Me ji pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek pirsî, ka Bahçeli di banga xwe de çiqas ciddî ye, rûdanên herêmî dikarin karîgeriyeke çawa li ser vê pêjavoyê bikin û çarenûsa Rojava ewê çi be?
Bingeha pirsgirêka Kurd siyaseta qeyyûman e
Tayînkirina qeyûman divê weke gaveke biçûk neyê dîtin. Ji ber ku di navenda pirsgirêka Kurd de siyaseta qeyyûman heye. Ji holê rakirina otonomiya mîrekiyên kurdan ji aliyê Osmaniyan ve û ferzkirina rêveberiya navendî, bingeha pirsgirêka kurd ava dike. Tayînkirina qeyûmên di sê heyamên dawî de jî divê di vê çarçoveyê de bên nirxandin.
Banga Bahçelî divê cidî bê dîtin
Devlet Bahçelî him serokê MHPê ye, him jî şirîkê Tifaqa Cumhur e, him jî nûnerê îdeolojiya serdest e di Burokrasiyê de. Lewma banga Bahçelî bi rastî jî projeyeke dewletê ye. Di rastiyê de biryarên hilbijartinên pêşwext ên Bahçelî û piştî hewldana derbeyê tifaqa wî ya bi AKP'ê re herî kêm ev 10 sal in her tim siyaseta dewletê ye.
Siyaseta derve xwedî karîgeriyeke mezin e
Bahçelî di daxuyaniyên xwe de bal kişand ser sîstema serokatiyê û guhertina Destûra Bingehîn. Wî Erdogan weke alternatîfa yekane bi nav kir. Behsa biratiya Kurd û Tirkan kir. Lê faktorên derve jî di destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê de roleke pir girîng dilîzin. Tirkiye di van 10 salên dawî de ji qada Rojhilatê Navîn vekişiyabû. Siyaseta "millî ve yerlî" (netewî û xwecihî) ya ku hat pêşxistin bi rastî jî polîtîkaya parastinê bû. Tirkiye dixwaze vegere Rojhilatê Navîn û kilîta vê yekê Kurd in.
Şerê Îsraîl û Hemasê bandora Îranê ya li Rojhilata Navîn bi awayekî cidî kêm kir. Tirkiye dixwaze valahiya ku ji Îranê dimîne dagire.
Trump dê biryara vekişîna ji Sûriyê bide, lê ev nayê wê wateyê ku dê DYE ji Rojhilata Navîn derkeve. Hebûna wê ya li Qibris, Yûnanistan, Tirkiye û Bakurê Iraqê dewam dike. DYE jî wê piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê zêde bike. Tirkiye dixwaze DYA’yê qane bike û valahiya Îranê dagire. Ji ber vê yekê jî hewl dide bi kurdan re li hev bike.
Bahçelî behsa encamên pevçûnê dike, lê behsa sedemên wê nake
Aliyê dewletê dixwaze ku PKK dev ji çekan berde. Di vê çarçoveyê de dibe ku girtiyên siyasî û efûyeke giştî jî werin nîqaş kirin, lê yek ji van jî nayê wê wateyê ku sedema bingehîn a pirsgirêkê çareser bûye. Bingeha pirsgirêka Kurd di naskirina nasnameya Kurdî, mafên zimanî û çandî, derameda çavkaniyên binerd û sererd û parvekirina desthilatdariyê de ye.
Dewlet dixwaze Demîrtaş û Qendîlê bertaraf bike
Gotina Bahçelî ya “ne Edîrne ne jî Qendîl” tê vê wateyê. Aliyê dewletê dixwaze Ocalan û DEM Partiyê derxe pêş. Siyaseta DEM'ê ya têkbirina AKP û Erdogan bi ser neket. Muxalefetê jî bi awayekî vekirî Partiya DEM’ê hembêz nekir. Partiya DEM’ê stratejiya xwe ya rêya sêyemîn pêş xist û bi Erdogan û bi muxalefetê re hevdîtinên xwe berdewam kir. Dewlet dixwaze ku Partiya DEM’ê jî tevlî bangên bêçekbûnê bibe.
Şert û mercên siyaseta navxweyî îro guncantir in
Di pêvajoya 10 sal berê de MHP û burokrasî li dijî pêvajoyê bûn. CHPê jî piştgiriyeke xurt neda. Lê li gorî helwestên partiyan îro şert û mercên navxweyî erênîtir in. Lê şert û mercên derve hatine guhertin. 10 sal berê di navbera dewlet û PKK’ê de ev pirsgirêk dihat çareserkirin, lê îro ji Rûsyayê heta Emerîkayê, ji Îranê heta Îsraîl hêzên din jî di nav vê pevçûnê de ne. Îro pirsgirêka Kurd sînorên Tirkiyeyê derbas kiriye
Pêvajoya aştiyê û Rojava
Rojava ewê di navenda pêvajoya aştiyê de be. Tirkiye bi aştiya bi Rojava re dixwaze DYA’yê dilxweş bike. Di dema muzakereyan de Tirkiye dixwaze Rojava him ji aliyê leşkerî, him ji aliyê îdarî û him jî ji aliyê erdnîgarî ve ji nû ve dîzayn bike. Dibe ku bixwaze hêzên QSD’ê ku hejmara wan digihîje 100 hezarî, di nava artêşa navendî de cih bigire. Hêza polîs, Asayîş, dibe ku were hilweşandin an jî wekî hêzeke herêmî bimîne.
QSD’ê Reqa û Dêre Zorê jî kontrol dike, ku Kurd lê pirr najîn. Dibe ku Tirkiye ji wan bixwaze ku ji vir vekişin. Dibe ku daxwazên wan di derbarê têkiliyên Kurd-Ereb û parvekirina hêzê li herêma Cezîrê hebin. Her wiha Tirkiye dê bi ENKS’ê re ku nûnertiya partiyên kurd ên ji bilî PYD’ê dike û nêzî Barzanî ye, parvekirina desthilatdariyê ferz bike.