Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî COSMO Kurdî 17.01.2025 30:17 Min. Verfügbar bis 17.01.2030 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Îran: Cezayê îdamê ser Pexşan Ezîzî

Stand: 17.01.2025, 18:57 Uhr

Çalakvana medenî Pexşan Ezîzî di Tebaxa 2023’an de li Tehran’ê hatibû destgîr kirin û bi tawana serhildana çekdarî ya dij Komara Îslamî dihat darizandin. Pexşan Ezîdî tevî Wirîşa Moradî dibe duyem jin, ku ji ber serhildana çekdarî cezayê îdamê lê hatiye birrîn. Hevdem tê ragihandin, halê hazir herî kêm 54 girtiyên siyasî di bin metirsiya sêdarekirinê de ne. Em jî bi birayê Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî re dipeyivin, ku ew jî ji bo xwişka xwe kampanyayeke navnetewî dimeşîne.

Von Celil Kaya

Komara Îslamî cezayê îdamê da jina Kurd Pexşan Ezîzî | Bildquelle: hengaw.org

Rêxistina Mafên Mirovan Amnesty Internationl di rapora xwe ya bi boneya duyemîn salvegera xwepêşandanên ji bo Jîna Emînî de dibêje, Komara Îslamî li dij jinan şer îlan kiriye û ji Nîsana 2024’an de planeke bi navê “Nûr” dimeşîne. Anku li kuçe û kolanan bêhtir dewriye digerin û li pey jinan dikevin ku hicaba wan ne rêk û pêk e. Rêxistinê herweha dibêje jinên ku tên girtin, muameleya xerab û bêrûmet li wan tê kirin, heta îşkence li wan tê kirin û hêzên ewlekariyê ji ber vê yekê nayên ceza kirin. Hevdem hêzên ewlekariyê destdirêjî jî di nav de şîddeta cinsî jî wekî çekekê li dij jinan bi kar tînin.

Amnesty International herweha radigihîne ku, ji serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” (Îlon-Kanûn 2022) ve hejmara cezayên îdamê ku dadgehên Komara Îslamî dane, du qat zêde bûne, ku di sala 2023’an de bi 853 înfazan gihaştiye asteke bilind.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî jî dibêje Komara Îslamî, bi tenê di sala 2024’an de 901 kes îdam kirine, ku 31 ji wan jin bûn. Hêjayî gotinê ye, îdamkirina jinan di 15 salên buhurî de gihaştiye asta herî bilind.

Herçend pirraniya cezayên îdamê yên dij mêran ji ber sûcên firotin û qeçexçitiya hişbiran hatine dayîn jî, di nav wan kesan de muxalîfên siyasî û xwepêşandêrên JJA jî hene.

Ofîsa Mafên Mirovan dibêje, ji destpêka 2025’an ve, Komara Îslamî herî kêm 15 kes îdam kirine û 54 kesên din jî li benda înfazê ne.

Komara Îslamî cezayê îdamê da jina Kurd Pexşan Ezîzî | Bildquelle: hengaw.org

Pexşand Ezîzî di sala 1984’an de li Mahabad a Rojhilatê Kurdistan’ê ji dayîk bûye. Wê li Tehran’ê beşa xizmetên sosyal dixwîne û herweha tev li çalakiyên mafên mirovan dibe. Heta di sala 2009’an de di protestokirina cezayê îdamê yê li dij Kurdekî de beşdar dibe û ji ber vê yekê tê girtin. Piştî çend mehan bi kefaletê tê berdan û ew jî pêşî berê xwe berê dide Başûrê Kurdistan’ê û paşê jî di 2014’an de Rojavayê Kurdistan’ê. Pexşan’ê li Rojava di kampên Êzîdiyan de kar dike, ku ji ber zulma Daiş’ê reviyane. Heta çendîn dezgehên alîkariya mirovî, ku rêxistineke swîsreyî jî tê de, belge û name pêşkêş dikin, ku Pexşan li Dêrika Hemko di kampa Newroz de wekî pispora xizmetên sosyal kar kiriye, bi taybetî jî digel jin û zarokên Êzîdî. Pexşan paşê ji 2017 heta 2021 li Hesekê di kampa Al Hol de xebitiye.

Komara Îslamî cezayê îdamê da jina Kurd Pexşan Ezîzî | Bildquelle: KJAR

Bavê Pexşan, Ezîz Ezîzî, ku ew û çendîn endamên din ên malbatê bi Pexşan re hatibûn girtin û paşê hatibûn berdan, di peyama xwe ya dengî de, ku ji BBC Farsî re şandiye dibêje, keça wî ji bilî alîkariya însanî tu kar nekiriye û îddîayên dadgehê bê bingeh in.

Malbatên wan xwepêşandêran, ku di serhildana Jin Jiyan Azadî de hatine kuştin, komeke bi navê Malbatên Şehîdên Şoreşa Jîna Emînî ava kirine. Endamê vê înîsîyatîfê jî bi peyamên vîdeoyî piştgirî didin Pexşan Ezîzî û daxwaz dikin, ku cezayê îdamê were hilweşandin.