Download? Rechte Maustaste!
Um das Audio herunterzuladen, klicken Sie bitte mit der rechten Maustaste auf "Download". Dann wählen Sie "Ziel speichern unter ..." oder "Link speichern unter ...", um das Audio zu speichern.
Peymana Lozan'ê û Destûra 1921'an
Şîddeta nav malê zêde dibe
NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir
NATO: Tirkiye'yê vetoya Swêd'ê rakir. COSMO Kurdî . 14.07.2023. 32:25 Min.. Verfügbar bis 13.07.2028. COSMO.
Tirkiye'yê piştî 15 mehan vetoya xwe ya ser endametiya Swêd'ê ya li cem NATO'yê rakir. Îcar di endametiya Swêd’ê ya li cem NATO’yê serkeftina mezin ya kê ye? Û herweha di encama vê yekê de herî zêde kê wenda kir? Em van pirsan û çendîn pirsên din ji pisporê zanistên siyasî ji Sinan Önal dikin.
Şewitandina Quran'ê û Îslamofobî
Şewitandina Quran'ê û Îslamofobî. COSMO Kurdî . 07.07.2023. 30:46 Min.. Verfügbar bis 06.07.2028. COSMO.
Di cejna qurbanê de li Swêd’ê hevwelatiyekî Iraq’ê yê bi navê Salwan Momika li pêşiya mizgeftê pirtûka pîroz a musulmanan şewitand. Vê yekê li cem gelek musulmanan rê li bêzarî û nerazibûnan vekir. Gelo şewitandina pirtûka pîroz şêwazeke azadiya xwe îfadekirinê ye yan jî gotareke nefretê ye?
Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin
Rojava: Daişiyên biyanî tên darizandin. COSMO Kurdî . 30.06.2023. 36:38 Min.. Verfügbar bis 29.06.2028. COSMO.
Rêveberiya xweser piştî têkçûna Daişê ya li ser erdê bang li welatên peywendîdar û civaka navnetewî dikir, ku hevwelatiyên xwe yan bibin û bixwe darizînin yan jî piştgirî bidin, ku li Rojava Trîbunaleke Navnetewî were damezirandin. Bersivek ji wan nehat û Rêvberiya Xweser jî di vê dawiyê ragihand, ew nema li benda civaka navnetewî dimînin û ewê dest bi darizandina Daişiyên biyanî bikin.
Li Almanyayê pêla germê û krîza jîngehê
Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in
Qanûna Terorê: Kurdên Swêd'ê bi fikar in. COSMO Kurdî . 16.06.2023. 30:23 Min.. Verfügbar bis 15.06.2028. COSMO.
Qanûna nû ya dij-terorê ya Swêd’ê ket meriyetê û darizandina pêşîn a ji ber vê qanûnê jî dest pê kir. Lê belê qanûnê him li cem raya giştî ya Swêd’ê him jî li cem Kurdên Swêd’ê dengveda û rastî nerazîbûn û rexneyan hat. Di derbarê wan rexne û fikaran de em jî ji beşa Kurdî ya Radyoya Swêd’ê bi rojnameger Beşîr Kavak re bipeyivin, ku ev demeke dirêj e, van mijaran ji nêz ve dişopîne.
Rapirsiya li ser hilbijartinên federal
HDP'ê çima deng wenda kirin?
Hevwelatîbûn
Hilbijartinên li Tirkiyeyê
Hilbijartinên li Tirkiyeyê. COSMO Kurdî . 19.05.2023. 24:39 Min.. Verfügbar bis 18.05.2028. COSMO.
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî yên parlamentoyê hatin li dar xistin. Hilbijartinên îsal wekî hilbijartinên çarenivîsê dihatin pênase kirin, ka di encamê de dawî li desthilatdariya bîst salan a AKP û serokê wê Erdoğan were. Lê belê muxalefet, ku serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroğlu serkêşiya wê dike, encamên ku di dixwest bi dest nexist. Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, ku ji ber tirsa doza girtinê, di bin navê Partiya Çep a Kesk YSP de ket hilbijartinan, piştgirî dabû Kılıçdaroğlu.
Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye
Dîlan Örs hêviya xwe ji welêt nebirriye. COSMO Kurdî . 12.05.2023. 25:44 Min.. Verfügbar bis 11.05.2028. COSMO.
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û dengdanên li derveyî welêt di dawiya meha Nîsan’ê dest pê kir. Di nav wan kesan de, ku dengê xwe da keça Hozan Canê Dilan Örs jî hebû. Em jî pê re li ser wê yekê dipeyivin, ka wê çima deng da, ka bendewariyên wê çi ne. Hevdem, halê hazir li Tirkiye’yê 64 hevwelatiyên Alman di girtîgehê de ne û zêdeyî 60 hevwelatiyên Alman li Tirkiye’yê asê mane, ji ber ku derbarê wan de qedexeya derketina ji welêt heye.
14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê
14'ê Gulanê: Hilbijartinên li Tirkiye'yê û li Bremen'ê. COSMO Kurdî . 05.05.2023. 35:05 Min.. Verfügbar bis 04.05.2028. COSMO.
Di 14’ê mehê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin û di van hilbijartinan de ewê him serokkomarekî nû û him jî parlamentoyeke nû were hilbijartin. Em jî di vî warî de ji Zanîngeha Dîcle’yê bi huquqnas Vahap Coşkun re dipeyivin. Hevdem di 14’ê Gulan’ê de li Bremen’ê jî hilbijartin hene.Cindî Tuncel jî ji sala 201‘an ve endamê parlemtoyê ye û vê carê jî ji partiya Çep namzet e. Em jî bi vî siyasetmedarê Kurd ê Ezîdî di derbarê hilbijartinan de dipeyivin.
100 sal paşê: Peymana Lozan'ê û Kurd
TİP'ê çav berda dengên çepgir ên HDP'ê
TİP'ê çav berda dengên çepgir ên HDP'ê. COSMO Kurdî. 21.04.2023. 23:41 Min.. Verfügbar bis 20.04.2028. COSMO.
Di 14’ê Nîsanê de li Tirkiye’yê him hilbijartinên serokkomariyê him jî parlamentoyê tên li dar xistin. Heta niha hemû lîste û namzet jî misoger bûn û ji aliyê YSK’ê ve hatin pesend kirin. Lê belê wekî ku me hefteyên buhurî jî ragihandibû, endama Bloka Ked û Azadiyê TİP, li hin bajaran bi listeyên xwe dikeve hilbijartinan û dibe reqîbê lîsteyên Partiya Çep a Kesk. Di vî warî de li cem Kurdan ne tenê dilşikestin lê belê hêrsek jî heye. Di vî warî de em jî bi Rojnamager Irfan Aktan re dipeyivin.
Iraq: 20 sal piştî Seddam Husên
Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê
Maceraya firotina nefta Kurdistan'ê. COSMO Kurdî. 07.04.2023. 53:28 Min.. Verfügbar bis 06.04.2028. COSMO.
Di 14’ê Gulanê de li Tirkiye’yê hilbijartin tên li dar xistin. Nazmet hêdî hêdî zelal dibin. HDP ji ber tirsa doza girtinê di bin navê partiya çep a Kesk de dikeve hilbijartinan û ji bo serokkomariyê bixwe namzetek nîşan neda. Di 23’ê Adarê de Dadgeha Navnetewî ya Tahkîmê Milyar û nîv dolar cezayê père da Tirkiye’yê çima ku bêyî rizamendiya Bexda’yê nefta Kurdistan’ê difirot.
8 hefte piştî erdheja Mereş'ê
Li Almanya'yê nijadperestiya dij Kurdan
Newroz: Sersala 2723 ya Kurdî pîroz be
Hilbijartinên Serokkomarî - Nêzîkbûna Enqere û Şam
Jîna Emînî: Xwepêşandan berdewam in
Jîna Emînî: Xwepêşandan berdewam in. COSMO Kurdî. 03.03.2023. 30:42 Min.. Verfügbar bis 02.03.2028. COSMO.
Keça Kurd Mahsa Jîna Emînî di meha îlonê de bi destê polîsên Komara Îslamî ve hatibû kuştin. Xwepêşandanên piştî mirina wê ev şeş meh in berdewam dikin. Herweha rejîma Îran’ê jî bi hemû hêza xwe hewlê dide xwepêşandanan bitepisîne. Rêxistinên sivîl radigihînin, ku ji destpêka xwepêşandanan û vir ve zêdeyî 500 kes hatine kuştin, ku di nav wan de jêrtemen jî hene. Heta niha 4 xwepêşandêr jî hatin îdam kirin û dezgehên mafên mirovan hiyarî didin ku 109 kesên din di bin metirsiya cezayê îdamê de ne.
Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin
Erdhej: Bajarên Kurdan bêxwedî hatin hiştin. COSMO Kurdî. 24.02.2023. 01:00:20 Std.. Verfügbar bis 24.02.2028. COSMO.
Kurdên li Sûrî ji ber cudakariya li hember gilî û gazinan dikin, ku alîkariyên navnetewî nadin wan. Hevpeyvîna digel Yusuf Muhammed. Di derbarê travmaya erdhejê de heypevyîna digel dêrûnînas û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan. Romana dawî ya Bextiyar Elî Dagirkirina Tarîtiyê dibe şano. Hevpeyvîna digel derhêner Ihsan Othmann
Bîlançoya erdhejê girantir dibe
Bîlançoya erdhejê girantir dibe. COSMO Kurdî. 17.02.2023. 32:44 Min.. Verfügbar bis 17.02.2028. COSMO.
Tê ragihandin hejmara qurbaniyên erdheja dijar ji 44 hezaran zêdetir e. Dezgeha Hawarçûnê ya Tirk AFAD’ê ragihand, heta niha termên zêdeyî 38 hezar kesan ji bin xirbeyan hatine derxistin. Erdhejê li Rojavayê Bakurê Sûrî jî xist. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî li vê herêmê herî kêm 4 hezar û 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in
Piştî erdheja dijwar hewldan berdewam in. COSMO Kurdî. 10.02.2023. 54:05 Min.. Verfügbar bis 10.02.2028. COSMO.
6’ê mehê roja duşemê li navçeyê Bazarcix û Elbistan’ê yên Mereşê bi pileyên 7,7 û 7,6 a pîvana rîchterê du erdhej li dû hev pêk hatin. Erdhej ji Eden’ê heta Amed’ê, ji Meletî heta bajarê Sûrî Laziqiyê ziyan gihand can û malê xelkê. Tê ragihandin hejmara qurbaniya zêdeyî 21 hezar e û ev hejmar her saet zêde dibe.
Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî
Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî. COSMO Kurdî. 03.02.2023. 26:39 Min.. Verfügbar bis 03.02.2028. COSMO.
Koma navnetewî ya muzîkê ya NANOBEAT vê dawiyê albûmeke nû ya bi navê “everything” derxist. Vê heftê mêvanên Cosmo Kurdî ji NANOBEAT Hemn Darya û Hedi Jabar in. Ew herdu jî ji me re behsa karên xwe yên muzîkê, pêşbirkên ku ew tê de beşdar bûne û herweha ya albûma xwe nû dikin. Hevdem, dîroka muzîka Kurdî bi taybetî jî li cem Kurdan Rock beşek ji podcasta me ne.
Hevpeyvîna taybet a digel Selahattin Demirtaş
Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir
Almanya'yê fermana Êzîdiyan nas kir. COSMO Kurdî. 20.01.2023. 44:02 Min.. Verfügbar bis 20.01.2028. COSMO.
Bundestag’ê zilma hov a rêxistina terorê ya Daiş’ê ya ser Êzîdiyan a wekî Genozid anku nijadkujî pênase kir. Meclîsa Federal roja pêncşemê pêşniyara fraksiyonên SPD, Partiya Kesan û FDP’ê bi yek dengî pejirand. Fraksiyonên partiya Çep û AfD, ku di amadekirina biryarê de beşdar nebûbûn, dengê erê dan.
Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê
Beriya hilbijartinan zextên ser HDP'ê. COSMO Kurdî. 13.01.2023. 25:55 Min.. Verfügbar bis 13.01.2028. COSMO.
Doza girtina HDP, doza Kobaniyê û doza li dij şaredarê Stenbol’ê. Ev doz ewê hemû encamên hilbijartinan diyar bikin. Herweha vê heftê HDP ragihand ewê bixwe namzetek nîşan bide û bikeve hilbijartinên serokkomariyê. Emê ji Amedê ji nûçegihana xwe Hatice Kamer bipirsin, ka sedem û dengvedanên vê biryarê çi ne ?
Xaça Federalî ji Feryad Fazil Omer re
Li Parîs'ê dîsa komkujî
Li Parîs'ê dîsa komkujî. COSMO Kurdî. 30.12.2022. 20:06 Min.. Verfügbar bis 30.12.2027. COSMO.
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane.
Di 23'ê mehê de li Parîs’ê li dij dezgeh û kargehên Kurdan êrîşek pêk hat û sê kes hatin kuştin, sê kesên din jî hatin birîndar kirin. Hat ragihandin, êrîşbir nijadperestekî Fransiz e. Lê belê Kurdên li Fransa’yê bawer nakin, ev qetlîam karê nijadperestekî be. Û bi taybetî jî piştî kuştina sê jinên Kurd a sala 2013 û pirsên ku ji hingî ve bêbersiv mane.
Çiya Rabiî: Lehengê Würzburg
Reva ji destê dadgerên Erdoğan
Reva ji destê dadgerên Erdoğan. COSMO Kurdî. 16.12.2022. 39:19 Min.. Verfügbar bis 16.12.2027. COSMO.
Hejmara hevwelatiyên Alman, ku li Tirkiye'yê asê mane ber bi zêdebûnê ve diçe. Wezareta derve ragihand, niha zêdeyî 120 hevwelatî li Tirkiye'yê girtî ne yan di derbarê wan de qedexeya derketina derveyî welêt heye. Ji Hamburg’ê bi Îlhamî Akter, ew jî ji ber parvekirinên ser torên civakî li Tirkiye’yê hatiye girtin û hetta ceza jî xwariye. Lê camêr wekî fîlmên aksiyonê ji Tirkiye’yê reviya û xwe gihand Almanya’yê. Û ev serpêhatiya xwe kir pirtûk û bi Tirkî û Almanî weşand.
Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor
Pereyê hevwelatiyan, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor. COSMO Kurdî. 09.12.2022. 30:28 Min.. Verfügbar bis 09.12.2027. COSMO.
Di sala nû de, di warê alikariyên sosyal, hevwelatîbûn û hatina karkerên pispor ên biyanî de hin guhertin pêk tên. Wekî mînak di şûna Hartz IV de Bürgergeld. Lê ewê çi biguhere?
Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike
Tirkiye dîsa êrîşî Rojava dike. COSMO Kurdî. 02.12.2022. 30:15 Min.. Verfügbar bis 02.12.2027. COSMO.
Piştî êrîşa li Stenbol’ê ya 13’ê Mijdarê herkes li bendê bû, Tirkiye vê êrîşê ji xwe re bike hincet û êrîşî Rojava bike. Weha jî bû û Tirkiye ji 19’ê Mijdarê û vir ve bi firokeyên şerrî û topan êrîşî herêmên rêveberiya xweser dike. Hat ragihandin, di êrîşan de heta niha 13 sivîl hatin kuştin ku di nava wan de rojnamevanek jî heye. Herweha zarokek û rojnamegerî din jî tê de bi dehan kes birîndar bûn. HSD’ê ragihand herî kêm 20 şervanên wan di encama êrîşan de jiyana ji dest dane.
„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“
„Xwepêşandanên li Îranê berdewam dikin“. COSMO Kurdî. 25.11.2022. 33:56 Min.. Verfügbar bis 25.11.2027. COSMO.
Xwepêşandanên li Îran'ê berdewam dikin. Li Rojhilatê Kurdistan'ê hêzên Komara Îslamî bi hovî êrîşî xelkê dikin, ku heta niha 300 kes hatin kuştin û 14 hezar kes hatin girtin.
Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?
Êrîşa Stenbol'ê karê kê ye?. COSMO Kurdî. 18.11.2022. 40:28 Min.. Verfügbar bis 18.11.2027. COSMO.
Yekşema buhurî li kolana Îstîklalê êrîşeke bombeyî pêk hat, ku di encamê 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes hatin birîndar kirin. Êrîşbira bergûman çend saet piştî bûyerê hat girtin. Dezgehên fermî ragihand, ku êrîşbir li xwe mukir hatiye, ku endama PYD/PKK’ê be û ji Kobani’yê hatiye. Aliyê Kurdî ev îddîa red kirin. Hevdem gelek agahiyên nakok derketin holê, ku digihîjin heta rêxistina MHP ya navçeya Güçlükonak a Şirnex’ê. Ji Amedê, nirxandinên rojnameger Hatice Kamer.
Enflasyon di nav karsazan de
Li Efrîn'ê çi diqewime?
Li Efrîn'ê çi diqewime?. COSMO Kurdî. 04.11.2022. 39:57 Min.. Verfügbar bis 04.11.2027. COSMO.
Piştî ku Erdoğan sinyala wê yekê da, ku ewê siyaseta xwe ya hember rejîma Esad biguherîne, ne tenê li herêmên dagirkirî xwepêşandan hatin li dar xistin, lê herweha Şaxa Sûrî ya Al Qaide, Heyet Tehrir’l Şam ket Efrînê. Ev hemû jî bi rizmanediya Tirkiye’yê pêk hat. Gelo Tirkî dixwaze ji artêşa azad re bêje, ser xwe re neçin, heddê xwe zanibin? Yan dixwaze di hevdîtinên digel rejîmê de eniyeke xurttir derxe pêşiya Esad? Em van pirsan, ji Washington‘ê ji rojnameger Sirwan Qiço bikin.
Tirsa penaberan ji ku tê?
Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?
Sînemaya Kurdî yan Sînemaya bi Kurdî?. COSMO Kurdî. 21.10.2022. 36:43 Min.. Verfügbar bis 21.10.2027. COSMO.
Vê heftê bi boneya festîvala fîlmên Kurdî ya Hamburg’ê em behsa sînema Kurdî dikin. Di vî warî de em bi listîkvanê sînemayê Bilal Bulut re li ser fîlm û fîlmsaziya Kurdî dipeyivin. Camêr him di fîlmên Kurdî û Tirkî de dilîze û herweha yek ji amadekarên festîvala Hamburg’ê ye.
„enflasyon û newekheviya civakî“
Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî
Serhildana Jinan: Jin, Jiyan, Azadî. COSMO Kurdî. 07.10.2022. 49:08 Min.. Verfügbar bis 07.10.2027. COSMO.
Ev sê hefte ne li seranserî Îran’ê xwepêşandan berdewam dikin, ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî ya xelkê Rojhilat’ê Kurdistan’ê hatibûn dest pê kirinin. Xwepêşandan li seranserî cîhanê deng vedidin. Em jî li ser xwepêşandan û serhildanên jinan ên li Îran’ê digel çalakvana mafên jinan Zeinab Bayazidi dipeyivin. Birêz Beyazîdî bi xwe xelkê Rojhilat e û bi salan di zindanê de maye, berî ku were Almanya’yê.
Jîna Emînî: Jin, Jiyan, Azadî
Jîna Emînî: Jin, Jiyan, Azadî. COSMO Kurdî. 30.09.2022. 39:22 Min.. Verfügbar bis 30.09.2027. COSMO.
Piştî ku Jîna Emînî, keçeke ciwan a Kurd a ji Seqiz, li Tehran’ê bi destê polîsan ve hat kuştin, di serî de li Rojhilatê Kurdistan’ê li seranserî Îran’ê xwepêşandan hatin li dar xistin. Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî bi tundî êrîşî xwepêşandêran kir û tê ragihandin heta niha pirraniya wan li bajarên Kurdnişîn dora 54 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Herweha bi sedan kes jî aliyê polîsan ve hatine girtin, ku aqûbeta wan nayê zanîn
Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî
Li cem polîsa Berlîn'ê nijadperestî. COSMO Kurdî. 20.09.2022. 38:42 Min.. Verfügbar bis 20.09.2027. COSMO.
Di 9'ê mehê de, di serdegirtina malekê ya li Berlîn’ê de polîsek, li dij xwediyê malê gotinên nijadperest bi kar anî. Polîsa Berlîn’ê ew polîs yeskser ji karê derve kişand û hikûmeta Berlîn’ê jî bûyer şermezar kir. Gelo ev helwest bi rastî heta dawiyê weha bimeşe yan wekî bûyerên din ên bi vî rengî, di taliyê de berpirsiyar ceza nexwin? Li ser vê bûyerê û li ser helwesta rayedaran em jî digel Endamê Parlamentoya Eyaletê ya Berlîn’ê birêz Jian Omar re dipeyivin.
Kêmaniyên olî ji Iraq'ê direvin
Yaşar Kemal bi Kurdî
Yaşar Kemal bi Kurdî. COSMO Kurdî. 09.09.2022. 52:39 Min.. Verfügbar bis 09.09.2027. COSMO.
Vê heftê mijara me yek ji mezintirîn nivîskarên wêjeya bi zimanê Tirkî Yaşar Kemal e, ku pirtûkên wî Kurdî jî tê de bo zêdeyî çil zimanan hatine wergerandin. Di vê beşê de emê guh didin nirxandinên rexnegîr û weşangeran û em herweha digel Wergêr û Rojhilatnas Bekir Şiwanî dipeyivin, ku pirtûkeke li ser vî nivîskarê mezin wergerandiye Kurdî Soranî. Wekî din fîlmsaz Sîrwan Rehîm ji me re him behsa belgefîlma ser Yaşar Kemal û him jî qonaxên jiyan û nivîskariya Yaşar Kemal dike.
Îran û Rêkeftina Navokî
Îran û Rêkeftina Navokî. COSMO Kurdî. 02.09.2022. 32:22 Min.. Verfügbar bis 02.09.2027. COSMO.
Serok Biden hewlê dide, ku rêkeftina navokî ya digel Tehran'ê, ku Trump di 2018'an jê vekişiya bû careke din vejîne. Lê belê him Komarparêz him Îsraîl ji vê yekê nerazî ne. Bi saya rêkeftina atomî (navokî) ya di dema serokê DYE Obama de, him Îran bernameya xwe ya navokî sînordar kir him jî mueyyideyên ser Îran’ê bi qismî bin jî hatin rakirin. Lê belê di sala 2018’an de serokê wê demê yê DYE Trump ji vê rêkeftinê vekişiya û pêkirinên girantir danîn ser Komara Îslamî.
Wergerandina edebiyata zarokan
Wergerandina edebiyata zarokan. COSMO Kurdî. 26.08.2022. 51:35 Min.. Verfügbar bis 26.08.2027. COSMO.
Çîrokên navdar ên cihanê her ku diçe bêhtir bi Kurdî tên wergerandin û gelek weşanxane jî wan geh wekî set geh yeko yeko çap dikin û digihînin dê û bavan. Vê dawiyê Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEK-MAL li ser wergerandina edebiyata zarokan rêze-kargeh li dar xistin, ku tê de pisporên zimanî û pedagojiyê, werger û herweha weşanger beşdar bûn.
Nameyên ji şairekî ciwan re
Nameyên ji şairekî ciwan re. COSMO Kurdî. 19.08.2022. 40:25 Min.. Verfügbar bis 19.08.2027. COSMO.
Herkesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanê ketiye, bi awayekî navê Rilke bihistiye. Dr. Abdullah Incekan berhema wî ya bi navê Nameyên ji şairekî ciwan re wegerand Kurdî. Dr. Abdullah İncekan nivîskar, zimannas û pedagogekî Kurd e, ku ji zaroktiya xwe ve li Almanya’yê dijî. Wî li zanîngeha Duisburg-Essenê beşên Germanîstîk, Turkolojî û Pedagojîya Înterkulturel xwendine û Doktoraya xwe jî li zanîngeha Bamberg’ê di beşa Zimannasiya Gelemperî de li ser hin xalên zimanê Kurdî kiriye.