Di dawiya meha Pûşberê de tevgera jinên Kurdistan’ê ji bo balkişandina ser serhildana li Rojhilat û Îran’ê konferanseke bi navê “Hannover, Kurdistan: Perspektîfên nû yên Femînîst” li dar xist. Di vê konferansê de nûnerên Rojhilatê Kurdistan’ê yên di warê zanyarî, çandî û siyasî de beşdar bûn û gotûbêjên ser Şoreşa Jîna meşandin.
Di vê beşa me de ji tevgera jinên Kurdistan’ê çalakvan Asrin Askandary nîqaş û encamên vê konferansê rave dike. Herweha rewşa dawî li Rojhilat û Îran’ê jî di podcasta me de ye.