Di 14’ê Gulanê de ne tenê li Tirkiye’yê hilbijartin hene. Di heman rojê de li li Bremen’ê jî hilbijaretinên eyaletê tên li dar xistin. Bremen him di warê erdpîvan him jî di warê geleheyê de piçûktirîn eyaleta li Almanya’yê ye lê herweha tê de gelek xelkê biyanî dijî, bi taybetî Kurd û Êzîdî. Di hilbijartinên sala 2019’an de, ku SPD piştî 73 salan pirraniqa mutlaq di dest dabû û di taliyê de bi hevkariya SPD, Partiya Keskan û Patiya Çep hikûmeteke koalisyonê hatibû damezirandin.
Hêjayî gotinê ye di hilbijartinên buhurî de 6 kesên esil ji Tirkiye’yê ji bo parlamentoyê hatibûn hilbijartin, ku di nav wan de ji Partiya Çep, Kurdekî Êzîdî Cindi Tuncel jî hebû. Tuncel herweha di parlemtoyê de berdevkê komên ciwanan, koçberî, spor, temenmezian û têkiliyên navnetewî ye.
Tuncel li Midyad’ê ji dayîk bûye û di heşt saliya xwe de tevî malbata xwe wekî penaber hatiye Almanya’yê. Camêr ji sala 2011’an û vir ve endamê parlamentoyê ye anku heta niha 3 car ser hev de hat hilbihjartin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de careke din namzet e. Cindî Tuncekl yek ji wan kesan e, ku di parlamentoyeke Alman de behsa fermana Êzîdiyan a sala 2014 kiribû û herweha di sala 2019’an de jî pêşengiya wê daxwaznameyê kiribû, ku êrîşên Tirkiye’yê yên ser Rojava werin şermezar kirin. Her ji ber vê yekê rastgirên neteweperestên Tirk li ser torên civakî gef li wî xwaribûn.