Iraq: Zewicandina keçên 9 salî COSMO Kurdî 16.08.2024 32:16 Min. Verfügbar bis 16.08.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Iraq: Zewicandina keçikên 9 salî

Stand: 16.08.2024, 16:36 Uhr

Di parlamentoya Iraq'ê de pêşnûma qanûnek tê nîqaş kirin, ku dihêlê keçikên 9 salî werin zewicandin. Li hember jî gelek rexne hene. Rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike.

Von Kamil Basergan

Symbolfoto zum Thema Kindesmissbrauch

Symbolfoto zum Thema Kindesmissbrauch

Li parlamentoya Iraq’ê di 11’ê mehê de pêşnûmeya qanûnekê hat xwendin, ku dihêlê ku keçikên piçûk ji neh saliyê û pê ve werin zewicandin. Heger di parlamentoyê de pirraniya dengan derkeve, wê demê temena zewacê, ku niha 15 ye, ewê dakeve 9’an. Da ku pêşnûme were dengdanê div ê herî kêm sê caran li parlamentoyê were nîqaş kirin.

Vê yekê yekser rê li rexneyên rêxistinên mafên mirovan û jinan vekir. Hin endamên parlamentoyê û rêxistinên jinan rexne li pêşnûmeyê digirin, ji ber ku ev yek xizmeta berjewendiyên hin aliyan dikin, ne berjewendiya jin û keçikên Iraq’ê.

Vê heftê rêvebira rêxistina mafên jinan Amez, Kanda Muhammed helwesta rêxistinên jinan a beranber vê pêşnûmeyê şîrove dike. Herweha hin agahiyên derbarê huqûqa rewşa medenî ya Iraq’ê di xeleka me de ne.