Live hören
Jetzt läuft: Eso Que Tu Haces von Lido Pimienta

Hilbijartinên herêmî li Tirkiyê COSMO Kurdî 05.04.2024 20:27 Min. Verfügbar bis 05.04.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Hilbijartin 2024: Şikesteya AKP'ê

Stand: 05.04.2024, 10:28 Uhr

Ev hilbjiartin herçend herêmî bûn jî di warê encamên xwe de hilbijartineke dîrokî bû. AKP piştî 22 salan cara pêşîn nebû partiya yekem û CHP serkeftinek bi dest xist. DEM partî jî li Bakurê Kurdistan'ê bi ser ket.

Von Kamil Basergan

Encamên hilbijartinên herêmî ya sala 2024'an

Têkçûna AKP'ê û serkeftina CHP'ê

Hilbijartinên 31’ê Adarê hilbijartinên herêmî û şaredariyan bûn lê belê emcam herweha pêşbîneyeke ji bo hilbijartinên giştî jî pêşkêş dike. Herweha mirov dikare behsa encamên dîrokî jî bike. Wekî mînak partiya desthilatdariyê AKP di 22 salên buhurî de di hemû hilbijartinan de wekî partiya yekem derçûbû lê belê vê carê dora 4 milyon deng ji dest dan û bi rêjeya ji sedî 35 li dû partiya muxalefetê CHP’ê, ku ji sedî 37 stend, bû partiya duyem.

Encamên hilbijartinê ji bo partiya muxalefetê CHP’ê jî dîrokî ne. CHP piştî 47 salan cara pêşîn di hilbijartinan de bû partiya yekem. CHP cara dawî di sala 1977’an de di dema serokatiya Bülent Ecevit de bi rêjya ji sedî 41 bûbû partiya yekem.

Hevdem, encamên li bajarên mezin jî gelek balkêş bûn. Wekî mînak li Stenbol’ê namzetê CHP’ê Imamoğlu ji hevrikê xwe namzetê AKP’ê Kurum ji sedî 12 zêdetir deng stend û gihaşt rêjeya ji sedî 51. Herweha CHP’ê li Enqere’yê jî ji AKP’ê ji sedî 31 zêdetir deng stendin û bi rêjeyeke rekor ji sedî 60 bi ser ket. Li Izmir’ê jî jixwe CHP bi ser ket. Ji aliyê din de CHP’ê li Stenbol’ê 10 şaredarî ji AKP’ê û yek jî ji MHP’ê stendin û giştî 25 şaredariyên navçeyan jî bi dest xistin. Li Enqere’yê jî hejmara şaredariyên navçeyan ji sisê derket 14’an.

Parteizentrale der Cumhuriyet Halk Partisi CHP in Ankara

Dema ku mirov encamên sala 2019 binêre, wê demê bi tenê herêmên berderya yên başûr û rojavay’ê Tirkiye’yê di destê CHP’ê de bûn. Lê belê di van hilbijartinan de nexşeya siyasî ya Tirkiye’yê hat guhertin û CHP herweha li Anatoliya Navîn, li tevahiya Ege’yê û li pirraniya Marmara’yê bû partiya yekem. CHP herweha li hin bajaran, ku ji mêj ve nikaribû bi ser keve şaredarî bi dest xistin û li çend hebên din jî rêjeya dengên xwe bi rêjeyeke berbiçav zêde kirin.

AKP’ê di hilbijartinên 2019’an de 15 bajarên mezin, 24 bajar, 535 navçe bi dest xistibûn. CHP’ê jî 11 bajarên mezin, 10 bajar û 187 navçe. Li dû wan jî bi bajarekî mezin, 10 bajar û 145 navçeyan MHP dihat. HDP j’i wê demê 3 bajarên mezin, 5 bajar û 50 navçe bi dest xistibûn. IYI parti jî, ku bi CHP’ê re ketibû hevgirtinê, li 19 navçeyan bi ser ketibû.

CHP’ê di van hilbijartinan de hejmara bajarên mezin zêde kirin û gihaşt 15. Li 21 bajar û 329 navçeyan jî bi ser ket û li gor hilbijartinên berê hejmara şaredariyên xwe du qat zêde kirin. Hejmara şaredariyên AKP’ê jî daketin 11 bajarên mezin, 13 bajar û 360 navçeyan. DEM partî anku HDP ya berê jî, hejmara şaredariyên xwe zêde kirin. 3 bajarên mezin, 7 bajar û 65 navçe bi dest xistin. Şîrika AKP’ê MHP 8 bajar û 108 navçe bi dest xistin lê dora yek milyon deng wenda kirin.

Demonstranten protestieren gegen den nachträglichen Ausschluss des gewählten prokurdischen Bürgermeisters in der Stadt Van, Abdullah Zeydan, von der Wahl

Serkeftina DEM Partiyê

Di sala 2019’an de Kurd bi navê partiya HDP anku Partiya Demokratîk a Gelan ketin hilbijartinên herêmî. Paşê li dij HDP’ê doza girtinê hat vekirin û vê carê partî di hilbijartinên giştî yên parsal de bi navê Yeşil Sol Partî anku Partiya Çep a Kesk hilbijartinên gişti.

Ein mann wirft einen Wahlzettel in die Wahlurne

Di hilbijartinên îsal de partî vê carê bi navê partiya DEM anku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ket hilbijartinan. DEM parti di van hilbijartinan de dengên xwe him zêde kirin û 3 bajarên mezin, 7 bajar û 65 navçe bi dest xistin, him jî pirraniya şaredariyên ku qeyyûm avêtibûn ser paş de stendin. DEM Parti şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîn, ku qeyyûm hatibû ser wan bi rêjeye bilind dîsa bi dest xistin. Li Batman, Sêrt û Hekarî jî dengên DEM’ê bilind bûn. DEM vê carê bajarên Mûş û Agirî, ku di destê AKP’ê de bûn, paş de girtin. Herweha li Dêrsîm’ê jî bi hevkariya partiyên çepgir şaredarî bi dest xist.