10 sal piştî komkujiya Şengalê COSMO Kurdî 02.08.2024 35:43 Min. Verfügbar bis 02.08.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Şingal: Deh sal piştî fermanê

Stand: 02.08.2024, 12:24 Uhr

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de rêxistina terorê Fermana 74'an rakir ser Êzîdiyên Şingal'ê. Beriya deh salan çi qewimî û rewşa niha çawa ye? Ji Enstituya Zanistên Êzîdiyan birêz Aslan Kizilhan him Fermanê him jî roja îroyîn a Êzîdiyan dinirxîne.

Von Kamil Basergan

Hunderte Jesiden auf der Flucht vor dem IS in Sinjar 2014

Rêxistina terorê Daiş’ê di 3’ê Tabaxa 2014’an de êrîşî Şingal’ê kir. Ev roj destpêka fermana 74’an a ser Êzîdiyan bû. Di encama vê fermanê de bi hezaran mêr û xort hatin kuştin, bi hezaran keç û jinên Êzîdî wekî cariye hatin revandin û bi sed hezaran kes ji ber tirsê koçber bûn. Ferman Almanya jî tê de ji aliyê gelek welatan ve wekî qirkirin hat nas kirin.

Irak, Sinjar: Trauernde bereiten sich darauf vor, jesidische Opfer auf einem Friedhof zu bestatten (06.02.2021)

Piştî deh salan hîna jî aqûbeta hin kesan nayên zanîn û her car goreke din a tomarî tên kifş kirin. Herweha hîna jî ne diyar e, ka çend keç û jinên Êzîdî di destê Daişiyan de ne. Di dehemîn salvegera Fermana 74’an de em bi ji Enstituya Zanistên Êzîdiyan bi birêz Aslan Kizilhan re him Fermanê him jî roja îroyîn a Êzîdiyan dinirxînin. Herweha şahidê Fermanê Tahssen Zendinan jî behsa wan rojan dike. Wekî din dengên ku me di 2014’an de kom kiribûn ew jî di xeleka vê heftê de ne.