Betlane mafê her zarokekî/ê ye COSMO Kurdî 09.08.2024 31:21 Min. Verfügbar bis 09.08.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Betlane mafê her zarokekî/ê ye

Stand: 09.08.2024, 16:00 Uhr

Betlaneya havînê dest pê kir. Bi taybetî jî malbatên bi zarok ketin nav teşqeleyekê. Lê divê zarok tatîla xwe çawa derbas bikin? Malbatên ku nikarin herin tatîlê dikarin çi bikin? Ji Frankfurt’ê sosyalpedagog û terapîstê malbatî ji Mehmet Ataç bersiv dide.

Von Celil Kaya

Schulkinder einer sechsten Klasse freuen sich über ihre Zeugnisse und die Ferien.

Havîn hat û dibistan jî ketin betlaneyê. Helbet karne jî hatin stendin û hin dê û bav kêfxweş in hin jî hêvîşikestî ne. Lê çi dibe bila be tatîl mafê her zarokekî ye. Lê pispor dibêjin nabe ku dema tatîlê wekî demeke vala were derbas kirin lê di şûna wê de dibe were organîze kirin. Û çûyîna ber deryayê yan cihên turîstîk jî ne şert e lê divê malbat bi zarokên xwe re bêhtir dema derbas kin û bi wan re hevaltiyê bikin. Ji ber ku heger zarok di dema tatîlê de cihên nû bibînin, rojên xwe tije derbas bikin û sosyal bin ew zarok dema ku vedigerin dibistanê bêdil nabin û pirr zû hînî dibistana xwe dibin û bi vî awayî jî hînbûna wan jî bileztir dibe, dibêjin pisporên vî karî.

Karne jî hatin stendin û hin zarok bi qasî ku dê û bavê wan li bendê bû serkeftî nebûn. Helbet her dê û bav dixwaze zarokên wan di dibistanê de jêhatî bin. Lê belê pispor dibêjin, divê neyê ji bîr kirin, ku notên zarokan kesayetiya wan nîşan nadin. Ew bi tenê notek e, ku ji bo performansa wî yan wê ya dibistanê de hatiye dayîn. Lewma notên wan çi dibin bila bin, divê dê û bav bi hezkirin nêzî zarokên xwe bibin. Û paşê bi hev re li sedemên wê bigerin, ka zarok di dibistanê de çima ne jêhatî ye. Û divê zarok wan sedeman bixwe jî fam bike, da ku bikaribe guhertinekê bike.  

Di mezinkirina zarokan de mijara herî girîng bixwebawerbûn e. Di pêşxistina vê yekê de mifte hezkirin e. Anku divê wê hestê bidin zarokan ku ew hêjayî hezkirinê ne. Helbet her dê û bav ji zarokên xwe hez dikin lê girîng ew, mirov vê hezkirinê çawa derdibire anku îfade dike. Pispor dibêjin, ev hezkirin bê şert û merc be. Anku zarok divê ji xwe re bêjin „Ez çi bikim bila bikim dê û bavê min ji min hez dikin.“ Ev hest paşê di jiyana zarokan de dibe alîkar ku ew bikaribin ser piyên xwe bimînin.  Û zarokên ku bixwe bawer bin di jiyana xwe de him serkeftî him jî kêfxweş dibin. Ji ber zarokê ku bixwe ewle be, baweriya xwe bi hêz û jêhatîbûna xwe tîne, xwe baştir nas dike û li hember jiyanê jî xweşbîn dibe. Ev yek jî bi xwe kesayetiyeke xurt tîne.