Zanîngeha Rojava: Yekemîn derçûyên Master'ê COSMO Kurdî 31.05.2024 35:23 Min. Verfügbar bis 31.05.2029 COSMO

Download Podcast

CIVAK

Zanîngeha Rojava: Derçûyên Master'ê

Stand: 31.05.2024, 18:25 Uhr

Îsal cara pêşîn li Zanîngeha Rojava di beşa Zanistên Civakî û Mirovî de jin jî nav de çendîn xwendekaran dereceya masterê wergirtin. Û wan teza xwe jî bi Kurdî nivîsandine. Em jî ji hevserokê vê enstituyê ji Dr. Sarda Saadî hin agahiyan distînin û paşê digel derçû Sorgul Ebdilselam û Xelîl Husên him li ser xwendina wan him jî li ser tezên wan ên masterê dipeyivin.

Von Celil Kaya

Sorgul Ebdilselam, xwendekara Zanîngeha Rojava | Bildquelle: privat

Zanista bi Kurdî

Xwendekarên Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo’yê Sorgul Abdelselam û Xelîl Husên herdu jî di beşa civaknasiyê de dereceya masterê wergirtin. Lê wekî ku ew dibêjin, bi qasî ku ew bi zanista xwe serbilind in ew herweha pê serbilind in, ku wan tezên xwe jî bi Kurdî nivîsandine û bi zimanê xwe tev li qada zanistê bûne.  

Ji beşa civaknasiyê Sorgul Ebdilselam bi teza xwe ya „Di guhertinên civakî û zayendî de girîngiya mekan: Bajarê qamişlo wekî mînak“ mastera xwe bir serî. Herweha dîsa di beşa civaknasiyê de Xelîl Husên bi teza xwe ya „Li Rojava siyaseta mirinê (Nakropolîtîk), Di guhertina civakî de rola drohnan“ dereceya masterê bi dest xist.

Xelîl Husên, xwendekarê Zanîngeha Rojava | Bildquelle: privat

Hevserokê Enstîtuya Zanistên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Rojava Dr. Sardar Saadî jî heman heyecanê par ve dike û dibêje, mastera Sorgul Abdelselam herweha xwedî wateyeke din e jî. Ji ber ku ew yekem xwendekar a jin e, ku li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî dereceya master’ê bi dest xistiye.

Dr. Sardar Saadî herweha balê dikişîne ser şert û mercên li herêmê û dibêje bêyî fîdakariya xwendekar û mamosteyan serkeftineke bi rengî tucaran pêkan nedibû.

Dr. Sardar Saadi, Hevserokê Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî ya Zanîngeha Rojava | Bildquelle: privat

Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî

Zanîngehên li Rojava ne tenê ji ber ku Kurdî perwedehiyê dikin girîng in. Ew herweha xwedî îddîaya perwedehiyeke alternatîf in.

Hevserokê Enstituya Zanistên Civakî û Mirovî Dr. Saadî Sardar dibêje zanîngehên alternatîf pêştirî nadin berjewendiyên bazara kapîtalîst û dewletan lê pêdiviyên civakê. Sardar Saadî dibêje, endamên vê enstituyê zêdetir mamosteyên li derveyî Rojava ne û ew bi riya navenda piştgiriya digel zanîngehên alternatîf  CSUA ve tên bi rêxistin kirin.

Avahiya Nû ya Zanîngeha Kobanî'yê | Bildquelle: privat

Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrî

Yekemîn zanîngeha ku li Rojava hat vekirin di sala 2015’an de Zanîngeha Efrîn’ê bû. Lê piştî ku bajar di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên îslamî hat dagir kirin zanîngeh jî ket destê wan. Di sala 2016’an de îcar li Qamişlo’yê Zanîngeha Rojava hat vekirin. Li dû wê jî di sala 2017’an Zanîngeha Kobanî û di 2021’ê de jî li Reqqa’yê Zanîngeha Şerq’ê hat vekirin.

Hêjayî gotinê ye di sala 2018’an de piştî dagirkirina bajêr xwendekarên Zanîngeha Efrîn’ê jî derbasî zanîngeha Rojava bûn. Niha dora 3 hezar xwendekar li cem zanîngehê tomarkirî ne û ji 2018’an heta 2023’ê dora 750 xwendekar ji beşên cur bi cur derçûne.

Navenda zanîngeha Rojava li Qamişlo ye, ku fakulteyên wekî bijişkî, endezyarî, zanistên xwezayî, zanistên civakî û mirovî, huner û wêjeya Kurdî jî li vê derê ne. Herweha li Rimêlanê beşa wê ya Petrol û Petrokîmya’yê, li Hesek‘ê jî beşa endezyariya avadaniya ekolojîk hene.