kovara Çîya COSMO Kurdî 27.09.2024 31:14 Min. Verfügbar bis 27.09.2029 COSMO

Download Podcast

CIVAK

Kovara Çiya hat weşandin

Stand: 04.10.2024, 15:30 Uhr

Di 24’ê Tebaxê de kovareke nû ya bi navê „Çiya“ dest bi jiyana weşanê kir. Weşangerên vê kovarê serê pêşî ji jin û koçberan pêk tê û naveroka wê ji mijarên civakî, siyasî, kevneşopî heta penaberî û jiyana koçberiyê digihîje.

Von Kamil Basergan

Ji Kovara Çiya Duleem Ameen Haji | Bildquelle: privat

Di 24’ê Tebaxê de kovareke nû ya bi navê „Çiya“ dest bi jiyana weşanê kir. Weşangerên vê kovarê serê pêşî ji jin û koçberan pêk tê û naveroka wê ji mijarên civakî, siyasî, kevneşopî heta penaberî û jiyana koçberiyê digihîje. Weşanger bi xwe dibêjin:

“Di demekê de ku hem li Almanya û hem jî li Ewropayê di derbarê mijarên penaberan û koçberan de bi lez li rastê veguherî û di warê ziman û naverokê de radîkalîzm zêde bû, em hewce dibînin ku di civakeke serdest a spî de deng û rastiyên koçberan diyar bikin. Me bi însiyatîfa xwe kovara Çiya derxist, da ku nebe qada gotarên elîtîst, lê yên kesên marjînalkirî.“

Em li ser fikra derxistina vê kovarê, armanc û hêviyên wê ji nivîskarê kovara Çîya Duleem Ameen Haj çend pirsan dikin. Û bi Skala Fatah re jî dipeyivin ku di hejmara yekem de gotareke bi navê “Dayê” nivîsandibû.