Live hören
Jetzt läuft: Tomorrow (Remix) von Atili feat. Prendy

Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan COSMO Kurdî 14.06.2024 45:20 Min. Verfügbar bis 14.06.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan

Stand: 14.06.2024, 20:24 Uhr

Li Iraq’ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne.

Von Celil Kaya

Gebete mit Flöte, Gesang und Tambourin

Hefteya buhurî li parlamentoya Iraq’ê 182 îmze hatin kom kirin, da ku Êzîdî ne tenê wekî ayîneke cihê lê belê herweha wekî qewmeke, milleteke serbixwe werin nas kirin. Jixwe ev bû, ku fitîla hemû nîqaşan pêxist.

Lê belê ev ne nîqaşeke nû ya vê dawiyê ye. Bi boneyên cihê cihê ev pirs dîsa tê rojevê. Heta dema ku Mîr Hazim Tahsin Beg hîna nû wekî mîrê Êzîdiyan hatibû hilbijartin, di yekemîn hevpeyvîna wî ya digel televîzyona Rûdaw’ê de ev pirs jî jê hatibû kirin.

Nasnameya etnîk a Êzîdiyan, ku gelek caran dibe mijara nîqaşên kûr, mijareke pirr alî ye wekî dîrokî, çandî û olî. Lê girêdana wan a dîrokî û erdnigarî helbet bi Kurdistan’ê re heye. Heta gelek Kurdên musulman bixwe jî dibêjin, Êzîdî Kurdên resen in. Gelek Êzîdî jî dibêjin Kurdên musulman jî berê Êzîdî bûn. Anku nîqaşeke din jî ev e: Gelo Êzîdî Kurd in yan Kurd Êzîdî ne.

Jesiden treffen sich zur Neujahrfeier am Schrein von Sheikh Adi ibn Musafir

Di belgeyên dîrokî de jî, wekî mînak di tomarên bacê yên osmanî de Êzîdî wekî Kurd tên bi nav kirin. Helbet ev ne ispata tiştekî ye ji ber ku osmaniyan Alewî jî wekî musulman didîtin. Anku nenaskirina olên ne semawî li cem wan adet bû.

Îcar vê nîqaşa gelo Êzîdî Kurd in çawa dest pê kir. Di vî warî de lêkolînên zanistî nînin lê belê em dizanin di salên 70’î û 80’î de, li Îraq’ê dema ku Seddam Kurd enfal dikirin, gelek Êzîdiyan jî da ku xwe ji qirkirinê biparêzin digotin em Êzîdî ne ne Kurd in. Hêjayî gotinê ye di heman salan de çendîn Êzîdî di refên pêşmergeyan de bûn li dij Seddam ber xwe didan.

Ermenistan jî welatekî din e, ku Êzîdî lê dijîn. Heman niqaş bi taybetî bi salên 90’î re gur bû. Gelek lêkolîner dibêjin, li cem hin Ermeniyan kîneke li hember musulmanan her hebû. Sedama wê jî em dizanin, fermana sala 1915’an e. Piştî ku Sovyet hilweşiyan û di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şerê Qerebax’ê dest pê kir, ew damara nijadperest a Ermeniyan jî xurt bû. Gelek Kurdên musulman neçar man ji Ermenistan’ê birevin. Hinek ji wan çûn deverên din ên Rûsya’yê, hinek ji wan hatin Ewropa’yê û hinek ji wan jî heta Qazaxistan’ê çûn. Lê Ermeniyan dest nedabûn Êzîdiyan, ku ew wekî qurbaniyên musulmanan didîtin. Ji hingî ve gelek Êzîdiyên li Ermenistan’ê dibêjin em ne Kurd in û zimanê me jî ne Kurdî ye lê Ezîdkî ye. Rayedarên Ermenî jî wan kesan wekî Êzîdî nas dikin û heta di radyoya Erîwan’ê de beşa zimanê Êzîdkî jî heye.

Hunderte Jesiden auf der Flucht vor dem IS in Sinjar 2014

Piştî mudaxaleya Amerîka’yê ya nîqaşên li Iraq’ê û Başûrê Kurdistan’ê jî çilmisîn. Êzîdî Pêşmerge parastina Şingal’ê dikir û Êzîdiyên li Şêxan’ê jî di ewlehiyê bûn. Hikûmeta Kurdistan’ê jî bi retorîkek Kurdbûna Êzîdiyan bin xêz dikir.

Lê paşê Daeş derket û Fermana 74’an rabû. Ew bû şikestineke mezin di warê têkiliyên di navbera Kurdên musulman û Êzîdiyan de. Lê ev niqaş heta niha bêhtir di nav civatê de dihatin kirin, yan çend kesa li ser torên civakî hin vîdeo belav dikirin. Lê bi pêşniyara li cem parlamentoya Iraq’ê ev niqaş gihaştin asteke fermî.