Download? Rechte Maustaste!
Um das Audio herunterzuladen, klicken Sie bitte mit der rechten Maustaste auf "Download". Dann wählen Sie "Ziel speichern unter ..." oder "Link speichern unter ...", um das Audio zu speichern.
Piştî Salan Dîsa Koma Amed
Piştî Salan Dîsa Koma Amed. COSMO Kurdî . 28.06.2024. 30:33 Min.. Verfügbar bis 28.06.2029. COSMO.
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û serê vê mehê li Parîs’ê konserek da. Kom ewê herweha 5’ê mehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî vê heftê bin endamê Koma Amed Silêman re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin.
Mûsil: 10 salên piştî Daiş'ê
Mûsil: 10 salên piştî Daiş'ê. COSMO Kurdî . 21.06.2024. 27:47 Min.. Verfügbar bis 21.06.2029. COSMO.
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû. Ji Kerkûk’ê rojnameger Karwan Salehi him behsa ketina bajarê Mûsil’ê û rewşa piştî rizgarkirinê û ji nû ve avadan kirina bajêr dike.
Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan
Nîqaşa Kurdbûna Êzîdiyan. COSMO Kurdî . 14.06.2024. 45:20 Min.. Verfügbar bis 14.06.2029. COSMO.
Li Iraq'ê pêşniyara naskirina Êzîdiyan wekî miltteke cihê û komkirina 182 îmzeyên endamên parlamentoyê pêleke din a nîqaşan jî bi xwe re anî. Ev jî ji Şêwra Navendî ya Êzîdiyên Almanya’yê bi Dr. Îrfan Ortaç re, bi berdevkê Encûma Êzîdîyên Sûrî bi nivîskar û helbestvan Serhan Îsa re li ser vê mijarê dipeyivin. Herweha nivîskarê Êzîdî Newaf Mîro jî li ser vê nîqaşê dîtinên radigihîne.
Jiyana Kurdan li Almanya
Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê
Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê. COSMO Kurdî . 31.05.2024. 35:23 Min.. Verfügbar bis 31.05.2029. COSMO.
Îsal cara pêşîn li cem Zanîngeha Rojava ji Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî çendîn kesan dereceya masterê wergirtin, ku di nav wan de jin jî hene. Em jî pêşî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin.
Karvedanên mirina Reîsî
Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî
Berlîn: Festîvala Edebiyata Sirgûnê ya Kurdî. COSMO Kurdî . 17.05.2024. 27:53 Min.. Verfügbar bis 17.05.2029. COSMO.
Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Literaturhaus Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê "Dengê min tê te?" tê li dar xistin.Em jî yek ji amadekarên vê festîvalê bi Dr. Dawit Yeşîlmen re him li ser bernameya festîvalê him jî li ser edebiyata Kurdî ya sirgûnê dipeyivin.
Hewlêr: Çalakiya hunerî ya Goethe-Institue
Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk
Shahmaran: Muzîka Kurdî ya Elektronîk. COSMO Kurdî . 03.05.2024. 34:10 Min.. Verfügbar bis 03.05.2029. COSMO.
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Em jî bi muzîkjen Mustafa Demîr re li ser muzîka elektronîk a Kurdî û li ser projeya wan a bi navê Şahmaran dipeyivin.
Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf'ê. COSMO Kurdî . 19.04.2024. 24:08 Min.. Verfügbar bis 19.04.2029. COSMO.
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de yekemîn festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi yek ji amadekarên vê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan
Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan. COSMO Kurdî . 12.04.2024. 26:46 Min.. Verfügbar bis 12.04.2029. COSMO.
Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk, ku di li pêşiya maleke Kurd kombûbûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîkî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir.
Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê
Soleen Yusef, senarîst û derhêne
30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya'yê
Mafên mirovan ji bo hemûyan - bi hev re li dijî nijadperestiyê
HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî
HRW: Tirkiye li Rojava dibe şirîka sûcên şerrî. COSMO Kurdî . 08.03.2024. 33:31 Min.. Verfügbar bis 08.03.2029. COSMO.
Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.
Iraq: Rêkeftina nepenî ya penaberan:
Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî
Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî. COSMO Kurdî . 23.02.2024. 37:04 Min.. Verfügbar bis 22.02.2029. COSMO.
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vê rojê ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin.
Êdî ji bo penaxwazan perê neqdî nîne
Êdî ji bo penaxwazan perê neqdî nîne. COSMO Kurdî . 16.02.2024. 23:47 Min.. Verfügbar bis 15.02.2029. COSMO.
Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê yekê penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê belê di teşeyeke din de.
Swêd radyoya Kurdî digire
Swêd radyoya Kurdî digire. COSMO Kurdî . 09.02.2024. 26:32 Min.. Verfügbar bis 08.02.2029. COSMO.
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek pirs û nîqaş jî bi xwe re anîn. Gelo ev yek li ser daxwaza Tirkî hat yan na? Em jî vê pirsê ji beşa Kurdî ya radyoya Swêd’ê, ji Rojnameger Beşir Kavak dikin.
Darvekirinên li Îranê / 1 sal piştî erdhejên li Sûriye û Tirkiye
Almanya li dij rastgiran ser piyan e
Almanya li dij rastgiran ser piyan e. COSMO Kurdî . 26.01.2024. 27:47 Min.. Verfügbar bis 25.01.2029. COSMO.
Deh rojên buhurî li seranserî Almanya’yê xwepêşandanên dij AfD û rastgirên tundrew hatin li dar xistin, ku tê de zêdeyî milyonek kes beşdar bûn. Sedema van xwepêşandanan civîneke nepenî ya AfD’ê bû, ku tê plansaziya sirgûn kirina biyaniyan dihat kirin, çi koçberên nû çi jî hevwelatiyên Alman bin. Em ji Civata Kurdî ya Almanya’yê bi birêz Mehmet Tanriverdi re li ser AfD, xwepêşandanên girseyî û encamên wan ên pêkan dipeyivin.
Îran êrîşî Hewlêr û Sûrî dike
Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd
Gurên Boz: Gefên li dij siyasetmedarên Kurd. COSMO Kurdî . 12.01.2024. 24:06 Min.. Verfügbar bis 11.01.2029. COSMO.
Çalakiyên îstîxbarata Tirk ên li derveyî welat ev demek e, di rojeva Almanya’yê de ye. Lê belê herweha hejmara gef û heqaretên li dij muxalîfên hikûmeta Tirk û bi taybetî jî li dij Kurdan herku diçe zêdetir dibe. Vê dawiyê siyasetmedara herêmî ya ji Frankfurt’ê Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt.
Guhertinên di sala nû de
Pisîk çay venaxwin
Koma NANOBEAT û dîroka muzîka Kurdî
Şer û Siyaseta Femînîst a Derve
Şer û Siyaseta Femînîst a Derve. COSMO Kurdî . 15.12.2023. 34:56 Min.. Verfügbar bis 14.12.2028. COSMO.
Em vê heftê li ser siyaseta femînîst a derve û herweha rûdanên dawî yên li rojhilatê navîn û cîhanê hûr dibin, ka cî bi cî kirina vê siyasetê çiqaş pêkan e û zehmetiyên li pêşiya wê çi ne. Di vî warî de mêvana me pispora zanistên siyasî Dastan Casim e.
Masud Abdulkhaleq
Wergerandina Ulysses'ê
Wergerandina Ulysses'ê. COSMO Kurdî . 01.12.2023. 40:55 Min.. Verfügbar bis 30.11.2028. COSMO.
Nivîskar, helbestvan û wergêr Kawa Nemir ev roman bixwe wergerand bo Kurdî û parsal ji weşanên Avesta weşand. Ulysses ne tenê xurttirîn romana Joyce e lê herweha di warê romana nûjen de wekî şoreş tê bi nav kirin, ku riyeke nû li pêşiya romannivîsiya nûjen xistiye. Û hemû otorîteyên wêjeyî li ser wê yekê hevbîr in, ku wergerandina vê romanê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, ji ber ku nivîskar di metsa eslî de bi dengen re dilîze, wezn û qafiye bi kar tîne.
COSMO Kurdi So. 26.11.2023 Sendemitschnitt
Bürgergeld di sala nû de zêde dibe
Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike
Almanya dixwaze Êzîdiyan dersînor bike. COSMO Kurdî . 17.11.2023. 35:06 Min.. Verfügbar bis 16.11.2028. COSMO.
Herçend Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî Genozid anku nijadkujî nas kir jî hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Gelek Êzîdî dema ku diçin daîreyên biyaniyan, da ku îqama xwe dirêj bikin, yekser tên girtin û wan dişînin Abschiebehaft anku girtîgeha beriya dersînorkirinê. Li hember vê yekê jî bi dehan Êzîdî ji bo mehekê kon vedan li pêşiya Bundestag. Di 10’ê mehê de şandeyeke Êzîdiyan bi nûnerên SPD’ê re rûniştin û çalakî bi dawî hat.
Krîza Îsraîl û Hamasê
Rojava: Aboriya Civakî çi ye?
Rojava: Aboriya Civakî çi ye?. COSMO Kurdî . 03.11.2023. 37:08 Min.. Verfügbar bis 02.11.2028. COSMO.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ev zêdeyî 10 sal in ser piyan e û li herêmê sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriyeke alternatîf, anku aboriya civakî jî tê ava kirin. Lê aboriya civakî çi ye? Ka çi ferqa wê ji aboriya lîberal yan aboriya komunîst heye? Em van pirsan ji Rojava, ji aborînas Çeleng Omar dikin.
Dengên bêsînor
Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan
Şerê Xeza'yê û dijminatiya cihûyan. COSMO Kurdî . 20.10.2023. 29:44 Min.. Verfügbar bis 19.10.2028. COSMO.
Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye. Li Almanya'yê jî xwepêşandanên ji bo Xeza’yê tên li dar xistin. Vê yekê rê li nîqaşa dijminahiya cihûyan a di navbera civaka koçberan de jî vekir.
Li Rojhilatê Navîn çi diqewime?
Li Rojhilatê Navîn çi diqewime?. COSMO Kurdî . 13.10.2023. 35:12 Min.. Verfügbar bis 12.10.2028. COSMO.
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirk îcar Hamas'ê êrîşî Îsraîl'ê kir, ku di encamê de bi seda kes hatin kuştin. Di bersivdayîna Îsraîl'ê de bi hezaran Filistînî hatin kuştin. Em jî vê heftê bi pisporê zanistên siyasî Adel Feyazî û bi rojnameger Aram Malekshah re li ser tengezariyên vê dawiyê yên li Rojhilatê Navîn dipeyivin.
Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan
Dîaloga navbera Kurdên Musulman û Êzîdiyan. COSMO Kurdî . 06.10.2023. 34:12 Min.. Verfügbar bis 05.10.2028. COSMO.
Rêxistina bi navê Kurdish European Society di çarçoveya projeyeke dîaloga di navbera olan de Kurdên Musulman û Êzîdiyan tîne cem hev. Mebest kar tê kirin, lêborîn û lihevhatin e.
San Jola kî ye?
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî. COSMO Kurdî . 22.09.2023. 40:45 Min.. Verfügbar bis 21.09.2028. COSMO.
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re, ku temsîka Bilal G. dike, him li ser hûgiliyên bûyerê û him jî qanûna wezîfe û selahiyeta polîsan dipeyivin.
Salek piştî kuştina Jîna
Salek piştî kuştina Jîna. COSMO Kurdî . 17.09.2023. 31:06 Min.. Verfügbar bis 14.09.2028. COSMO.
Bi ser mirina keça Kurd Jîna Mehsa Emînî salek buhurî û xwepêşandanên ku li seranserî Îran’ê dest pê kiribûn ji hingî ve didomin. Herçend Jîna keçeke Kurd jî bû, piştî kuştina wê ya bi destê polîsên Komara Îslamî ne bi tenê Kurd li Rojhilat nerazîbûn nîşan dan lê hemû pêkhateyên Îranê rabûn ser piyan. Lê belê bersiva rejîmê jî gelek hişk bû, ku bi sedan kes hatin kuştin û bi dehan kes jî hatin îdam kirin. Di vê xelekê de rêvebira rêxistina mafên Mirovan Hangaw Shler Bapiri salek piştî kuştina Jîna û karvedanên wê yên heta roya îroyîn rave dike.
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî
34 Guleyên Polîsan ser xortekî 19 salî. COSMO Kurdî . 16.09.2023. 40:45 Min.. Verfügbar bis 22.09.2028. COSMO.
Vê heftê emê li ser bûyera Bilal G. hûr bibin. Xortê 19 salî niha ji ber gulleyên polîsan felc. Lê belê tiştekî ku herkesî matmayî dihêle ew e, ku polîsan li dij kesekî bê çek, di nav taxekê de 34 gulle teqandin. Em jî ji Würzburg’ê bi parêzer Roj Khalaf re dipeyivin.
Li Dêrê Zorê çi diqewime?
Qanûna nû ya hevwelatîbûnê
100 sal şanoya Kurdî
100 sal şanoya Kurdî. COSMO Kurdî . 25.08.2023. 38:29 Min.. Verfügbar bis 24.08.2028. COSMO.
Pirr nayê zanîn lê belê şanoya Kurdî xwedî dîrokeke zêdeyî 100 salî ye. Em jî bi şanoger Mîrza Metin re him li ser dîroka û sibêroja şanoya Kurdî dipeyivin him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike.