Pireke di di navbera Rojhilat û Rojava de COSMO Kurdî 13.09.2024 28:22 Min. Verfügbar bis 13.09.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Pira di di navbera Rojhilat û Rojava de

Stand: 13.09.2024, 16:15 Uhr

Komeleya çandî û werzişî ya Kurd û Iraqî tevî koma Kolovielena di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konserek li dar dixe: Pira di navbera Rojhilat û Rojava de. Çalakvana mafê jinan Roonak Aziz û muzîkjen Alan Arif mêvanên vê heftê ne.

Von Kamil Basergan

Roonak Aziz di 2022'an de xelata Bundesverdienstkreuz wergirt

Di van demên dawî de mijara koçberiyê dîsa di rojeva Almanya’yê de ye û dengên dij koçberan bilind dibin. Ji aliyekî ve hin koçber ji ber bilindbûna vê pêla dijkoçberan fikaran dikin lê ji aliyê din de, koçberên ku ji mêj ve piştgirî didin pêkvejiyaneke aştiyane kar û xebatên xwe didomînin.

Ji komeleya Werziş û Çandî ya Kurd û Iraqî "Irakisch – Kurdischer Sport – und Kulturverein e.V." Roonak Aziz, di 28'ê Îlonê de li Düren'ê konsereke bi dirûşmeya „Pira di navbera Rojhilat û Rojava de“ li dar dixe. Di vê konserê de Koma Muzîkê ya bi navê Kolovielena ewê derkeve ser dikê.

Em jî vê heftê çalakvana mafên jinan Roonak Azîz û ji koma muzîkê Kolovielena kemanjen Alan Arif dikin mêvanên Cosmo Kurdî û em bi wan re him li ser kar û xebatên komeleyê û him jî li ser vê konserê dipeyivin.