Têkiliyên di navbera Başûrê Kurdistan’ê û hikûmeta navendî ya Iraq’ê nabe asayî. Him meseleya herêmên Kurdistanî û him jî nefta Kurdistan’ê û butçeya herêm ji çend xalên nakok in di navbera Hewlêr û Bexdad’ê de. Helbet di vî warî de sedemên cihê hebin jî partiyên Kurdî jî tê de xwedî berpirsiyariyê ne.
Çavdêrê siyasî û serokê dezgeha Standard Kurd Masud Adbulkhaleq vê heftê dibe mêvanê Cosmo Kurdî û rewşa li Başûr û Iraq’ê şîrove dike.