Fîlma dawî ya derhênêr û senaryonivîsa Kurd Soleen Yusef di meha Sibatê de di çarçoveya 74’emîn festîvala fîlman a Berlîn’ê Berlinal’ê de hat nîşan dayîn. Îsal di Berlînal’ê de fûtbolê cihekî taybet girt.
Derhênêr Soleen Yusef, ku xelkê Rojavayê Kurdistan’ê ye, behsa keçeke ciwan a Kurd, Mona, dike, ku ji Sûrî direve û li taxa Wedding a Berlîn’ê diçe dibistanê. Mona fûrbolvaneke jêhatî ye û dixwaze li Almanya’yê cihekî ji xwe re peyda bike.
Em jî di vê xeleka Podcasta Cosmo Kurdî de bi derhênêr Soleen Yusef li ser fîlma wê dipeyivin, ku ji 11’ê Nîsanê ve di sînemayên Almanya’yê de tê nîşan dan.