Live hören
Jetzt läuft: La Nuit Je Mens von Bashung

Belçîka: Êrîşên nijadperest ên ser Kurdan COSMO Kurdî 12.04.2024 26:46 Min. Verfügbar bis 12.04.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Belçîka: Nijadperest û sîxurên Tirk

Stand: 12.04.2024, 15:10 Uhr

Di 24’ê Adarê li Belçîka’yê bi dehan nijadperestên Tirk li pêşiya maleke Kurd kombûn û hewl didan tevî kesên li hundir agir bi malê xin. Hevdem vê dawiyê dadgeha bilind a Belçîqî cezayê du sîxurên îstîxbarata Tirk MIT’ê, ku ji ber plansaziya suîqasta hin siyasetmedarên Kurdan kiribûn, pesend kir. Em jî ji Bruksel’ê bi siyasetmedar Adem Uzun re him li ser êrîşên dema newrozê û him jî li ser doza sîxurên Tirkan dipeyivin.

Von Celil Kaya

Zübeyir Aydar û Remzî Kartal tevî parêzerê xwe Jan Fermon li pêşiya dadgeha bilind

Doza dij du sîxurên MİT'a Tirk

Dora deh roj berê dadgeha bilind a Belçîqa’yê ji ber hewldana suîqastê 5 sala cezayê girtigehê da di derbarê du sîxurên îstîxbarata Tirk MİT’ê de. Ev yekem car e, ku dadgeheke Ewropî di derbarê sîxûrên Tirkan de biryareke bi vî rengî dide.

Li dor îddîanameyê, Tirkên bi navê Zekeriya Ç. û Yekup K. di sala 2017’an de li Bruksel’ê plansaziya kuştina siyasetmedarên Kurd Zibeyir Aydar û Remzî Kartal kiribûn. Di dosyeyê de herweha wêneyên wan kesan ên digel rayedarên bilind ên Tirk ên li Enqereyê jî hebûn û têkiliya wan a digel Seraya Serokkomariya Tirk jî hebûn.

Eine Hand zeigt den "Wolfsgruß" der Grauen Wölfe

Herweha di îddîanameyê de tê gotin ku, ev tîma suîqastê di hezîrana 2017’an de li der û dora ofîsa Kongreya Netewî ya Kurdistan’ê KNK’ê derketine kifşê, xwestinê cîhaza taqîbê bi erebeyên Kartal û Aydar ve kin û bi êrîşbirekî ser motorsîkletê wan bikujin. Li gor planê ev motorsîklet paşê ewê bixistana nav minibusekê, ku polîs nikaribe peyda bike. Wekî din ji guhdarîkirina telefûnên wan kesan destnîşan didin, ku tiliya heman kesan di kuştina sê jinên Kurd ên li Paris’ê ya sala 2013’an de jî heye.

Dadgeha dereceya yekem di 2022’an de di doza ku, bi giştî 4 kes dihatin darizandin, biryara beraatê dabû lê mexdûran doz biribûn dadgeha temyîzê. Dadgehê jî biryara mahkeme yekem xera kir. Du kesan beraat kir û wan du kesên din jî her yek ji wan 5 sal ceza xwarin.

Tê ragihandin, yek ji wan sîxuran reviyaye Tirkiye’yê û yê duyem jî niha li Fransa’yê dijî lê belê rayedarên Frensî wî kesî nagirin.

Komeke nijadperestên Tirk êrîşî mala Kurdan dikin

Êrîşên nijadperest ên dij malbateke Kurd

Malbateke ji Rojavayê Kurdistan’ê, xelkê Kobaniyê di 24’ê adarê de dema ku ji şahiya Newrozê vedigerin, Tirkên nijadperest li ser rê li benda wan in û yekser êrîşî wan dikin û malbatê xwe bi zorê diavêje malê. Lê qelebalixa har a nijadperstan vê carê derî û paçeyên malê şikenandin û xwestin agir bi erebaya malbatê xin.

Di wan keliyan de him polîsa belçîqî û him jî komeke Kurd tên hawara malbatê. Piştî hin pevçûnan polîs dikarin malbatê ji malê derxin û bigihînin cihekî ewle.

Rayedarên Belçîqî di daxuyaniyên pêşîn de wekî ku vê hewldana lînçê mafdar nîşan bidin, digotin malbata Kurd Tirk tehrîk kirine. Lê belê paşê derket holê, ku bûyerê ne ji nişkan ve rû daye lê belê plankirî bû. Ji ber ku di nav wê qelebalixa gurên boz de gelek kesên ji welatên cîran jî hebûn.