Download? Rechte Maustaste!
Um das Audio herunterzuladen, klicken Sie bitte mit der rechten Maustaste auf "Download". Dann wählen Sie "Ziel speichern unter ..." oder "Link speichern unter ...", um das Audio zu speichern.
„Xwepêşandan û aloziyên li Iraqê“
Havîna îsal di bin pêla germî de
Êrîşa Perex'ê: Tirkiye ket tengasiyê
Êrîşa Perex'ê: Tirkiye ket tengasiyê. COSMO Kurdî. 29.07.2022. 45:16 Min.. Verfügbar bis 29.07.2027. COSMO.
Wezîrê Karên Derve yê Iraq'ê Fûad Husên roja 26’ê mehê li pêşiya Civata Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî bang li Tirkiye’yê kir, ku dawî li operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser axa Iraq’ê bîne. Civata Ewlekariyê, li ser banga Iraq’ê bi lezgînî kom bû, ku êrîşa roja 20’ê mehê ya ser seyrangeheke gundê Perex’ê ya Başûrê Kurdistan’ê nîqaş bike. Di encama vê êrîşê de zarok jî tê de 9 geştiyarên Ereb ên ji Naverast û Başûrê Iraq’ê hatibûn kuştin û 33 kesên din jî hatibûn kuştin.
Hevkariya di navbera NRW û Başûrê Kurdistan'ê de
Hevkariya di navbera NRW û Başûrê Kurdistan'ê de. COSMO Kurdî. 22.07.2022. 26:32 Min.. Verfügbar bis 22.07.2027. COSMO.
Di peymana koalisyona NRW’ê de tê diyar kirin, ku hikûmeta nû dixwaze peywendiyên digel Başûrê Kurdistan'ê ne tenê berdewam bike lê herweha hevkariyê xurttir bike. Parlamentera eyaletê ya NRW’ê Berivan Aymaz di vê xelekê de behsa van danûstandin û peywendiyên pirreng ên digel Başûrê Kurdistan’ê dike.
50'emîn salvegera koça dawî ya Hesen Zîrek
50'emîn salvegera koça dawî ya Hesen Zîrek. COSMO Kurdî. 15.07.2022. 40:12 Min.. Verfügbar bis 15.07.2027. COSMO.
Hesen Zîrek Hesen Zîrek belkî navdartirîn strabêjê Kurdî ye. Wî di domahiya temena xwe ya 51 salan de dora 1500 stran tomar kirin û herweha bi şêwaza xwe bandoreke mezin li ser strabêjên din kirin. Her ji ber vê yekê stranbêj di nav civaka Kurdî de wekî hunermendek xwedî cihekî taybet e.
Almanya navên Kurdan dide MIT'a Tirk
Almanya navên Kurdan dide MIT'a Tirk. COSMO Kurdî. 08.07.2022. 39:30 Min.. Verfügbar bis 01.07.2027. COSMO.
Li Almanya’yê, ev 30 sal in, ku her komele yan dezgehek, ku navê ‘Kurdî’ li ser be, agahiyên wê bi awayekî otomatîk ji bo Dezgeha Parastina Destûrê (BfV) û Emniyeta Federal (BKA) tê şandin. Ev yek di dawiha meha Gulanê de li ser bersiva hikûmeta federal a ji bo pirsiyarnameyeke ya parlamentera ji Partiya Çep Gökay Akbulut derketibû holê. Daîreya Zanistî ya Bundestag dibêje, ev yek ne qanûnî ye.
Almanya: Naskirina Fermana Êzîdiyan
Almanya: Naskirina Fermana Êzîdiyan. COSMO Kurdî. 01.07.2022. 40:08 Min.. Verfügbar bis 01.07.2027. COSMO.
Di 20’ê mehê de li cem Parlamentoya Federal civîneke ji bo naskirina Fermana Şingal’ê hat li dar xistin, ku pisporên ku tê amade bûn, bi yek dengî pêşniyar kirin, ku Fermana 2014’an wekî Genozid were naskirin. Di civînê de him mexdûrên hovîtiya Daişê û him jî nûnerên rêxistinên Êzidiyan ên li Almanya'yê jî beşdar bûn.
Derketin û çalakiyên dema vala li NRW
Dersînorkirina penaxwazên ji Tirkiye'yê
Krîza civakî li Îranê
Erdoğan êrîşên nû yên ser Rojava ragihandin
Erdoğan êrîşên nû yên ser Rojava ragihandin. COSMO Kurdî. 03.06.2022. 46:21 Min.. Verfügbar bis 03.06.2027. COSMO.
Serokkkomarê tirk Erdoğan vê heftê êrîşên nû yên ser Bakurê Sûrî ragihandin. Vê carê hedef Menbic û Til Rifaat in. Ji Rûsya û DYE nerazîbûn hatin lê belê nayê zanîn ka ji ber muzakereyên endametiya Swêd û Fînlandiya ya li cem NATO Amerîka careke din lempa kes ji Tirkiye'yê veke. Rêvebirê rêxistina sivîl PÊL Ferhad Ehmê şîrove dike.
Nifşa ciwan berdewamî di nav qeyranê de ye
Nifşa ciwan berdewamî di nav qeyranê de ye. COSMO Kurdî. 27.05.2022. 24:42 Min.. Verfügbar bis 27.05.2027. COSMO.
Pandemiya Corona hîna bi dawî nebû, îcar di meha Sibatê de şerê li Ukrayna’yê dest pê kir. Herweha tirs û fikarên jîngehî jî didomin. Ev qeyran jî herî zêde bandora xwe li ser ciwanan dikin: Ev yek serencama lêkolîneke li Almanya’yê ye. Dêrûnînas Lana Gaff encamên wê rave dike.
Ji Erdogan bazariya NATO û Kurdan
Pûtîn çima dev ji Ukrayn'yê ber nade?
Kazimî ji bo Erdoğan şerê wekaletê dike
Kazimî ji bo Erdoğan şerê wekaletê dike. COSMO Kurdî. 06.05.2022. 38:48 Min.. Verfügbar bis 06.05.2027. COSMO.
Çavê cîhanê li Ukrayna'yê lê Tirkiye êrîşên xwe yên ser Rojava û Başûrê Iraq'ê zêde kirin. Hevdem li ser daxwaza Tirkiye'yê artêşa Iraq'ê jî ev çend roj in bi çekên giran êrîşî Şingal'ê dike. Yekîneyên Berxwedanê yên Şingal'ê YBŞ jî bersiva êrişan dide û ji ber hevkariyê PDK'ê tawanbar dike. Dr. Sardar Saadî rewşê dinirxîne.
NRW: Hilbijartinên Eyaletê ya 2022
Rehîneyên siyasî yên Erdoğan
Gaza Xwezayî: Kurdistan dibe alternatîfa Rûsya'yê?
Daişiyên vegeriyayî şîrîkê jenosîdê ne
Daişiyên vegeriyayî şîrîkê jenosîdê ne. COSMO Kurdî. 08.04.2022. 42:26 Min.. Verfügbar bis 08.04.2027. COSMO.
Hikûmeta federal 10 Daişiyên jin û 27 zarokên wan ji Rojava rahiştin û anîn Almanya’yê. Lê belê ev ne yekem car bû. Almanya’yê ji Havîna 2019’an û vir çar carên din bi giştî 12 jinên Daişî û 42 zarok paş de anîne. Ev jin û zarok xeternak in? Darizandina daişiyên vegeriyayî çawa dimeşe? Ji Zentralrat der Ezide (ZED) Dr. Irfan Ortac rave dike.
Gender: Li cem Kurdan zayenda civakî
Gender: Li cem Kurdan zayenda civakî. COSMO Kurdî. 01.04.2022. 32:44 Min.. Verfügbar bis 01.04.2027. COSMO.
Gender, an ku zayenda civakî li ser wan rolên zayendî hûr dibe, ku ji aliyê civakê ve hatine danîn û civak li bendê ye, ku her jin û mêrek di çarçoveya van rolan de tevbigerin. Gender, Ev rol dikarin li gor asta xurtbûna baviksalariya nav civakê tên guhertin. Ev têgih ne tenê li Ewropa lê li gelek welatên din jî di rojevê de ye û di serî de rêxistinên jinan dixwazin, ku baviksalariya nav civakê bişkenînin û vê hişmendiyê bikin parçeyeke jiyana rojane.
Tevî sistkirinan dîsa jî vaksîn
Tevî sistkirinan dîsa jî vaksîn. COSMO Kurdî. 25.03.2022. 17:29 Min.. Verfügbar bis 25.03.2027. COSMO.
Em di pandemiyê de ketin qonaxeke nû û gelek tedbîrên pandemiyê jî yan hatin rakirin yan jî hatin sist kirin. Lê belê ev nayê wê wateyê, ku pandemî bi dawî bû. Li gor amarên Enstituya Robert Koch, di nav hefteyekê de 1 milyon û nîv haletên nû yên Coronayê hatin tomar kirin, ku ev rêje rekorek e.
Newroza we pîroz be
Newroza we pîroz be. COSMO Kurdî. 18.03.2022. 34:40 Min.. Verfügbar bis 18.03.2027. COSMO.
Sersala Kurdî Newroz her sal di 21'ê Adarê de tê pîroz kirin. Îsal jî tevî hemû şer û pevçûn û karesatan Newroz li cem gel coşiyeke peyda dike. Ji ber ku Newroz him hatina biharê him jî destpêka saleke nû ye.
Şerê Ukrayna'yê û Rojavayê Kurdistan'ê
Şerê Ukrayna'yê û Rojavayê Kurdistan'ê. COSMO Kurdî. 11.03.2022. 44:09 Min.. Verfügbar bis 11.03.2027. COSMO.
Şerê Ukrayna'yê berdewam dike. Nerazîbûna cîhanê ya li hember Pûtîn zêde dibe. Gelo ev şer dikare helwesta cihanê ya li hember Kurdên Sûrî biguherîne û fesendek bide wan? Dr. Yasin Sunca him sedem him jî encamên pêkan ên vî şerî şîrove dike.
Şerê li Ukrayna'yê
Şerê li Ukrayna'yê. COSMO Kurdî. 04.03.2022. 27:53 Min.. Verfügbar bis 04.03.2027. COSMO.
Ji 24'ê Sibatê û vir ce Rûsya êrîşî Ukrayna'yê dike. Li hember vê êrîşê li seranserî Ewropa nerazîbûneke tun hat. Ji ber şer û pevçûnan dora milyonek kes jî derbeder bûn û berê didin welatên cîran. Di nav wan de gelek kesên ne Ukraynayî jî hene, li wir diçûn zanîngehê.
COSMO Kurdi - 04.03.2022 - Krîza Ûkraynayê
Dersên Kurdî: Modela Swêd'ê
Dersên Kurdî: Modela Swêd'ê. COSMO Kurdî. 25.02.2022. 01:08:40 Std.. Verfügbar bis 25.02.2027. COSMO.
21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkê bû. Em jî vê heftê li ser dersên Kurdî yên li Almanya'yê hûr dibin û wê bi Swêd'ê, ku baştirîn mînaka li Ewropa'yê ye, didin ber hev. Mamoste Samîr Xidir Ebdî û Haydar Diljen mêvanên vê xelekê ne.
Mihrîcana Çand û Hunerê ya Kifrî
Anatomiya skandalekê: Amed Ahmad çima mir?
Anatomiya skandalekê: Amed Ahmad çima mir?. COSMO Kurdî. 11.02.2022. 30:54 Min.. Verfügbar bis 11.02.2027. COSMO.
Xortê Kurd Amed Ahmad di encama zincireke skandalan de jiyana xwe ji dest da. Vê heftê komîsyona lêpirsînê ya parlamentoya eyaletê ya NRW jî guhdariya şahidê dawî kir û ew jî gihaştin wê encamê ku polîs û karmendên dadweriyê nabe ku werin darizandin. Anku hêviyên edaletê ya dê û bavê Amed careke din şikestin.
Bandora Corona ya ser hin pîşeyan
Bandora Corona ya ser hin pîşeyan. COSMO Kurdî. 04.02.2022. 30:52 Min.. Verfügbar bis 04.02.2027. COSMO.
Pandemiya Corona du salên xwe li dû hiştin. Him vê şewbê him jî tedbîrên li dij wê gelek beşên kar û xebatê xistin bi tengezariyê. Di nav wan de ne tenê restoran û cafe hene lê belê dibistan û pîrxane jî hene, ku gelek kes ji ber barê giran gilî û gazinan dike.
Corona: Bilançoya du salan
Corona: Bilançoya du salan. COSMO Kurdî. 28.01.2022. 29:15 Min.. Verfügbar bis 28.01.2027. COSMO.
Enstituya Aborîya Almanya'yê IW di vî warî de raporek belav kir û ragihand, ku Almanya di du salên buhurî de dora 350 Milyar Euro zirar kirine û bi tenê di çareka pêşîn a îsal de zirara ku Corona daye aboriyê dora 50 mîlyar Euro ne.
Enstituya Aborîya Almanya'yê IW di vî warî de raporek belav kir û ragihand, ku Almanya di du salên buhurî de dora 350 Milyar Euro zirar kirine û bi tenê di çareka pêşîn a îsal de zirara ku Corona daye aboriyê dora 50 mîlyar Euro ne.
Amerîka leşkerên xwe ji Iraq'ê vedikişîne
Amerîka leşkerên xwe ji Iraq'ê vedikişîne. COSMO Kurdî. 21.01.2022. 33:02 Min.. Verfügbar bis 21.01.2027. COSMO.
Ji Enstituya Fransî ya lêkolînên ser peywendiyên navnetewî (IFRI) berpirsiyarê beşa Iraq’ê lêkolîner Adel Bakawan di vê xeleka me de him di derbarê dagirkirina Iraq’ê ya sala 2003’an de agahiyên paşxaneyê dide û him jî encamên pêkan ên vekişîna giştî ya ser seranserî Iraq’ê û Herêma Kurdistan’ê şîrove dike.
25 sal li dû Hunermenda Nemir Eyşe Şan
25 sal li dû Hunermenda Nemir Eyşe Şan. COSMO Kurdî. 14.01.2022. 27:01 Min.. Verfügbar bis 14.01.2027. COSMO.
18'ê Kanûnê 25'emîn salvegera koça dawî ya hunermenda nemir Eyşe Şan bû. Eyşe Şan tevî hemû zehmetiyê malbatî û civakî dev ji stranbêjiyê berneda. Wê herweha di stranên xwe de adetên civakî yên wekî 'hewî' rexne kir û xwedî li ziman û nasmeya xwe ya Kurdîtî derket, got 'Zimanê Kurdî', 'Pêşmerge'. Nivîskarê pirtûka jînenîgariya Eyşe Şan Kakşar Oremar vê heftê mêvanê COSMO Kurdî ye.
Drava hevpar a Ewropî Euro bû 20 salî
Drava hevpar a Ewropî Euro bû 20 salî. COSMO Kurdî. 07.01.2022. 29:59 Min.. Verfügbar bis 07.01.2027. COSMO.
Îsal drava Yekitiya Ewropî Euro dikeve 20 saliya xwe. Pisporê YE Dr. Zana Kurda dibêje, biyara Euro di warê yekgirtîbûna siyasî û aborî ya Yekitiyê de gaveke girîng bû û bi ser jî ket. Dr. Kurda herweha dibêje, herçend di bazarên cihanê de bêhtir Dolara Amerîkî hebe jî, Euro drava herî pê bawer e.