê tê damezirandin. Elegez di nav 10 salan de 30 lîstîkan pêşkêş dike. Lê belê bi hatina Stalîn re Kurd jî dikevin bin zordestiyeke mezin, hetta ew tên sirgûn kirin jî. 1947’an de Ermenistan’ê statuya Nahiye ya Elegez’ê radike û pê re jî şanoya Elegez’ê. Û bi vî awayî şanoya Kurdî jî heta salên 70’î dikeve nav bêdengiyeke kûr.

Lê paşê di 1975’an de geşedanek çêdibe, li Gurcistan’ê yekemîn koma muzîka Rock a Kurdî Koma Dilan tê damezirandin, di sala 1976’an de jî Koma Weten. Herweha li Tiflis’ê jî weşanên radyoya Kurdî dest pê dike. Li Ermenistan’ê jî di weşanên radyoya Erîwan’ê de çendîn şanoya radyoyî ya Kurdî tê weşandin. Di wan lîstikan de mijar meseleyên civakî, kevneşopiyên paşverû û herweha sosyalîzm in.

Der kurdische Schauspieler Mirza Metin

Şanoger Mîrza Metîn

Şanoger, şanonivîs û derhêner Mîrza Metîn ji sala 1995’an ve di nav xebatên şano de ye. Camêr li Stenbol’ê di zanîngehê de him beşa govendên gelêrî him jî beşa rexnegîriya şanoyê û dramatîk xwendiye û herwena tevî Teatra Jiyana Nû û Seyr-î Mesel jî xebitiye. Paşê jî di 2008’an de tevî Berfin Zenderlioğlu koma şanoyê ya Şermola Performans damezirandiye. Çendîn lîstikên ku wî bixwe nivîsîne hatine pêşkêş kirin û hêjayî xelatan jî hatine dîtin. Listîkên wî herweha ji bo Tirkî, Almanî, Îngîlîzî, Fransizî û Macarî hatine wergerandin.

Mîrza Metîn ji 2018’an ve li Almanya’yê dijî û xebatên xwe yên şanoyê li vir jî berdewam dike. Tevî listîkvan Hicran Demir xebatên Şermola Performans dimeşîne çend lîstikên wî di şanoyên Almanan de jî hatin pêşkêş kirin.