2. Salvegera kuştina Jîna Emînî COSMO Kurdî 20.09.2024 34:16 Min. Verfügbar bis 20.09.2029 COSMO


Download Podcast

CIVAK

2'emîn Salvegera kuştina Jîna Emînî

Stand: 20.09.2024, 16:08 Uhr

Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide.

Von Celil Kaya

Jina Mahsa Amini, kurz vor ihrem Tod im Iran

Du sal berê, di 16’ê îlonê de nûçeya mirina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî him li Rojhilatê Kurdistan’ê û him jî li deverên din ên Îran’ê gelek deng veda bû. Jîna Emînî sê roj beriya wê ji bajarê Seqiz’ê ji bo seredan çûbû Tehran’ê û li wir ji aliyê polîsên îrşad ve hatibû girtin çima ku hicaba xwe xweş girê nedabû û porê wê dihat dîtin. Jîna ji ber derba ku li serê wê xistibûn ji xwe de çûbû û bi rojan di nexweşnaxeyê de mabû.

Terma Jîna li bajarê wê, li Seqiz’ê hat veşartin. Di merasîmê de dîrûşmeya Jîn, Jiyan, Azadî hat qêrîn, ku çend saet paşê ev li dirûşme li bajarên din ên Îran’ê jî hat bihistin. Û bi vî awayî xwepêşandanên Jin, Jiyan, azadî dest pê kir.

Frauen protestieren nach Mahsa Aminis Tod im Iran

Bersiva hêzên rêjîmê jî gelek tund bû. Herçend dezgehên fermî yên Komara Îslamî dibêjin, ku di xwepêşandanan de dora 200 kes hatine kuştin jî dezgehên mafên mirovan amarên din belav dikin, ku gelek ji ya fermî bilindtir in. Tê ragihandin, heta Adara 2023’an li 282 bajarên Îran’ê dora 750 kes bi destê hêzên ewlekariyê hatin kuştin, ku ji wan herî kêm 39 jin û herî kêm 79 kes jî temenên wan di bin 18 de ne. Herweha dora 30 hezar kes jî hatin dezgîr kirin, ku dora hezar ji wan jêrtemen in.

Wekî din dadgehên Komara Îslamî ji ber xwepêşandanan di derbarê herî kêm 22 kesan de hukmê îdamê dan, ku 7 ji wan li ber çavê xelkê hatin sêdare kirin. Dora 107 xwepêşandêrên din jî bi cezayê îdamê tên darizandin.

Serokkomar Pezişkiyan seredana Başûr kir

Serokkomarê Îran’ê Mesûd Pezişkiyan di dema seredana xwe ya Hewlêr’ê de bi Kurdî bersiva rojnamegeran da. Pezişkiyan ku bi eslê xwe Azerî ye lê li Mahabad’ê hatiye dinyayê û bi Kurdî jî zane. Wî li Herêma Kurdistan’ê resmeke dostaniyê ya di navbera Herêma Kurdistan’ê û Komara Îslamî de xêz kir. Hevdem serokê Herêma Kurdistan’ê Nêçîrvan Barzanî jî seredana Pezişkiyan wekî dîrokî bi nav kir û bal kişand ser têkiliyên di navbera Komara Îslamî û Herêma Kurdistan’ê de.

Massud Peseschkian in der Mitte seiner Anhänger

Seredana Pezişkiyan 11’ê mehê pêk hat anku çend roj beriya duyemîn salvegera kuştina keça Kurd Jîna Emînî. Serokkomarê Îran’ê herweha di 16’ê mehê de daxuyaniyek da û got polîsên îrşad ewê nema tade li jinan bikin ji ber hicaba îslamî. Herweha hêjayî gotinê ye, dîsa di meha îlonê de Pezişkiyan cara pêşîn Kurdekî Sunnî, Araş Zarehtan Lahonî, ku li Pawe ya Kirmanşan'ê ji dayîk bûye, wekî waliyê ostana Kurdistan’ê dest nîşan kir. Lahonî berê endamê Parlamentoya Îran’ê jî bû.

Anku serokkomarek, ku bi Kurdî dipeyive, Kurden tîne ser wîlayeta Kurdistan’ê û dibêje ewê qaîdeyên hicabê sist bike. Gelek kes bi şik û gûman nêzî wan gavan dibin û dibêjin, Komara Îslamî dizane metirsiya li dij wê çiqas xurt e û dixwaze bi van gavan Kurdan bixapîne.

Hêjayî gotinê ye, ev yekem seredana derveyî welêt a serokkomar Pezişkiyan bû. Pezişkiyan di meha tîrmehê de wekî namzetekî reformxwaz hatibû hilbijartin lê belê sîstema hilbijartinê ya Îran’ê jixwe nahêle kesek, ku rizamendiya rejîmê wernegirtibe, di hilbijartinan de beşdar be. Lewma hêviya tu kesan jê nebû, ku bixwaze yan bikaribe guhertineke bingehîn pêk bîne. Ne di warê mafên jinan de ne jî di warê mafên netewî yên gelên li Îran’ê de.