„Ji dilê min keliya hat. Min got ez bimirim jî bimînim jî ezê stranên bavê xwe, stranên Kurmancî bistrêm“
Hunermenda mezin Eyşe Şan di sala 1979’an de di hevpeyvîna xwe ya digel beşa Kurdî ya radyoya Bexda’yê de biryardariya xwe ya stran gotinê weha dianî zimên. Anku wê dixwest riya bavê xwe de here, ku di wexta xwe de li Amed’ê stranbêjekî navdar bû. Eyşe Şan, di sala 1938ê de li Diyarbekirê tê dinyayê. Di temeneke piçûk de bavê wê emrê xwe dike û Eyşe Şan jî hesreta bavê xwe bi stranan tîne zimên. Lê belê him malbata wê him jî xelkê dora wan ji vê yekê gelek nerazî ne. Heta diya wê jî di bin bandora gotinên xelkê de dimîne û xwe ji Eyşe Şan’ê digire.
Rojnameger Nivîskar Kakşar Oremar jînenîgarîya hunermenda Nemir Eyşanê nivîsandîye û navê pirtûkê danîye Prensesa Bê Tac û Text. Kakşar Oremar dibêje di 17 salîya wê de Eyşe Şan bi zorê dane mêr, ku zewaca wê bûye destpêka rojên tije derd û keser. Mêrê wê Hecî Şewket ê Dêrîkî gelek jê mezin e û jixwe jineke wî heye. Ji vê zewacê keça wê Yasemîn çê dibe lê Eyşe Şan nema dikare derde hewiyê bikişîne û dev ji mêrê xwe berdide.
Eyşe Şan di sala 1957ê de diçe Entabê û li wê derê di radyoya dewletê de stranên Tirkî dixwîne. Eyşe Şan li Entabê careke din dizewice lê belê vê zewacê jî jê re ji xemgînîyê pêvtir tiştekî din naynê. Dema ku keça wê ya ji vê zewacê Şehnaz hîna 18 mehî ye dimire Eyşe Şan stranek diavêje li ser keça xwe û ji qedera xwe gilî û gazinan dike. Bi qewla wê ve êdî Entab jê re heram dibe.
Eyşe Şan di sala 1963ê de diçe Stenbolê û plaka xwe ya pêşîn tomar dike. Di plakê de dudu bi Kurdî dudu jî bi Tirkî çar stran hene. Bi vê plakê Eyşe Şan pirr tê nas kirin lê şîrketa muzîkê neheqî li wê dike. Piyasa muzîkê ya li Stenbol’ê dirinde ye û Eyşe Şan a dilpak tê xapandin û ji bo pereyekî kêm îmze diavêje kontratekê.
Piştî ku Eyşe Şan navdar dibe vê yekê têkilîya wê ya bi malbata wê re baştir nake. Berevajî wê xerabtir dike. Dema ku dîya wê Elîf Xanim di ber sikratê de ye dixwaze wê bibîne lê malbatê xeber nade wê. Piştî mirina diya xwe Eyşe Şan strana Hey wax dayê ji bo dîya xwe çêdike. Ji alîyê din de jî Eyşe Şan ji ber stranên xwe yên Kurdî dibe hedefa dewleta Tirk jî. Heta carekê piştî konsera xwe rastî êrîşekê jî tê. Lewma Eyşe Şan wekî karker diçe Almanyayê. Li Almanyayê jî gelek konseran dide. Lê Paşê ji bo xatirê keça xwe ya ji zewaca xwe ya pêşîn Yasemînê naçar dimîne vegere Tirkîyeyê.
Eyşe Şan di sala 1979ê de diçe Iraqê û bi hunermendên wekî Mihemed Arif Cizrawî, Îsa Berwarî, Nêsrîn Şêrwanî û Cemîlê Horo re konseran dide. Stranên wê di radyoya Bexdayê de tên tomar kirin. Piştî wê Eyşe Şan dikeve nav bêdengîyê. Lê paşê dema ku Kurdên başûrê Kurdistanê ji ber zilma Seddam direvin tên Tirkîyeyê û herweha tevgera azadîxwaz a Kurd li Tirkîyeyê belav dibe Eyşe Şan bêdengîya xwe xera dike û stranên wekî peşmerge, Newroz, Şirnex û Dîyarbekir çêdike. Hunermend Hozan Canê û Şehrîbana Kurdî di salên 90î de bi Eyşanê re dikevin studyoyê. Hozan Canê dibêje Eyşe Şan ji bo wê him mamoste him jî mînakek bûye.
Eyşe Şanê di 18ê berfanbara 1996ê de li Îzmîrê xatir ji vê jîyanê xwest. Bi merasîmeke gelek piçûk li wir hat weşartin. Lê Eyşe Şan bi hesreta Dîyarbekira şêrîn çavên wê vekirî çû. Wasîyet kiribû ku li Dîyarbekirê were veşartin.