San Jola kî ye?. COSMO Kurdî . 29.09.2023. 34:40 Min.. Verfügbar bis 28.09.2028. COSMO.
ROJEV
Siyasetmedarê ciwan San Jola
Stand: 29.09.2023, 11:17 Uhr
Xortê Kurd San Jola di temeke ciwan de bala xwe dide siyasetê û herweha di baskê ciwanan a partiyeke siyasî de jî çalak e. Ew dixwaze di sibêroja xwe de bibe xwedî gotinek.
Von Kamil Basergan
Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd dijîn lê bele beşdarbûna Kurdan a di siyaseta Almanya’yê de ne ewqas zêde ye. Hevdem nifşa nû her ku diçe bêhtir bala xwe dide siyasetê.
Xortê Kurd San Jola jî yek ji wan ciwanan e. Xwendekarê pola 12’emîn a Gymnasium’ê di warê siyasetê de gelek çalak e. Xortê ji Witten’ê bi zaroktî li Almanya’yê dijî lê paşê tevî malbata xwe vedigere Başûrê Kurdistan’ê û piştî demekê ew careke din tên Almanya’yê. Anku him jiyana li welêt û him jî jiyana li Almanya’yê ji jiyana wî xortî de xwedê cihekî girîng e.
Em jî di vê xeleka xwe de pê re li jiyana wî û kar û xebatên wî yên siyasî de dipeyivin.