Live hören
Jetzt läuft: Sad Nile von Polyversal Souls

Bürgergeld di sala nû de zêde dibe COSMO Kurdî 24.11.2023 23:21 Min. Verfügbar bis 23.11.2028 COSMO


Download Podcast

CIVAK

Bürgergeld ji sedî 12 zêde dibe

Stand: 24.11.2023, 23:56 Uhr

Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike.

Von Kamil Basergan

Symbobild Bürgergeld, Geld und Stempel "Bürgegeld"

Parlamentoya Federal Bundestag û Şêwra Federal Bundesrat’ê guhertina Qanûna alîkariya darayî ya ji bo welatiyan (Bürgergeld) a ji bo zêdekirina bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze şert û mercên ji bo karkerên pispor ên ji derveyî welêt biguherîne, da ku hatina wan hêsan bike.

Glasanje o Bürgergeldu u Bundesratu

Li gorî vê biryarê ji Çileya 2024'an û pê ve dê di warê alîkariya aborî ya welatiyan de hin guhertin pêk werin. Li hember zêdekirina Bürgergeld him ji siyasete him jî ji nav xelkê nerazîbûn jî hene. Rexnegir dibêjin ev guhertin ewê xelkê teşwîq bike da ku nexebitin, ji ber ku ku ew bixebitin jî mûçeya wan ewê ji Bürgergeld kêmtir be.

Şêx Ezîz Emîn welatiyek e, ku ew û malbata wî ewê ji serê salê û pêve zêdetir Bürgergeld bistînin. Dana Xelîl jî wekî kesekî nezewicandî alîkariya darayî werdigire. Em jî bi wan re li ser zêdekirina Bürgergeld dipeyivin, ka ev yek wê di jiyana wan de çi guhertinan pêk bîne.