Live hören
Jetzt läuft: Coconuts von Kim Petras

Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî COSMO Kurdî 23.02.2024 37:04 Min. Verfügbar bis 22.02.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Roja Zimanê Dayîkê û Dersên Kurdî

Stand: 21.02.2024, 16:59 Uhr

21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye. Emê jî bi boneya vî rojî ji Yekitiya Malbatên Kurdistan’ê YEKMAL’ê bi birêz Şerîf Derînce re him li ser sempozyûma wan a ser zimanê Kurdî û herweha derfet û zehmetiyên pêşiya dersên zimanê Kurdî yên li Almanya’yê bipeyivin.

Von Celil Kaya

Karten mit Namen hängen an einem Seil

Wekî ku mamoste Aram Tigran di strana xwe ya zimanê Kurdî de dibêje, bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e zimanê Kurdî. Helbet zimanê herkesî bi wî şêrîn e. Bêyî ku mirov cudahiyek yan jî hiyerarşiyekê bixe nav wan, ew zimanê ku diya me pê lorandiye û em xwe re kirine, pê ji me re çîrok û xebroşk gotine, bi me xeyîdiye yan şah bûye û henek kirine, ew zimanê ku diya me pê peyiviye û em mezin kirine, bi me şêrîn e. Ji ber ku wî zimanî em kirine ew kesê ku em îro bûne.

Di nav dora 7 hezar zimanên cîhanê de zimanê Kurdî ne tenê bi dewlemendiya xwe ya zimanî lê belê bi dewlemendiya xwe ya çandî û dîrokî jî xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku zimanek ji amûreke ragihandin û hevdu famkirinê wêdetir e. Tê de çanda me, mîrata me ya civakî, dîrok û nirxên me hene. Anku bi rastî jî zimanê me nasnameya me ya rast hebûna me ye. Lewema zimanê Kurdî kilîta berdewamiya çand û nasnameya Kurdî ye. Jixwe şaîr Dildar jî di Ey Reqîb’ê degelê Kurd wekî Qewmî Kurdî ziman pênase dike.

Stranbêja nemir Eyşa Şan jî aşkere vê yekê dibêje: Zimanê Kurdî hebûna me ye, emê tim hebin heta heye…

Û li hember pişavtin û yekrengkirinê jî mertala me ya herî xurt dîsa jî zimanê me ye. Ew zimanê me, ku pê bêhejmar çîrokên lehengî û berxwedanê yên herî xweş tên vegotin.

Yekmal û pêşdibistana duzimanî

Roja 21ê Sibatê li seranserê cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin. Ev roja naskirin û pêşxistina mafên zimanî, pirrengî û pirrzimaniyê yadeweriya serhildan û berxwedana gelê Bengladeş’ê ya sala 1952’an e, ku li ser wan zimanê Urdu hatibû ferz kirin.

Helbet ev roj ji bo gelên bindest ên wekî Kurdan, ku zimanê wan ne xwedî statuyeke fermî ye, di dibistanan de nayên xwendin û di bin xetera tunebûnê de ye xwedî wateyeke girîng e.

Emê jî îro li ser dersên zimanê dayîkê yên li Almanya’yê hûr bibin, ku ev sih sal in zimanê Kurdî ne lir her derê be jî li gelek deveran dikare di dibistanan de were xwendin. Û herweha ev dora deh sal in jî pêşdibistanên duzimanî yên Kurdî-Almanî jî hene.